Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kerkûk, Kirmaşan, Efrîn, Newroz

00:15 - 21 Adar 2018

Kerîm Perwîzî

Sala 1396`an salek bû tejî ji rûdawên dîrokî bo Kurdistan û bo Kurd. Bûyereke dîrokî hem dikare tall û hem şîrîn be, lê bi qasî mezinahiya bûyerê dikare di dîrokê de deng vede,yan bi watayeke din dîrokê bafirîne.

Çend qonaxên girîng ên dîroka îsal pêk tên ji:

Yekem Kerkûk: Piştî referandomeke dîrokî ku li Başûra Kurdistanê bi rê ve çû, wekî belgeyeke dîrokî dimîne ku neteweya Kurd çi dixwazin û di çi xakekê de çiqas deng aniye. Dijminên Kurd bi taybetî dijminê serekî ê Kurdistan û Kurd wate rejîma Îranê bi pîlan êrîşî ser Kurdistanê kirin, û Kerkûk dagîr kirin.

Ew bûyera di dîroka Kurdistanê de wekî terajidieke hertimî dimîne ku bi pîlana dijminan û bi hevkariya destên navxweyî ê Kurd karesat bi ser vê neteweyê de hat.

Duyem Kirmaşan: Di karesateke xwezayî de erdhejê li Kurdistanê da, û bi taybetî di navçeyên Kirmaşênê zêdetir xisar û zirara mirovî û madî lê ket, ku hêla jî karesta berdewam e, û qurbaniyan digre, û bi dehan hezar kes bêmal û hal mane, ew karesata mirovî û bûyera xwezayî, ji aliyê dijminên Kurdistanê wate rejîma Îranê ve kirin derfetek, bona vê ku guh nednê, û bi karesata xwezayî Kurd tê de here, û Kurdistan wêran be, û di bersivê de jî neteweya Kurd di Rojhilat bi hawara hevwelatiyên xwe de çûn, û hemaseyek afirnadin ku di dîrokê de wê bimîne.

Sêyem: Li Efrînê dewleta Tirkiyê bi hêceta hebûna çiqeke ser bi PKK êrîşî ser vê beşa xaka Kurdistanê kir, û xortên Efrînê jî xweragiriyeke bêmaînak kirin. Dastana xweragiriya jin û mêrên Efrînê wekî destaneke mezin di dîrokê de wê bimîne, herçend di encama vê êrîşê de Efrîn ket û hêza Tirkiyê çû nava bajar de. Xwargiriya Efrînê aliyekî wê yê din jî heye ku pêk tê ji siyaset û bernameya şaş ya partiyeke Kurdî, ku hewce ye Kurd ezmûnê lê wergire. Herçend ku xweragiriya Efrînê jibîrnekirî û dîrokî ye, lê nabe bibe sedema vê ku em sedemên vê şikesta tall ya vê dorandina mezin nebînin.

Ew sê qonaxên sereke di sê beşên Kurdistanê wekî destanên zincîreyek ji bîreweriyên dîrokî ên netewe û xakekê dimînin. Sê bûyerên cuda ku her yek ji wan çend aliyekê ji jiyana neteweya Kurd û xaka Kurdistanê vedigêrin, û dîrokekê diafirînin. Jiber ku hesta neteweyî û têgihîştin ji hebûneke hevbeş ya neteweyî tenê bi nivîsîn û axavtinê nabe, belkû bûyerên tall û şirîn ên dîrokê ne, ku nasnameyeke dîrokî diafirînin. Merc nine ku tenê hemase bikare destana neteweyekê be, û nasnameyê jê re çê bike, belkû terajidiyê jî ew şiyan heye ku bibe hêzeke palder ku neteweyek hesta hevbeş di wan de bihêz bike, û bikare bibe paramêtra pêkhînerê nasnameya neteweyî ji wan re.

Herwekî çawa di nava Yehûdiyan de dîroka pirr ji karesat û Holokastê bûye nasnameya wan, û neteweyeke bihêz ji wan afirandiye, û Kurdistan û Kurd jî hem dikare terajidiyan û hem jî destana xweragirî û hem jî afirandina destanrêsiyan, bike nasname.

Di vir de ye ku em digihîjin remzeke girîng ya Kurd û Kurddistanê ku ew jî newroz e. Ew bûyerên tall û karesatbar û herwisa hemaseyî ên Kurd gellrk caran di dîrokê de nîşan daye, ku di newrozê de bi zimaneke neteweyî û cemawerî hatiye wergerandin bo ser kiryareke hevbeş û nîşana serhildan û rabûn û Rasana neteweyî bûye.

Newroz bingeheke girîng ya hebûna neteweyî ya me ye, jiber ku nasnameya hebûna me bihêztir dike. Em neteweyek in ku di nava karestaê de bi serhildan û Rasanê ve xalîşînka şevatên xwe dadikutin, û desatanan dirêsin. Kurd serfiraz û Kurdistan avedan û newroza me pîroz.