Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Wanê ya ser bi Bakûrê Kurdistanê jiyan hate sekinandin

20:02 - 12 Kanûna Paşîn 2016

Kurdistanmedia: Duh li wanê û li herêma “Edremît” ê de, di dibistanekî seratayî de 12 ciwan hatin kuştin.

Tê zanin ku “Mistefa Çengîz” ê 12 salî jî, di dibistana seretayî a herêma “Firatê” û di tarîtiya şevê de rastî gulleyên leşkerên Tirk hatiye û jiyana xwe ji dest daye.

Li gorî raporên belav bûyî, piştî kuştina wan ciwanan, xelkê Bakûrê Kurdistanê bona vê ku êrîşa dewleta Tirk protesto bike, dikan û bazarên xwe girtin û ciwanan jî dibistan boykot kirin.

Li Wanê jî piştî komkûjkirina 12 ciwanan bi destê leşkerên Tikriyê, xelk li ber deriyê baregeha HDP’ê bona birêvebirina meşek nerazîbûnê kombûnek pêk anîn, lê polîsên Tirk rêya birêvebirina meşeê bi xelkê re nedaye û, xelkê jî di bersiva polîsan de, tevî cade û golan daxistin.

Hate zanîn ku di kombûna xelkê Wanê de, gellek berpirsyarên HDP’ê ên weke “Veysî Dilek” û “Cayize Duman” pişikdar bûn, lê di dawiyê de meşa wan rastî êrîşa polîsên Tirk hat.

Piştî êrîşa polîsan şer û pevçûn di navbera xelkê nerazî û polîsan de derket holê û di encam de gellek hemwelatiyê Kurd hatinbinçav û birîndarkirin û hêj jî alozî berdewam in û dewleta Tikr jî rê nade ku tu nûçegihanek derbazî cihê şer bibe.