Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Komara Îslamî, “Herêma Kurdistan”eke çawa li Başûr dixwaze?

14:28 - 9 Çirriya pêşîn 2016

Elborz Rû’înten

Kurd bi giştî û Başûrê Kurdistanê bitaybetî bi awayekî berdewam cihê tekeza siyasetên Komara Îslamî ya Îranê bûye. Jiber ku Komara Îslamî li ser bingeha hizriya xwe, wate berevanî ji xwe, li derveyî sînorên xwe, destxistina di nava karûbarên hemû welatan, bo xwe bi rewa dizane, û kar jê re dike, û bi vê jî razî nine, û spayek taybet bi hemû hêza xwe jê re pêk aniye.

Lê niha pirsyar eva ye ku gelo Komara Îslamî Kurd bi giştî û Herêma Kurdistaneke çawa dixwaze?

Bi bersivdana vê pirsyarê em dikarin ku kiryar û lêkewteyên vê siyasetê şirove bikin, wî çaxî xelkê Kurdistanê û aliyên siyasî bêtir dikarin li ser çawaniya peywendî û wergirtina alîkariyên curbicur ji Komara Îslamî ya Îranê bifikirin.

Di desêkê de di siyaseta Komara îslamî ya Îranê de hebûna herêmeke aram di Rojhilata Navîn de ne mumkin e, jiber ku her cure aramî û ewlehiyek di herêmê de, bala welatên xwedîhêz yên cîhan û herêmê û tenanet xelkê Îranê bo aliyê siyasetên çewt û dijî mirovî yên Komara Îslamî dikişîne, piştre vê li pey çareserî û bidawîanîna wan siyasetên çewt bigerin, ku ew jî bi neman û jinavbirina rejîma Komara Îslamî ya Îranê misoger dibe.

Lewra taqima deshilatdar li Tehranê bi başî vê yekê dizanin û kar bo neman û têkdana aramî û ewlehiya herêmê dikin.

Têkdana ewlehiyê di qonaxa yekemîn de li Rojhilata Navîn û piştre di cixizek berfirehtir de mezintir dibe heya ku hemû cîhanê digire, lewra ez dibêjim hemû cîhan, jiber ku karbidestên rejîmê li Amerîkaya Başûr û Afrîqayê jî dikarin li jêr navê henardekirina şoreşê destêwerdan û sîxoriyê bikin.

Di vê navberê de bo rejîma Komara Îslamî ya Îranê Kurd ji hemû aliyekî çend qat girîngtir e, Yekem eva ye ku hekî her çalakiyekî gelê Kurd li Herêma Kurdistanê erênî û pozitîv be, bi awayekî ne rasterast jî be, bandorê dixe ser nêzîk bi 15 milyon Kurdan, ku di hundir sînorên Îranê de dijîn û her bandorek jî dikare şoreşekê bixe rê, ku qedera Komara Îslamî ya Îranê bixe tehlûkeyê. Lewra di qonaxa yekem de kar dike ku, rê nede Kurd bi qasekî bihêz nebe ku bikare vê bandorê pêk bîne.

Hekî bingeha despêkî ya bihêzbûna gelê Kurd yekgirtin û yekbûna wan be, bi çêkirina asteng û tevdanîkariyan di navbera aliyên Kurdî de vê yekgirtinê ne mumkin dike, hekî em vegerin û li dîrokê jî binêrin, ev yek bi zelalî xûya dike ku, her cure alîkariyeke Komara Îslamî bo aliyeke Kurdî hatibe kirin, li ser bingeh û bi merca dijatîkirina aliyeke din ya Kurd hatiye kirin.

Hekî îro rojê her nakokiyek di navbera aliyên Kurd de hebe, bêguman destê xwedîhêz yê Îranê tê de ye, û di hinek mijaran de jî, ew dest bi eşekere û bi zelalî xûya dike.

Ji hemûyan balkêştir an bêjim metirsîdartir wî çaxî ye ku bona çareserî û nehêlana nakokiyên di navbera xwe de daxwaza navbeynkariyê ji rejîma Komara Îslamî ya Îranê dikin, ku encama wê jî rewşa nebaş a niha ya Herêma Kurdistanê lê dikeve.

Ku wisa bû siyaseta Komara Îslamî ya Îranê di pêxema lewazkirina Kurdan de bi qasekî zelal û eşkere ye ku hebûna têkiliyên bê sînor digel aliyekî Kurdistanî vê pirsyarê diafirîne ka gelo, çawa şiroveya mijara han ji aliyê ew aliyên Kurdî ve nehatiye kirin? Anku berjewendiyên hizbî û takekesî bi qasekî binirx in, ku sînorên têkiliyan jê re bên bezandin? Komara Îslamî bona lewazkirina gelê Kurd, pitir hewla lewazkirina Herêma Kurdistanê dide, û di vê derheqê de jî heya radeyekê serkevtin bi dest xistine.

Despêka serhildana kirîza niha ya herêma Kurdistanê, çêkirin û alîkariya zêde ya ragehandinekê ye ku gotina her tiştekî bo xwe bi rewa dizane û bi hemû curekî hewla kirêtkirina ezmûna Herêma Kurdistanê dide. Piştre bi dana fermana bi Malikî bona qetandina bûdceya Herêma Kurdistanê û çêkirina alozî û nakokiyan di navbera Bexda û Hewlêrê de, hewla çêkirina astengan li ser rêya pêşkevtina Herêma Kurdistanê, yek din ji pêngavên vê siyasetê ne.

Bo selimandina vê yekê jî tenê bersiva yek pirsyarî, dikare alîkar be, ew jî eva ye ku gelo biryara han çawa hatiye dayîn, dema ku em dibînin ku Malikî û Bexda bi vî qasî di bin bandora Îranê de ne? Rejîma Komara Îslamî ya Îranê bi vê çendê jî razî nebû, û rûyê êrîşên DAÎŞ’ê ji Bexdayê guherî bo Herêma Kurdistanê û Kurd xist nava vî şerî de, herweha çêkirina hêza “Dîcle” û piştre çend girûpên çekdar li ser sînorên Herêma Kurdistanê ên weke Heşda Şe’ibî, ku bûdceya nêzîk bi 150 hezar çekdar ji wan ji aliyê hikûmeta nawendî, tenê bo vê hêzê hatiye diyarîkirin.

Evana hemû û çendên din jî, zelal e ku tenê di pêxema yek armancî de ne, ev jî nehêlana Herêma Kurdistanê ye û di vê pêxemê de jî pêngav bi pêngav pêşve diçe, û di vê derheqê de jî hinek serkevtin bi dest xistine. Eşkere ye ku serkevtinên han jî bo Komara Îslamî, di bin siya hinek Kurdan de hatine misogerkirin. Jiber ku hekî alîkariya Kurdan bo pîlangêriya rejîmê nebe, cîbicîkirina wan bo Komara îslamî pir zehmet dibe, jiber ku gelê Kurd dikare hêzeke weke DAÎŞ’ê şikest bide, û deverên xwe yê veqetandî ji axa herêma Kurdistanê careke din vegerîne, û sînorên xwe diyarî bike, lê nikare çareseriya nakokî û arîşeyên navxwe bike.

Lewra Komara îslamî ya Îranê hertim herêma Kurdistanê bi lewazî dixwaze, bi qasekî lewaz, ku şer û alozî di nav de hebe, wî çaxî bi Kurdên hemû cîhanê û Kurdên Îranê bêje ku, lê binêrin hekî hûn jî azad bin, eva wê bê serê we, û di vê pêxemê de jî tekoşînê dimeşîne. Lewra her aliyekî Kurdî ku bixwaze pişta xwe bi rejîma Îslamî ya Îranê û piştevaniyên wê ve girê bide, gerek çend caran bifikire.