Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Komîsarya ya bilind a Mafên mirov yê “NY” daxwaza sekinandina îdamkirina tawanbarê madeyên hişber di Îranê de kir

21:24 - 16 Nîsan 2016

Kurdistanmedia: Rêkxistina Mafê Mirov yê Îranê ragehand ku, di daxûyaniyekî taybet bi “UNHCR”ê de, serokê Komîsarya ya Bilin a Mafê Mirov di rêkxistina NY de, daxwaz ji rejîma Komara Îslamî ya Îranê dike ku, cezaya îdamê liser tawanbarên madeyên hişber di Îranê de bide sekinandin, heya ku Meclis pêdeçûnê bi gelaleya rakirina cezaya îdamê bo tawanbarên madeyên hişber bike û cezaya îdamê liser vê tawanê, nehêle.

Di vê derheqê de Re’d Husên ê Komîsêrê mafê Mirov yê NY dibêje ku, piştî vê ku hate zanîn ku di Îranê de îdamkirin nabe sedema kêmbûna bazirganiya qaçax bi madeyên hişber, belkî yasayên taybet bi xebata li dijî bazirganiya bi madeyên hişber hewcehî bi çaksaziyê hene, ez daxwazê ji dewleta Îranê dikin ku, di pêngava yekem de cezaya îdamkirinê bo tawanbarên bazirganî bi madeyên hişber, bide sekinandin.

Li gorî serjimêriya salane ya Saziya Mafê Mirov yê Îranê, di sala 2015’an de, aliyê kêm ve 969 kes di Îranê de hatine îdamkirin û ev serhejmêrî di du dehikên derbazbûyî de bê minek e.

Jiber ku 638 kesên ku hatine Îdamkirin, wate 66%’ê wan, bi tometa bazirganiya bi madeyên hişber hatine îdamkirin.

Eva di demekî de ye ku di sala derbazbûyî de 70 nûnerên Meclisa Komara Îslamî, gelaleyek pêşkêşî Meclisa Şêvra Îslamî ya rejîmê kiribûn û têde daxwaz kiribûna ku, cezaya îdamê di bazirganiya bi madeyên hişber bê ragirin û girtîgeha heta hetayî di cihê wê de bê danîn, lê di dewleta nû de hêj nediyar e ku çarenivîsa vê gelaleyê wê çi lê bê.

Hevdem hate ragehandin ku roja şemiya heftiya derbazbûyî berwarê 9’ê Nîsanê, 5 girtiyên din di girtîgeha nawendî ya bajarê “Reşt”ê de hatine îdamkirin ku 3 kes ji wan bi tawana bazirganî bi madeyên hişber bi îdamê hatibûn cezakirin.

Roja Derbazbûyî jî, nawendên mafê mirov ên Îranê eşkere kirin ku jinek bi navê “Amine Riza’îyan” bi tawanên girêdayî bi madeyên hişber, li girtîgeha “Kaşmer”ê hate îdamkirin.