Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Norwêjê rêûresma rêzgirtina ji hevalên wexerkirî bi rê ve çû

22:18 - 15 Gulan 2016

Kurdistanmedia: Li “Oslo”ya paytextê Norwêjê de, rêûresmek bona rêzgirtina ji hevalên koçkirî, heval Seyîd Riza Dirûdger û heval Serwan Çeko Rehîmî bi rê ve çû.

Roja Şemiyê 14’ê Gulanê, rêûresma rêzgirtina ji herdu kadrên rêberiyê ên PDKÎ, heval Seyîd Riza Dirûdger û heval Serwan Çeko Rehîmî bi beşdariya beşeke berçav ji endamên PDKÎ, alîgir û dost û hêzên siyasî ên her çar beşên Kurdistanê bi rê ve çû.

Di destpêkê de, sirûda neteweyî ya “Ey Reqîb” hate xwendin, û deqeyek bêdengî bona rêzgirtina ji riha pak ya şehîdan hate ragehandin.

Piştre Kak Şaho Husênî endamê rêberiya PDKÎ li ser kesayetiya heval Seyîd Riza Dirûdger û heval Serwan Çeko Rehîmî axivtinek kir.
Piştre peyama Komîteya Giştî ya PDKÎ li Norwêjê ji aliyê kak Nadir Qudretî ve hate xwendin.

Di beşên din de, wan kesayetiyan li ser heval Seyîd Riza Dirûdger û heval Serwan Çeko Rehîmî axivtin kirin:

Kak Dr. Xelîqî
Kak Baba Elî Mêhrperwer
Kak Kawe Rehîmî, birayê şehîdê fermande Kak Çeko Rehîmî
Kekê Silêman Keleşî
Kak Seyîd Birahîm Haşimî
Kak Şoriş Dirûdger, kurê şehîd Seyîd Riza Dirûdger

Herwisa fîlmek hate nîşandan, ku li ser jiyan û xebata Kak Seyîd Riza hatibû amadekirin.

Di beşeke din ya vê rêûresmê de, pexşanek ji aliyê Şeyda Kemanger ve hate xwendin.

Hêjayî basê ye ku gellek peyamên hevxemiyê jî di vê derheqê de gihîştibûne vê rêûresmê.

Di vê rêûresmê de, endamên PDKÎ li welatên Swîd û Danmarkê jî beşdariyeke berçav kiribûn.

14910.jpg

14910.jpg

14912.jpg