Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Komîteya PDKÎ li welatê Otrîşê di bibîranîna karesata Şingalê de beşdarî kir

21:46 - 11 Tebax 2016

Kurdistanmedia: Komîteya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li welatê Otrîşê, di rê û resma taybet bi bîranîna karesta Şingalê de beşdarî kir.

Roja şemî, 18’ê Gelawêja 1395 (08’ê Tebaxa 2016)an, ji aliyê Komeleya Êzdiyên rûniştevanên welatê Otrîşê, rê û resmek bi boneya derbasbûna du sal bi ser hêrişa hovane ya terorîstî ya DAIŞ’ê, bo ser herêma Şingal û derdorê pêk hat ku tê de dehan hezar kes ji xelkê vê deverê hatin kuştin û birîndarkirin û bi êxsîrî hatin girtin.

Bona nîşandana hevxemiyê ligel xelkê navçeya Şingalê û şermezarkirina kiryarên dijî mirovî û cinayetkarane a DAIŞ’ê li wê deverê, nûnerên beşeke zêde ji saziyên Kurdistanî tevlî wê rê û resmê bûn.

Di rê rê û resmê de berpirsê giştî yê Komîteya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li welatê Otrîşê û berpirsê beşa peywendî ligel rêxstinên Kurdistanî yê komîteyê û cihgirê wî û yek ji endamên PDKÎ tevlî wê bibîranînê bûn.

Di rê û resma han de, berpirsyarê Komîteya PDKÎ, Dr Ceza Salihî, derbarê sedem û armancên hêrişa hovane ya DAIŞê bo ser devera Şingalê û encama vê êrîşa dirindane axivî.

Komîteya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ligel şermezarkirina hêriş bo ser xelkê bê guneh û sivîl ê herêmê, hevxemiya xwe bi malbat û kes û karên sehîdan û kesên êxsîrgirtî di vê hêrişê de da xuyakirin.

Di beşeke din a axavtina xwe de, Dr. Ceza Salihî behsa beşdarîkrina Pêşmergeyên PDKÎ di yekemîn rojên destpêkirina şer kir li Kurdistanê û hebûna Pêşmergeyên PDKÎ di qada yekem a şer de û bi hawarçûna pêşmergan bilind nirxand. Herwiha berpirsê Komîteya PDKÎ li Otrişê, hewildanên karbidestên rejîma Komara Îslamî ya Îranê bo pêşgîrîkirin ji beşdarîkirina Pêşmergan di wî şerî de şermezar kir.

Dr. Ceza Salihî di berdewamiya axavtina xwe de ev jî anî ziman ku ku rejîma Komara Îslamî ya Îranê piştevanê sereke yê DAIŞê ye û welatê Îranê cihê veheviyana serokên DAIŞê bûye û ev peywendî heta niha jî dom dikin. Salihî di axavtina xwe de tekez kir, bona hevsozî ligel kurdên resen û kevnar ên Êzdî, divê hewildan bona azadkirina navçeyên dagirkirî yên wan berfireh bibin, herwiha hewl bên dan bo rizgarkirina êxsîr û giertiyên wan ji destê DAIŞê û ji hemûyan girîngtir hewl û cehdên bê rawestan bên kirin bona nasandina karesata Şingalê weke jînosîd û komkujî û qerebûkirina xelkê deverê.