Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Komîteya PDKÎ’ li Danîmarkê bo penaberên Kobanê pêdiviyên hewce komkirin

14:09 - 27 Çirriya pêşîn 2014

Kurdistanmedia: Komîteya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li welatê Danîmarkayê, bo penaberên Kobanê, kincên Zivistanê û hidik hewceyên din komkirin.

Li gor rapora Kurdistanmedia, roja yekşemî 26’ê Çiriya Pêşîn a 2014’an, komîteya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li herêma Mît Yûlander a welatê Danîmarkê, wek erkekî nîştimanî, di kiryarekê de hewceyên demsala Zivîstanê bo penaberên Kobanê li Rojavayê Kurdistanê, komkirin.

Komîteya han a PDKÎ di vê helmetê de kincên mezinan, zarokan û herwiha melafên gerim û hewceyiyên, din bo koçberên Kobanê komkirin.

Ewa yekemîn kariwana endam û alîgirên PDKÎ di vê herêmê de ye ku di heyamê heftiya borî de alîkarî bo penaberên Kobanê kom kirin e ku qerare çendîn karewanên din ji harîkariyan jî, ji aliyê komîteyên din ên PDKÎ li Danîmarkê bo penaberên Kobanê amade bin û bo wan penaberane bên henarde bikin.

Herwiha berpirsê Komîteya Tevgera Goran li Arhûs û berpirsê lêjneya devera Arhûsê a Partiya Demokrat a Kurdistana Başûr xwest, bo komkirina wan harîkariyane xwest ku arîkarê komîteya PDKÎ bibe.