Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Koçkirina awareyan di berjewendiya kê de ye?

15:16 - 11 Çirriya pêşîn 2015

Mistefa Hicrî

Di roja 9’ê Adara sala 2015’an de, di gotarekê de li jêr navnîşanê “Komara Îslamiya Îranê çi xewnekê bo Îraqê dibîne?” bi piştqahîmiya bi hinek zanyariyên hûr û hinek şiroveyan, me bas ji wan rastiyan kir ku Îran çawa di pîlanan digere bona guherîna demografiyaya Îraqê.

Gotara min bi wan çen risteyan bi dawî hatibû ku “bi vî rengî Komara Îslamî dixwaze xerîteyekê ji Îraqê re danê, ku ne Kurd û nejî Sunî , hêza wan ya dijberiyê di gel hikûmeta Şî’e ya Îraqê nemîne, û bixwe nûnertiya hikûmeta Bexdayê wî welatî bi şêweyekê ku bixwe hez dike bi rê ve bibe.

Ew pîlan zengeke metirsîdar e ne tenê ji bo Îraqê belkû bo Rojhilata Navîn jî, ku tê de Komara Îslamî zal dibe û şoreşa xwe bileztir bo derve wê bişîne. Ew siyaset li ser bingeha tevdanîkarî û têkderiyê, berdewamiya şer û vegeşandina mesela birçîtiyê,û çav ji desthêlana xelkê ji rejîmê, wêrankirin, netebahî sazkirin, dijminatî pêkanîna di navbera pêkhateyên cuda cuda ên xelkê wê navçeyê, tirs terorê hatiye dariştin”.


Ji wê demê şûnda hekî em bi hûrî ji rûdawan mêze bikin, em dibînin ku ew guherîna demogirafiyê bi eşkere xuya dike.

Yek ji wna bûyeran jî pirsa awareyan e, ku di heyama yek meha borî de bi awayekî bê m,înak berdewam dike, û bûye kêşeyeke mezin aliyê kêm ji bo beşeke mezin ya cîhanê bi taybetî Rojava.

Koçkiirn her ji detspêka serhildana mirovahiyê ve bi sedemên curbicur tevlî jiyana mirov bûye, lê koçkirina bi kom “wekî ya ku îro heye” zêdetir bi sedema şer û wêrankariyan û pîlana siyasî ya deshilatdaran bi armanca taybetî bi rê ve çû, Di heyama sed salên borî de bi dehan koçkirinên bi vî rengî bi sedema siyaseta karbidestên xweperest li Îran û Îraqê û beşeke din ji welatên dûr û nêzîk rû daye.

Ya ku îro rojê jî li ber çavên xelkê cîhanê rû dide, û bi sedema vê ku afirînerê dehan terajîdiyayên însanî yên naskirî wekî Alan û ew zaokê Kurd ê çar salî yê Kurdê Rojavaya Kurdistanê ku laşê bêcan yê wî li perava behra Êje, çavên bi milyonan kesî tejî ji rondik kir, û cîhan hejand, herwisa gelek terajidiyên din ên vê koçkiirnê ku renge qet eşkere nebin, û cîhan ji wan bê xeber bimîne, yek ji wan koçkirinan e ku bi sedema şer û aloziyan, tu hêviyek tuneye ku ew koçkirin bi dawî bê, lewra wê berdewamî hebe.

Komîsyona bilind ya penaberên UN heya 6’ê Îlona 2015’an bi qasî 4088099 penaberên Sûrî navnivîs kiriye, ku ji vê 1.2 milyon kes li Mîsr û Îraq û Urdun û Lubnan, û 9.1 milyon kes li Tirkiyê aware ne, eva xeynî bi milyonan kesî ji xelkê Sûriyê ye ku nahtine navnûskiirn, yan jî ên ku di navxwe ya welat de aware bûne. “1…”.

Li gora wan serjimêriyên ku di 6 mehên destpêka îsal de bilav bûye, nêzîk bi 137 hezar kesî li riya behra Medîterane de cane xwe ji dets dane, Sêyek ji wna penaberan awareyên Sûriyê bûn ku bo parastina cane xwe ji welatê xw ereviyan. “2”.
Îraq
Li gora amarên ragehandî ên UN, di mehên detspêka sala 2014’an li Îraqê 3596365 kes awareyê navxweyî ne, nêzîk bi 250 hezar kes ji xelkê Sûriyê (piranî Kurd in) hawara xwe birine Kurdistana Îraqê, xeynî vê yekê jî, ji awareyên navxw eyên Îraqê bi dehanhezar kesî li parêzgehên sunîakincî yên Enbar, Romadî, Tekrît, Mûsilê rû li Kurdistanê kirine, ku piraniya wan ji tirsê DAÎŞ’ê mal û halê xwe bi cih hêlane.

Niha bas ji vê yekê tê kirin ku DAÎŞ’ê sêyek ji rûberê xaka Îraqê û %50 ji rûberê xaka Sûriyê li ber dest de ye. Ew cih bi giştî cihên jiyana Suniyan in bi Kurdan ve jî.

Sercem ew awareyên ku di destpêka şerê navxweyî ê Sûriyê û dagîrkirina Mûsilê ji aliyê DAÎŞ ve awareyî derve bûne, di vê heyamê de serbarê vê ku di rewşa herî xerab ya jiyanê de bûne, lê bi vî halî jî çavnihêr bûn ku şer bi dawî bê, û ew vegerin ser cihên kavilkirî. Lê dema ku zanîn ku ew çavnihêrî bê encam e, tu hêviyek bi bidawîhatina bi vî şerî li Îraq û Sûriyê de niye, riya hatin û nehatinê girtin pêşiya xwe, bi hêviya gihîştina bi asayişê û jiyanê rû li welatên Ewropî kirin, ew di vê riyê de ji mirinê jî netirsiyan, jiber ku di rastî de jiyana wan bi xwe şêweyek ji mirinê bû.

Bi vî halî jî ew xewna Komara Îslamî ji bo Îraqê dîtibû (heta bo Sûriyê jî) hêdî hêdî ser digre, yê ku di şerê DAÎŞ’ê de welatê wî tê xapûr kirin, û tê kuştin, û derbider dibe, di her du welatan de Sunî û Kurd in, û yên ku welat bi cih dihêlin, vegeriyana wan zehmet e, jiber ku tu tştek ji wan re nemaye, rast e ku Kurd bi qurbanîkirina sedan ciwanên Kurd Kobanê rizgar kirin, lê Kurd bi çi hêzekê wê bikare ku Kobanê ser ji nû ava bike?

Ku wisa bû bêguman Komara Îslamiya Îranê kêfxweş e ku siyaseta wê di parêzgarî û bihêzkirina DAÎŞ ji destpêkê ve heya niha berhemeke baş hebûye- bo Îranê- û li ser dilê Îranê çûye pêş, û guherîna demografiyaya wan herêman jê re hêsan kiriye.

Vê gave cîhan di hemberî koçkirina bi sedan hezar koçberî de ku beşeke zaf ji wan ji Sûriyê ve (Kurd û Erebên Sunî jî di nav de) ketine rê. Ew dixwazin ku bîr ji vê bikin ku gelo ewê çawa bikarin wan hemi penaberên mandî û vestiyayî di nav welatê xwe de cih bikin, û wan di nav civaka xwe de bihelînin.

Wan çawa parve bikin ku her yek ji wan li gora qebareya xwe , wan werbigre? Gellek piroje û bernameyên din jî hene, lê yak u bîr jê nehatiye kirin, yan jî kêmtir bîr jê hatiye kirin, bersiva vê pirsa girîng e ku sebebkarê sereke ê vê malwêranî û terajidiyê çiye? Jibe rku heya vê demê ku ew hokar bi başî nehêne nasîn, û destê wna ê cînayetê nehê kurtkirina, awareyiya xelkê herêmê ber bi Rojava berdewam dike.

Me ragehandiye û ducarî dikin ku sebebkarê sereke ê vê terajidiyê aliyê kêm di Rojhilata navîn de Komara Îslmaî ye ku bi palpiştîkirina DAÎŞ’ê dixwaze ku demogirafiyaya herêmê bi qazanca xwe biguhere, û metirsiya wan gefên ku jêve ye di pêşerojê de ji aliyê Kurd û Suniyên vê herêmê ve tê pêş, li ser xwe hilîne, yan aliyê kêm gellek kêm bike, lê mixabin ku siyaseta navneteweyî berbi vê dice, bedela kurtkirina destên vê tawanbarê serekî yê vê hemû kuşt û kuştarê, wekî xelatekê di warê çareserkirina pirsa DAÎŞ’ê di Sûriye û Îraqê de beşdariyê bikin, û roleke berçav bidnê!.

Hinek ji berpirsyarên Amerîkayî ku di vê herêmê de çalak in, herçend ku heya niha bi awayekî hewce şarezayî pîlanên Komara Îslamî û îdeolojiyên wê, bi taybetî derheq DAÎŞ’ê de nînin, lê hest bo rola têkderane ya Komara Îslamî kirine, bo mînak Deyvîd Pitrayos fermandarê pêşîn ê nawenda hêzên çekdar ên Amerîkayê û birêveberê pêşîn ê dezgeha zanyariyan a wî welatî di gotûbêjekê de di rojnameya Waşington Postê de, di 20’ê Adara îsal de hatiye bilavkirin, hişdarî da, û got: “Gefa sereke li ser Îraqê û herêmê bi giştî, dewleta Îslamî nine, belkû milîşên Şî’e ne, ku piraniya wan ji aliyê Îranê ve têne palpiştîkirin”. Lê deshilata Amerîkayê heya niha jî vê şaşiya mezin dike ku hizir dike ku Komara Îslamî li dijê DAÎŞ’ê ye, û şerê DAÎŞ’ê dike, lewra di çend eniyan de (wekî azadkirina Amirliyê ji çekdarên DAÎŞ’ê) aliyê kêm hevahengiya ne rasterast bi wan re kiriye.