Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li girtîgeha Urmiyê de girtiyekê dawî bi jiyana xwe anî

14:09 - 9 Tebax 2015

KUrdistanMedia: Hevwelatiyekî kurd yê xelkê Kirmaşanê li girtîgeha bajarê Urmiyê de ji ber xirabiya rewşa nav girtîgehê û tendurustiya xwe, dawî bi jiyana xwe aniye.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media, Elî Mihemedî, girtiyê kurd li zîndana bajarê Urmiyê de bi sedema xirabiya rewşa saxlemiyê, dawî bi jiyana xwe anî.

Elî Mihemedî hefteyekê berî niha bi sedema gireva birçîbûnê jib o odeya takekesî hatibû veguhastin, roja pêncşemî, 6’ê Tebaxa 2015’an li bêhdariya girtîgeha Urmiyê de dest bi xwekujiyê kiribû.

Çavkaniyek haydar li vê derheqê de ragihand ku Elî Mihemedî ji ber neşopandina dosyaya wî û nerazîbûna li hember hukmê dasepandî bi ser xwe de, dest bi gireva birçîbûnê kiribû û bi vê sedemê ve, ji aliyê berpirsên girtîgeha Urmiyê ve bo odeya takekesî hatibû veguhastin û piştre ji ber xirabiya rewşa derûnî û tendurustiya xwe, bi xwarina derman dawî bi jiyana xwe aniye.

Elî Mihemedî xelkê Kirmaşan û rûniştiyê bajarê Tehranê bû ku sala 1388 a rojîbi tometa sîxoriyê hatibû destbiserkirin.

Navhatî li destpêkê de hukmê bi îdamê bi ser de hatibû sepandin, lê paşan hukmê wî bo 18 sal zîndana “Teizîrî”hate kêm kirin.