Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Herêma Kurdistanê hejmara penaberên Kurdistana Sûriyê gehîşte 230 hezar kes

12:26 - 25 Îlon 2013

Kurdistanmedia: Hejmara penaberên Kurdistana Sûriyê li Herêma Kurdistanê roj bi roj zêdetir dibe û Yûnîsêf li ser rewşa zarokên Sûriyê huşdarî da.


Li gor raporekî “Elneşre”, hejmara penaberên Kurdistana Rojava li Herêma Kurdistanê 230 hezar kes derbas bû û karbidestên hikûmeta wê Herêmê îtimala vê didin ku di pêşerojê de hejmara van penaberane zêdetir bibe.
Her wusa di vê raportê de hatiye: Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwz ji civaka Cîhanî kiriye ji hember penaberên Kurdistana Sûriyê xemsar nebin û alîkariya zêdetir pêşkeş bikin.
Ji aliyek din ve Sendûqa Palpişta Zarokan li bizava Netevên Yekbûyî (Yûnîsêf) şeva derbas bûyî li raporekê de ragihand: 3milyîon zarokên Sûrî ji penaberan, tirsa karesata mirovî li ser e.
Di vê raporta Yûnîsêf de hatiye: Pirsgirik û arîşeyên ji ber devê xelkê Sûriyê tenê li xwardin û wexwarinê de fetîs (Xulase) nabe, belkî kutana (Waksen)a 700 hezar zarok ji ber pêşgîrî li nexweşiyên cur ba cur li gel astengî berbirû bûne.
Ji aliyek din ve malpera Dêlî Têlgiraf bilav kir, seba şer û pevçûna hundirîn ya Sûriyê hejmarekî giştî ya penaberan ku bi naçarî welatê xwe bi cî hêştine, 2 milyîon derbas kiriye.
Di vê raportê de li ser hevceyên êrîş nekirin bo ser xwendingehan pêdegirî kirine û hatiye: Hevceye deverekî parêzraw hebe, heta jinan û zarokan birakin alîkariya xwe werbigrin.
Her wiha wê malperê bilav jî kir, li hundirî sûriyê de 5 milyîon kes aware bûne û bi naçarî diçine bajarên din ên vî welatî.