Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Amerîkayê helwêsta dewleta Otrîşê li hemberî terora Viyenê hate pirotestokirin

22:07 - 16 Tîrmeh (Temûz) 2016

Kurdistanmedia: Seba helwêsta qirêj ya dewleta Otrîşê li hemberî terora necamêrî ya Viyenê, li hemberî deriyê balyozxaneya Otrîşê li Washington, meşek nerazîbûnê hate lidarxistin.

Roja Çarşemî berwarê 13’ê Temûza sala 2016’an ya Zayînî, komîteya PDKÎ li Amerîkayê, meşek nerazîbûnê li ber deriyên balyozxaneya Otrîşê li Washington rêk xist.

Di despêkê de meşê bi sirûda netewî ya “Ey Reqîb” û ragirtina bêdengiya bona rêzgirtin ji canê paqij ya şehîdan, bitaybetî şehîdên “Rabûn” a PDKÎ dest bi karê xwe kir.

Paşan bi gotina diruşmên bi zimanên Kurdî û Farsî û Îngilîsî, helwêsta karbidestên Otrîşê lihemberî rênedan bi dadgehîkirina bikujên Dr.Qasimlo û hevalên wî, pirotesto kirin, û hevdem daxwaza xistinekar ya keysa terora Viyenê kirin.

Di beşa din ya şemê de, Hesen Şerefî cîgirê sekreterê giştî yê PDKÎ ji rêya Telefonê ve, derheq bi terora Viyenê çend gotinek pêşkêş kirin.

Piştre biryarnameya meşa nerazmbûnê ji aliyê “Areş Salih” ve bo amadebûyên meşê hate xwendin.

Paşan biryarnameya meşê ji aliyê “Areş Salih” nûnerê PDKÎ li Washingtonê û herweha “Cemal Ebdolazade” berpirsê Komîteya PDKÎ li Amerîkayê, radestê karsazên balyozxaneya Otrîşê hate kirin.

Di biryarnameyê de daxwaz ji dewleta Otrîşê hatibû kirin ku di pêxema dadperwerî û rêzgirtina ji bingehên demokrasiyê, xebatê bike ku keysa viyenê bikeve kar.

Di vê meşê de heyeteke “YNK” jî pişikdarî kir.