Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Cizîrê 4 kes hatin kuştin ku nasnameya wan nediyare

19:34 - 8 Şibat 2016

kurdistanmedia: Li Cizîrê 4 kes ku bi gulleyên hêzên dewletî hatin kuştin, nasnameya wan nediyare.

Li gor nûçeyan, şer û pevçûn û dorpêç li bajarên bakûrê Kurdistanê hêj berdewame û termê 2 kesan li kolana Hûzûrê û 2 yên din jî li kolana Paraşutê de hatin dîtin.

Heyameke ku şerûpevçûn li nava bajarên bakurê Kurdistanê dest pê kiriye, û heya niha sedan kes ji çekdarên herdu aliyan û hejmarek herî zêde ji xelkê sivîl hatîne kuştin û birîndar kirin û her bi vê sedemê qedexeya derketinê ji aliyê dewletê ve li bajarên Kurdistanê hat ragehandin ku heya niha jî qedexeya derketinê li beşek ji bajarên Kurdistanê hêj berdewam in.

Li gorî rapora Wexfa Mafê Mirovan a Tirkiyê “TÎHV” qedexeya derketina kolanan berdewame ku bandorek xirab li ser jiyana xelkê deverê kiriye.

Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê “TÎHV”raporek li ser binpêkirina mafê mirovan di warê tenduristiyê û jiyanê li bajarên Kurdistanê û li ser qedexeya derketina derve amade kiriye. Li gorî raporê, dorpêçê bandor li ser jiyana herî kêm 1 mîlyon û 377 hezar mirovî kiriye, û 366 kes ji sivîlin jiyana xwe ji dest dane.