Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Pîranşehrê hêzên Îtilatê kesek girtin

14:07 - 18 Îlon 2013

Kurdistanmedia: Hêzên îdareya Îtilata rejîma Îranê hevwelatiyekî Kurd xelkê bajaroka Pîranşehrê destbiser kirin û heya niha ji çarenivîsa vî, tû agahiyek ji ber dest nine.
Li gor nûçeya malepra Kurdistanmedia, berwara 16’ê Îlona 2013’an, hevwelatiyekî Kurd bi navê “Es’ed Sofîzade” kurê “Ebdulah” û xelkê bajarê Pîranşehrê ji aliyê hêzên Îtilata vî bajarî ve hat girtin.
Es’ed Sofîzade ji aliyê hêzên îdareya Îtilatê ve bi çalakiyên siyasî hatiye sûçdar kirin û heya bilav bûna vê nûçeyê jî tû agahiyek ji çarenivîsa navbirî ji ber dest nine.
Ewa di demekê de ye ku malbata han ji ber wergirtina zanyariyan ji çarenivîsa kurê xwe serdana îdareya Îtilatê kirine, lê tû bersivek wernegirtine.
Li gor amra malpera Kurdistanmedia, di destpêka maha Xermanan a 1392’an a Rojî ve heya niha 42 hemwelatiyên Kurd bi sûça çalakiyên olî û ewlehî ji aliyê hêzên leşekrî û ewlehiyên rejîma Îslamiya Îranê ve li Kurdistana Rojhelatê hatine girtin.