Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kurdistana Rojava li hemberî metirsiyek mezin de ye

13:45 - 22 Kanûna pêşîn 2016

Elborz Ro’în ten

Qonaxeke din a dîroka pir ji qurbanî û çewisandin a netewa Kurd, Kurdistana Rojava ye. Jiber ku serbarê xebata çendîn sale ya xwe, hêj bê maf û tenanet bê nasname ye, lê niha yekemîn çirîska gehiştin bi mafên vê para Kurdistanê, piştî aloziyên çend salên derbazbûyî ên Sûriyê, derketine holê.

Lewazbûna Beşar Esed bûye sedem ku ev beşa axa Kurdistanê bikeve bin kontrola Kurdan de, û hêviyek mezin çê bû bona vê ku Kurdistana Rojava jî bikare ber bi modêleke deshilatdariyê yê weke Kurdistana Başûr here, ku tê de serbarê demokrasî û gehiştina bi mafên xwe yên netewî, bibe piştevanek bo parên din ên Kurdistanê jî, tenanet bi navbeynkariya serkirdeyên siyasî ên Kurdistana Başûr, pêngawên despêkî bona avakirina têkiliyên dîplomatîk û siyasî di navbera “PYD” û Turkiyê de, bi merema weha modêleke deshilatdariyê hatine avêtin, û di vê pêxemê de jî, Salih Muslim çendîn caran serdana Turkiyayê kir.

Lê di demekî Kurt de û piştî ku PYD deshilat girte destê xwe, di cihê vê de ji xewnên netewî ên gelê Kurd nêzîk bikewe, berevajî dûr ket. çendîn hokarên bûne sedem ku, ezmûna Kurd li Kurdistana Rojava bikeve bin tehlûkeyê û çavkaniya wan sedeman jî vedigere bo bidestvegirtina deshilatê ji aliyê PYD’ê li Kurdistana Rojava ve.

Di despêkê de di cihê vê de ku deshilatekî tevalî li Kurdistana Rojava dirust bibe, deshilatek yekalî hate avakirin ku rêya siyasetkirinê bi tu aliyekî din nehate dayîn, û tenanet kar gehişte cihekî ku piraniya çalakvanên siyasî ên aliyên din hatine binçavkirin û niha jî beşek berçav ji wan di girtîgehên PYD’ê de hebs in.

Eva di demekî de ye ku ev modêla deshilatdariyê ku ji aliyê PYD’ê li Kurdistana Rojava tê birêvebirin, modêlekî ne zelal e û qazancên vê mêdêlê bo dewleta nawendî pitir e ji gelê Kurd, jiber ku daxwaza qewareyekî siyasî liser bingeha mafên netewî ya demokrasiyekî giştgîr li Kurdistana Rojava nake, belkî bi nav Xweseriyeke Demokratîk e û di pirektîk de heman îdareya Sûriye ya kevn e.

Eva di demekî de ye ku ezmûna han bi tewahî pişta xwe bi cemsera Şî’e ve girêdaye, lewra piştqahîmkirina bi vê cemserê, bi sedema hebûna dîktatorên weke Îran û Sûriyê, nikare heya serî di xizmeta gelê Kurd de be, belkî ezmûneke emirkurt, û wê di berjewendiya wan hêzên dîktator de be.

Piştqahîmbûna PYD bi cemsera Şî’e karek wûsa kir ku bandorê bixe ser beşên din ên Kurdistanê jî, û bibe bi yek ji sedemên sereke bona jinavçûna piroseya aşîtiyê li herêmê, jiber ku yekemîn qonaxa alozbûna peywendiyên HDP’ê û AKP’ê, serhildana wan nerazîbûnên Kurdistana Bakûr bûn bona piştevaniya ji Kurdistana Rojava li dijî Turkiyê.

Bi siyaseta ku di çend salên derbazbûyî de ji aliyê deshilatdariya Rojava ve hatiye peyrewkirin û herweha bi hereketên vê dawiyê ên weke şewitandina Ala Kurdistanê û gotinên Salih Muslim di Parlimana Ewrûpayê de, ku tekezî liser dijatiya wan digel Dewlet-Netew kir, û peywendiya wan bi rejîma Beşar Esed, û herweha nêrîn û bertekên dewleta Beşar Esed derheq bi maf û Kantonên Kurdan, zengeke metirsîdar e bo ezmûna Kurd li Kurdistana Rojava.

Niha ku metirsiyên weha liser Kurdistana Rojava heye, take rêya rizgariyê yekitî û biratiya hemû hêz û aliyane. Hekî bê û deriyê yekitî û biratiyê li Kurdistana Rojava bona pişikdariya hemû hêz û aliyan nehê vekirin, careke din emê ber bi tunebûneke din ve herin ku têde tirajidiya Kurdbûnê ducar bibe.

Gerek li bîra me neçe ku derfeta han ku bo Kurdan derketiye, dîrokî ye û bi yekrêziyê dibe modêlek bona bidawîanîna çewisandina netewî ya neteweyek bêpar ji mafên xwe.

Di heman demî de birêvebirina deshilateke demokratîk ku tev alî têde pişikdar bin, garantiya berdewambûna ezmûna Kurd e, jiber ku em nikarin daxwaza azadî û demokrasiyê bikin û tenanet navê modêla birêveberiya me Xweseriya Demokratîk be, lê bi xwe demokrat nebin, nekarin pişikdariya hêz û aliyên din û bîrûraya cuda ji xwe qebul bikin, lewra gerek di wî warî de pêngawên hewce awêjîn, çûnkî hekî wûsa nekin rojên çewisandin û tepeserkirina Kurdan wê ducar bin.