Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kurdistana Başûr, firsend û tehlûke

18:34 - 7 Gulan 2016

Elî Munezemî

Gelê kurd û destkevtên wan yên netevî li Başûrê Kurdistanê li çend aliyan ve ketiye ber gefan û pêdiviye ku hêz û aliyên kurd bo xwe derbarskirin li wan tehlûkeyan bi awayeke yekgirtî û li ser bingeha qazancên netevî bilivlivin û tevbigerin û nehêlin wek berê dîsa destkevtên kurdan li ber nebûna hewdengiyê ji destherin. Ger em li gor teoriya rastîbaweriyê (realîstî) li ser wê mijarê fokûs bikin û faktorên bihêzkirin û tehlûkeleyên ku dibin sedemê bêhêzbûna kurdan bixin ber çavan, dibe ku em li xwe bipirsin gelo ew tehlûkeyên ku bas jê hatîkirin, kîjanin? Kîjan firsend û çawa li firsendan were mifahwergirtin? Bo ku em civaba wan pirsan bibersivînin, emê li ser wan xalên jêrîn tekezbikin:

1.Yekimîn tehlûke li ser destkevtên kurdan, kurd bi xwe ne. Eger hêz û partiyên kurdan nekaribin tolirans û tehemula xwe li hember hev zêde bikin û hurmet li hev negrin û li hizra derkirina hevûdu bin li meydanê û nekaribin hevkariyê li şûna riqabeta nesax dabinên û alûgorên pêdivî li sîstim û jêrxanên desthilatdariya hikûmeta xwe de pêkneyinîn, yê kurd bi xwe bibe belayek mezin bo ser destkevtên netevî. Bo wê yekê pêdiviye ku karbidest û partiyên Kurd çend pêngavê hevce rakin: i. Pêkanîna riformên hevce li pêkhateya dezgehên hikumetê de û derbasbûna bi lezgînî li dû-idareyîbûnê. Li wê pêngavê de dibe hêzên parastinî, asayiş û pêşmerge bi zûtirîn vext bibin bi yek û bikevne dest hihûmetê û li hizbîbûnê werin rizgarkirin û kar û berpirsiyaretî bi kesên şareza were spartin; ii. Ew navend û damûdezgehên kikûmî ku li ber nakokiyan pasîv bûne, dîsan werin aktîvkirin û bo wê yekê jî her part yan aliyek bila li hember xwastikên xwe yê demkurt de hindek xwe paşvebikşîne û berjendiyên dirêjmidehe netevî bi binema bigre bo tevgera wê qonaxa xebata xwe ya netevî; iii. Şêvreke bilind li pisporan were çêkirin bo çareseriya nakokiyên navxweyî û hemû aliyek biryarên wê şêvrê re hurmet hebin û birêve bibiniv û IV. Hikûmeta herêmê dibe li pilana xwe de evlewiyetê bide hêza pêşmerge û pêdavistiyên wê hêzê, tenduristiyê û perwerdeyê.

2.Tehlûkeya hikûmeta navendî li ser Kurdan: i. tehlûkeyên leşkerî yên rasterast yan yên nerasteras, ii. Tehlûkeyên aborî û iii. Tehlûkeyên civakî.

Hikûmeta navendiya Îraqê ku piştî hiloşiyana rêjîma Baas çawerwanî jê dihatekirin ku bibe kihûmeteke dêmokratîk, mixabin nekaî xwe dêmokratîze bike û di warê hizrî de desthilatdarên nû tu cihêtiyek tevî rêjîma Baas nebû û nîne û tê eyankirin ku armanca wan tinê guhertina rûsaziya hikûmeta Baas bûye, ne ew yeka ku bixwazin jêsazî û koka wê cure sîstimê bigiherînin. Ber hindê jî, ew desthilatdarên nû dîsa bûne tehlûke li ser hebûn û berjevendiyên kurdan û xelkên din yên xwecî.

Di warê siyasî de jî bi rêya hindek bikirêgirtiyên xwe ve hevil didin ku refên yekgirtîxwaze kurd têk bidin û cudabîriya siyasî bikin bi pirsgirêk û lihevhatin û tebahiya nawmala kurd xirab bikin. Hindek kes ku serdema rêjîma berê, fêrî xwefirotinê bûne, dîsa xwe dikin emrazê destê hikûmeta navendî û li damezrandina hêzên «heşida şeibî» li bajarên kurdistanî de rol digêrin û gencên kurdan dikin fîdayê qazancê xwe yê xasmanî. Ewa tehlûkeyeke micid e û hîn zêdetir li tehlûkeyên rastevxwey hikûmeta navendî.

Tehlûkeyên aborî ku her zaf li mêjve li aliyê hikûmeta navendî ve li hember Kurdistanê hatine bikaranîn û zext û givaşeke zêde ketiye ser kurdan. Dibe xelkê kurdistanê hindek li xwastikên xwe li hember kikûmeta Kurdistanê (KRG) kêm bikin û li serdema rewşa aloza niha de, zêde xwe nekin serbarê hikûmeta herêmê; eger çi ew xwastikên xelkê heq bin jî. Hikûmeta Herêmê û hemû kesayetiyên xwedî bandor dibe wê rewşê bo xelkê zelal bikin û her kes li aliyê xweve bibin sedemê sivikkirina erkê KRG ku ew jî bikaribe pişta xwe li bin wan hemû pirsgirêkan de rast bike û pêngavên xwe qahîmtir li caran bo aliyê serxwebûnê rabike.

3.Tehlûkeya terrorîzmê: Tehlûkeyên terrorîzmê her tim li ser xelkê kurdsiatnê hebûye û heye. Lê li serdema niha de ew tehlûkeyane zêdetir bûne û xêncî terrorîzma li aliyê dijmin û hikûmetên zal bi ser kurdistanêve, tehlûkeya grûpên terrorîstiye wek Daişê jî hêşta deriyê mala kurdan bernedaye û li ciyê xwe ye. Bi derkevtina grûpa terrorîstiye Daişê û hatina zêdetir li 2 miliyon penaberan bo herêma kurdsitanê, rewşa civakiye herêmê jî aloz bûye û dikare li pêşeroja herême re bibe pirsgirêkeke ciddî. Hikûmeta herêmê dibe bo wê yekê daxwaza piştgiriya navnetevî bike ku bikare heta qasekê wê tehlûkeyê kêm bike û nehêle bibe arîşe bo civaka herêmê. Bo wî karî jî dibe Hikûmetê bernameyên întegrasiyonê hebe bo wan penaberan û wê rewşê li tehlûkebûnêve bike derfet.

4.Tehlûkeya hikûmetên zal li ser parçeyên din yên kurdistanê de anku dijminên kevnar: i. tehlûkeyên Îranê, ii. Tehlûkeyên Turkiye.

Diminên kevnare kurd ku qet çavên dîtina kurdan û destkevtên wan ninin, her hemû bi yek qasî kîn hene hember kurdan. Lê Îran û Turkiye îrorojê tehlûkeyek mezintirin li Îraq û Sûriyê bo me. Xetera Îranê li ber çend hegeran li xetera Turkiyê jî zêdetir. Li ber ku Îran xwediyê rêjîmeke terrorîstiye û tu pirensîpeke exlaqî bo gihîştin bi armancên xwe nine ku bide pey, hegemoniya wê rêjîmê li ser hindek alî û kesasetiyan li Başûr zêdeye û dikare bo têkdana nawmala kurd li xudê kurdan mifah werbigre û tevî zilhêzên wek Rûsiya û Çîn ê peyvendiyên xurt û berjevendiyên hevbeş hene. Hindek hêzên kurdan jî li ber dijayetiya Îranê bi welatên Rojavayî re, xwe li eniya Îranê û Rûsiyê de dibînin.

Turkiye jî ku divarê eskerîve endamê hevpeymanetiya atlantîka bakûr anko Nato ê ye û li aliyê Rojavayiyan ve baş hatiye pirçekkirin, dikare hebûna azadîxwazên kurd yên Bakûr ku li Başûr/Qendîlê dimînin bike behane û hêzên xwe yê leşkerî bişîne başûr yan wek caran bi hêrişên esmanî evlehiya xelkê kurd bi başûr têk bide. Lê hikûmeta herêmê dikare Turkiye hevsar bike û li ser binemaya berjevendiyên hevbeşe aborî li hev bikin.

Firsendên Başûrê Kurdistanê

Hikûmeta herêma Kurdistanê firsenek baş ketiye dest bo ku pêngavên bilind hilbigre bo serxwebûnê li ber ku:

5.Hikûmeta navendiya Îraqê daye eyankirin ku ne dikare xwe dêmokratîk bike û ne jî dikare yekparçebûna Îraqê biparêze.

6.Peyvendiyên dîplomatîk nîşan didin ku welatên bîhanî bi awayeke baş û wek dewlet û welateke serxwebûyî danûstandinê tevî kurdan dikin.

7.Kurdan û pêşmergeyên kurda dane eyankirin ku hêza dijberê terror û parêzvanê dêmokrasiyê li Rojhelata Navîn de kurdin û bi kar û xebata xwe baveriyek mezin bal welatên zilhêz destxwe xistiye û ew yeka jî bûye sedemê wê yekê ku leşkerên pêşmerge werin pirçekkirin.

8.Hikûmeta herêmê bi hebûna neft û gaze dikare enerjiya welatên Rojavayî berhem bîne.

9.Baveriya xelkê kurd bi xwe û hêza xwe ku faktora herî girînige û firsendek bêhempa dixe destê rêberên kurd li Başûr.

Encam:

Kurdistana başûr li rewşeke aloz de rojên xwe derbas dike û firsend û tehlûkeyên mezin li ser rêya wan hene û pêdiviye ku selêqe tevbigere. Tehlûkeyên ser rêka pêşeroja başûr nebûna tebayî û toliransa hêzên siyasî, tehlûkeya hikûmeta navendî ya Îraqê, grûpên terrorîstî wek Heşd Şeibî û Daiş û tehlûkeya Îranê û Turkiyê wek dijminên kevnare kurdan e. Hêza çekdare hikûmeta Herêmê divarê pêdavistiyên leşkerîve rengbe nekare li tevî wan hemû tehlûkeyan li yek demê de rabiveste, lê firsendên mezin jî li destên Kurdên Başûr de hene û eger bi başî mifah jê were vergirtin, yê wan tehlûkeyan bêkarker bike. Wek tevgeriyana welatên bîhanî tevî Başûr wek welateke serbixwe di warê dîplomasiyê de, pirçekirina hêzên pêşmerge, likarketina hikûmeta navendiya Îraqê, berjevendiyên hevbeşe aborîye hikûmeta herêmê bi Turkiye û Rojavayiyan re û piştgiriya gelê kurd li xwastikên xwe û hikûmeta xwe. Hêviya me jî ewa ye ku xwastikên gel werin bicî anîn.