Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Kurdistanê her roj 4 jin dişewitin

15:39 - 4 Hezîran 2015

Çavkanî: Rûdaw

Li Başûra Kurdistanê, li gorî amarên nexweşxaneyan, şewitîna jinan bi rêjeyeke berçav zêde bûye û her roj bi kêmanî çar jin dişewitin an xwe dişewitînin.

Bêhtirîn bûyerên sotina jinan li Duhokê hatine tomarkirin. Herî kêm jî jin li Silêmaniyê şewitîne yan xwe şewitandine.

Li gorî amarên nexweşxaneyan, di sê mehên pêşî yên îsal de 386 jin şewitîne yan xwe şewitandine. Di encamê de jî, 57 jê mirine. Herî zêde jin li Duhokê şewitîne ku hejmara wan 195 e.

Wisa xuya dike ku konferans, semînar û çalakiyên ku ji hêla çalakvan û saziyên jinan ve tên sazkirin, nebûne sedemê kêmkirina rêjeya xweşewitandina jinan.
Dihok yekem e

Herçiqasî hejmara xelkê Dihokê ji akinciyên Silêmanî û Hewlêrê kêmtir e, lê li gorî amarên çend nexweşxaneyên Dihokê, di nava sê mehên pêşî yên îsal de, 195 jin şewitîne û 25 ji wan mirine.
Arî Hebîb ku yek ji berpirsên Rêveberiya Tendirustî ya Duhokê ye, vê hejmarê ji devereke wek Duhokê re zêde dibîne û di wê baweriyê de ye ku pirraniya wan bûyeran xweşewitandin in: “Jin û malbatên wan jî di dema xweşewitandina jinan de lê mikur nayên ku bûyer xweşewitandin e, lê hertim dibêjin şewitiye.”
Li Hewlêrê 140 jin şewitîne
Li gorî amara Rêveberiya Giştî ya Tendirustî ya Hewlêrê, di sê mehên pêşî yên îsal de dora 140 jin şewitîn û 22 ji wan mirine.
Berpirsê Ragihandina Tendirustî ya Hewlêrê Faxir Kirmancî ji Rûdawê re got, li Hewlêrê jin bêhtir dişewitin, neku xwe dişewitînin: “Lê li qeza û nahiyeyên Hewlêrê xweşewitandina jinan zêdetir e. Çimkî li wir zextên derûnî û civakî li ser jinan zêdetir in.”

Li Silêmaniyê kêmtir e

Lê li gorî amara Nexweşxaneya Hawarçûnê ya Silêmaniyê, rêjeya şewitîna jinan a herî kêm li Silêmaniyê bû.
Li gorî vê amarê, di sê mehên pêşî yên îsal de 51 jin şewitîne, 10 ji van jinên şewitî mirine ku 3 ji wan penaberên Sûrî û Îraqî bûn.

Rêveberê Nexweşxaneya Hawarçûna Silêmaniyê Şaxewan Sayib ragihand: “Sedemê sereke yê şewata jinan li ba me dernakeve, çimkî ti jinek nabêje min xwe şewitandiye. Hekî xwe şewitandibe jî, hêcetekê bo şewitîna xwe tîne. Lê bi rêya şêwaz û rêjeya şewatê, em tê derdixin gelo ew jin şewitiye yan xwe şewitandiye.”

Rêveberiya giştî ya nehîştina şîdeta dijî jinan her meh amarên şîdetê li hemû qeza û bajaran dicivîne û di malpera xwe de belav dike. Lê serjimêriyên nexweşxaneyan derbarê şewitîna jinan ji serjimêriyên vê rêveberiyê cuda ne.
Li gorî serjimêriya rêveberiya giştî ya nehiştina şîdeta dijî jinan, di sê mehên borî de li her çar eyaletên Herêma Kurdistanê 92 jin şewitîne (58 şewitîne û 34an xwe şewitandiye). Herwiha par 294 jin şewitîbûn (197 şewitîne û 97an xwe şewiyandiye). Ev hejmar li gorî amarên nexweşxaneyan pirr kêmtir e, çimkî amarên nexweşxaneyan nîşan didin ku di 3 mehan de 389 bûyerên şewitîna jinan li nexweşxaneyan hatine tomarkirin.

Jin rastiyê nabêjin!

Civaknas Leyla Ebdulla ku ji nêzîk ve agehdarî rewşa şewitîna jinan e, behsa çend motîfan kir ku dibin fişar li ser jinan û dihêlin jin xwe bişewitînin: “Nemaze têkçûna rewşa aborî ku dibe sedemê derketina pirsgirêkên malbatî û şîdetê û jinan ber bi xweşewitandinê dibe.”

Herwiha hinek ji wan jinan gava mêr dikin, temenê wan hîn biçûk e û nikarin reftarên derdora xwe qebûl bikin û her ku kêşeyeke biçûk jî derdikeve xwe dişewitînin.

Bi baweriya Leyla Ebdulla, jin rastiyê nabêjin û li xweşewitandinê mikur nayên: “Li nexweşxanê û li ber mirinê jî, rastiyê nabêjin û mikur nayên ku wan xwe şewitandiye. Lê dibêjin bi gaz an bi neftê şewitîne!”.