Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Konsêrtek ji bo pêştevanîkirin ji Enstîtuya Kurd a Parîsê bi rê ve çû

15:53 - 7 Çirriya pêşîn 2015

Kurdistanmedia: Hunermendên Kurd bi armanca piştevanîkirina aborî ji Enstîtuya Kurd di Firansayê de konsêrtek lidarxistin.

Li gorî rapora ku gihaye malpera Kurdistanmedia, roja Duşemiyê 5’ê Çiriya Pêşîn a 2015’an, bi armanca piştevanîkirina aborî ji Enstîtuya Kurd di paytexta Firansayê de, konsêrtek ji aliyê Hunermendên Kurd ve bi rêve çû.

Di vê konsêrtê de, Hunermendên navdar yên Kurd wekî “ Şivan Perwer” û “Miço Kondeş” çend stran diyariyê amadebûyiyan kirin, û herwiha Hunermend Kondeş jî çend stranên kilasîk yên kurdî gotin.

Herwiha Şivan Perwer Hunermendê navdar ê Kurd piştî gotina çend stran û sirûdan, li ser encama kar û çalakiyên şehîd Dr. Qasimlo rêberê berê yê neteweya Kurd ji bo Enistîtuya Kurd di Parîsê de axivî.

Herwiha ŞivanPerwer spas ji dewleta Fransayê ji bo piştevanîkirin ji neteweya Kurd kir.

Di çend mehên borî de, nûçeyên daxistina Enstîtuya kurd di Parîsê de bi sebeba pirsgirêkên aborî belav bibû, her eva jî bibû cihê dilgiraniya kesayetiyên Kurd û çalakvanên Ewropayî.

Birnard Kuşnêr, Wezîrê berê yê Karê Derveyî dewleta Firansayê di nameyekê de daxwaza alîkariya aborî ji Fransu Uland serkomarê wî welatî kiribû.

Enîstîtuya Kurd li Parîsê di sala 1983’an de hatiye avakirin, û saziyeke sikular û sivîl e, armanca wê parastina dîrok û Kultura Kurdistanê, û nasandina çalakvanên Ewropayî digel dîrok û Kultura neteweya Kurd e.

Ew Enîstîtu 10 sal piştî avabûnê, ji aliyê welatê Firansayê ve bi fermî hate naskirin.