Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kurd goriyê netifaqiyên navxweyî

14:03 - 5 Nîsan 2018

Dara Natiq

Doza berheq a Kurd di van çend salên borî de, ji hemû demekê zêdetir di rojevê de bûye, û bizava Kurdî dikarî bizanebûn û hişyariyeke zêdetir, vê derfeta han ji bo pêşvebirina berjewendiyên xwe yên neteweyî bi kar bîne. Lê mixabin derswernegirtin ji ezmûnên tall yên berê û netifaqî û ji hev dûrketina roj bi rojê zêdetir a partiyên siyasî yên Kurdan, cardin valahiyek di nava bizava Kurdî de çê kirin, ku dujmin û dagîrkerên Kurdistanê weke derfetek ji bo betalkirina xewn û hêviyên mafxwazane yên neteweya Kurd mifahê jê werbigrin.

Bûyerên karesatbar yên sala 2017-2018`an vê yekê baş didin xuyakirin, ku tevgera Kurdî hevrîşî parvebûn û lêktirazaneke berçav bûye.

Tu carî bi qasî dema pêş rêfrandomê û niha Kurd tûşî perçebûn û ji hev belavbûn û hiloşiyanê nebûye. Di zirûfa niha de, ger bizava Kurdî bi giştî di herçar parçeyên Kurdstanê de pêdeçûnek bi ser mêtoda xebet û stratêjiyên xwe de nekin, û tekezê li ser hevduqebûlkirin û hevgirtin û berjewendiyên xwe yên neteweyî neke, yê tûşî hiloşîn û xesareke mezintir ji niha bibe. Veşartina rastiyan, û senger li hevdu girtin, û dijberî û bûn bi ecêndaya dagîrkeran bona şikandina hevdu, wê karesatên mezintir ji xeyaneta 16`ê octeberê û bûyerên karesatbar ên Şengal û Efrînê û...hwd, bi xwe re bîne. Ya ku niha dixuye, tevgera Kurd bi du eniyên cuda û têfikirînên ji hev dûr dixebitin. Eniyek ku hilgirê hizrek serbixweyîxwaz û nasiyonalîst e, û serbarê tev zext û givaşên heyî ji bo gihîştin bi xewna serbixweyî a gelê Kurd fîdakariyê dike, û tehemula zehmetî û astengiyan dike. Lê eniyeke din bi tewahî dij bi hizra serbixweyîxwaziyê sekiniye, û bûye ecêndeya dagîrkeran û çavê wan li hember berjewendiyên neteweyî Kor e.

Kultura milmilanê û kerb û kîn û senger lihevdugirtina bizava Kurd û bi taybetî eniya girêdayî dagîrkeran ve, tu xatircemiyek ji bo ewlehiya neteweyî û pêşdebirina doza berheq a neteweya Kurd nehêlaye. Bi wê netifaqiya ku îro di nava mala Kurd de heyî, Kurd nikare zemaneta manewa xwe heta bo yek rojê jî bike, ca çi bigihîje bo demek dirêjtir. Metirsiya çêbûna şerê birakujî di nava bizava Kurdî de, ji hemî demek zêdetir di rojevê de ye. Hêzên dagîrker û yek ji wan Komara Îslamî a Îranê bi mifahwergirtin ji wê valahiya ku di nava bizava Kurdî de çêbûyî, kariye hêjmoniya xwe bisepîne û ji rêya aliyên girêdayî xwe ve, astengiyên mezin li hember hizra nasyonalîst û serbixweyîxwazî a gelê Kurd de çê bike, û valahiya han ji bo netifaqiyên zêdetir heya asta çêkirina şerê birakujî weke derfet bi kar bîne.

Di vê zirûfa han a hesas de ku dagîrkerên Kurdistanê serbarê asimîle û qirkirina Kurdan û çêkirina netifaqî û şerê birakujî, li hewla parçe-parçekirin û guherîna demografiya Kurdistanê de ne, lewma pêdivî ye ku bizava Kurdî li hember wan pîlan û metirsiyên han bi zanebûn û hişyarî û berpirsane bilivlive, û berjewendiyên neteweyî nekin qurbaniyê nakokî û kerb û kîna li hember hevdu de.

Çaresernekirina vîros û xwexuriya di nava bizava Kurdî û veşartina îxanetên pişt perde a wan kes û girûpên girêdayî dagîrkeran, wê malwêraniyeke zêdetir ji bo Kurdan bi xwe re bîne, û rêya gehîştin bi elenda serkevtinê dirêjtir bike.

Dibe berjewendiyên neteweyî û nîştimanî weke bingeha sereke a hizr û stratêjiya siyaseta Kurdî were bikaranîn, û gelê Kurd ji hizb û girûpan derbas bibe û neteweyî biryar bide, hekî ne, qederek biyûm û nediyar li benda me ye.