Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mafê Jiyanê, Îran û Binpêkirina Hiqûqên Navnetewî

20:11 - 22 Îlon 2016

Sabir Ebdullahîzad

Destpêk


Jiyana mirov ku weke afirandiyê herî biqedr yê Barîte’ala tê binavkirin, li gorî gişt rêzikên olî û navneteweyî, parastî ye. “Mafê jiyanê” xwedî wateyeke zelal e û li ser vê esasê jî, di belgenameyên navneteweyî de tu danasîn ji bo nehatiye pêşkêşkirin. Ev maf bingehîn a gişt maf û azadiyên mirov e û destdirêjiya li ser vî mafî, bi her awayî qedexe ye. Belgenameyên navneteweyî yên taybet bi mafên mirovan û herweha yasayên Hiqûqên Mirovdostane ku taybet e bi dema şer û nakokiyên çekdarî, parastina mafê jiyanê weke erkê serekê yê dewlet û desthilatê dibîne. Komîteya Mafê Mirovan(KMM) jî di şiroveya xwe de derbarê xala 6’ê ya Peymana Navneteweyî ya Mafên Siyasî û Sivîlan (PNMSS) de, sinorên têgeha mafê jiyanê eşkere dike. Nûser di beşa dawî ya vê gotarê de li ser binpêkirina mafê jiyanê û rêzikên hiqûqên navnetewî ji aliyê rejîma îranê ve disekine.

Kilîla Peyvan: Mafên Mirovan, Mafê Jîyanê, Îdam, PNMSS, Hiqûqên Navneteweyî , Belgenameyên Navneteweyî

Mafê Jiyanê di Belgenameyên Navneteweyî de

Yek ji mafên ku gişt belgenameyên navneteweyî yên girêdayî bi mafên mirovan amajê pê dikin “mafê jiyanê” ye. Danezana Gerdunî ya Mafê Mirovan dibêje ku Her kes xwedêyî mafê jiyan, azadî û ewlehiya takekesî ye. Ev maf di rêzika mafên nifşa yekem, wate mafên siyasî û sivîlan cih digre, li ser vê esasê jî di PNMSS’ê de mafê jiyanê weke yek ji mafên herî girîng tê îlankirin. Li gorî vê peymanê mafê jiyanê mafê zatî/bingehîn ê mirov e . Hewce ye ku ev maf bi zagonan bê parastin. Nabe tu kes bi awayeke xweser li jiyanê bê bêpar kirin. KMM bi giranî le ser girîngiya vî mafî tekezê dike. Li asta herêmî jî mafê jiyanê bi awayeke berfireh yê hatiye berçavgirtin.

Weke mînak, Konvansiyona Ewropî ya Parastina Mafên Mirovanû Azadiyên Bingehîn, Konvansiyona Emerîkî ya Mafên Mirovan, Rêziknameya Efrîqî ya Mafên Mirov û Netewan, Danezana Mafên Mirovan ya Îslamê û herweha Rêziknameya Erebî jî, di naveroka xwe de behsa mafê jiyanê dikin.

Ji aliyeke din ve, belgenameyên taybet bi “Hiqûqên Mirovdostane” jî ku peywendiya di navbera aliyên nakok û neteba bi rêkûpêkî dike, amajê bi vî mafî û girîngîya parastina vî dike. Her wisa Kevneşopiya Navneteweyî ,Prensîbên Giştî yên Hiqûqî, Biryarên Dadî û rêziknameya hejmareke zor li Rêxistinên Navneteweyî jî, li ser girîngiya vî mafî tekez dikin.

Taybetmendiyên Mafê Jiyanê

Mafê Jiyanê xwedî hin taybetmendiya ye. ya yekem ev e ku bi tu awayekî nayê taloqkirin. Li gor PNMSS’ê, şer be an aşîtî, kîşan berjewendiya serweriyê bikeve tehlûkeyê, şert û merc çi be jî bila bibe, lê, nabe mafê jiyanê bikeve xetereyê. Teybetmendiya duyem a mafê jiyanê jî ev e ku herçend hêmanek ji Kevneşopiya Navneteweyî ye jî, weke yek ji “Rêzikên Fermanî” tê nasîn ku, li gorî Hiqûqên Navneteweyî, binpêkirina wan rêzikan dibe sedemê berpirsiyariya rasterast ya serweriyê.

Îdam û Binpêkirina Mafê Jiyanê

Di hiqûqên navneteweyî de kuştin bi her awayî qedexe ye, lê kiryara ku herî zêde hatiye şermezarkirin, Îdam an ku bidarvekirin e. li gor standardên navneteweyî girîng nîne ku dewlet endamê kîşan payman an jî lihavhatina girêdayî mafê jiyanê ye. Ji ber ku parastina vî mafî weke yek ji rêzikên fermanî, erkê bingehîn yê dewletê ye. KMMdi şiroveya xwe li ser xala 6 a PNMSS’ê de amajê bi erkên negetiv u pozitive yên serweriyê di derbarê mafê jiyanê dike. Erkên weke “bi fermînasin û rêzê lê girtina vî mafî”, “Destpêkirina lêpirsînê jibo keysên binpêkirina mafê jiyanê” û “sizadana binpêkeran” û herweha “dabînkirina asta pêwîst a pêdivîyên jiyanê” û “afirandina hawirdoreke ewleh”di çarçûveya erkên pozitîv de cih digrin. KMM li ser vê xalê tekez dike ku îro sinorên erkên dewletê û bi taybet erkên pozitive berfirehtir li berê ye û hemû kiryarên ku mafê jiyanê diparêze, li xwe digrin.

Komîte di şiroveya navbirî de li ser parastina mafê jiyanê ji aliyê hêzên ewlehiyê jî tekezê dike û berdewam dike ku nabe hêzên ewlehiyê bi îşkencê û kiryarên hovane mafê jiyana hevwelatiyan bixin xetereyê. Rast e ku xala 6’ê Îdamê qedexe nake, lê pêwîst e ev siza tenê ji bo sûçên hovane bê cîbicîkirin. Di şiroveyê de Komîte girîngiyê dide asta giraniya tawanan û tekez dike ku, pêwîste tawan ji alîyê Hiqûqên Navnetewî ve “hovane”bê nasîn, ne ji alîyê hiqûqên navxweyî ve, û dewlet nikare bi serbestî taybetmendiya “Hovane” bide her tawanekê. Xala şeşê ya PNMSS’ê bi giştî li ser “Nesx” an jî ji hole rakirina cezaya îdamê baz dide. Ji ber ku ev tiştî bi karek mirovane û pêngavek erênî dibîne ji bo parastina mafê jiyanê.

Li gorî şiroveya Komîteyê, pêşwîste darizandin bi awayeke yasayî bê kirin. Pêwîste mafên di yasaya darizandinê de, weke “mafê mehkemeya bê alî(serbixwe)”, “ferza bêtawanbûnê”, “mafê girtina parêzer”, “mafê daxwaza pêragihîştinê”, “mafê xwastina efû û kêmkirina cezayê” bên cîbicîkirin.

Îran û Binpêkirina Mafê Jiyanê

Komara Îslamî ya Îranê di asta navnetewî de weke yek ji rejîmên herî binavûdeng di binpêkirina mafên mirovan de tê nasîn.

Diyarkirina “Raporterê taybet” ji aliyê “Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî”(KMMNY) ji bo Îranê, vê rastiyê îspat dike. Li gorî saziyên çavdêr yên mafên mirovan, rejîma Îranê mafê jiyanê bi awayeke eşkere û berfireh binpê dike, li ser vê esasê jî KMMNY sala 2011 gihişt vê baweriyê ku pêwîst e raporterek taybet li ser keysa Îranê bixebite.

li gorî makezagon û yasayên navxwe yên Îranê, mafê jiyanê parastiye. xala 22 a makezagonê dibêje ku”Rûmet, Can, Mal, Avahî û Pêşeya Takekesên Civakê Parastîye.

Herweha xala 205 a “Qanûna Sizadana Îslamî” jî kuştina bi qest qedexe dike, û bi vî awayî dixwaze mafê jiyanê biparêje. Lê li gorî daneyên hiqûqî, Îran li rêjeya yekem a binpêkerên mafên mirovan û bitaybet mafê jiyanê cih digire.

Li Îranê bidarvekirin weke sizaya herî giran tê nasîn ku ji bo sûcên weke “qaçaxa madeyên hişber”, “Destdirêjî”, “Lewat”, “diziya bi çek”, “Moharime” û hin tawanên din tê cîbicîkirin.

Ji aliyê din ve hêzên ewlehiyê bi her awayî kiryarên hovane li dijî tawanbaran dimeşînin û bitaybet di dema desteserkirina bersûçan de îşkenceyek pir giran ji bo vergirtina îfadeyê/îtirafê bikar tinîn ku jiyanê dixe metirsiyê. Herweha rojane hêzên çekdar ku zêrevaniya sinoran dikin, bi kuştina kolberan mafê jiyana hevwelatiyan binpê dikin. Herwûsa tu lêpirsîn ji bo dozên binpêkirina mafê jiyanê ji aliyê rejîmê ve,bi taybet di keysên weke îşkence û kuştina kolberan nayê kirin, ku ev jî dibe sedemê berpirsiyariya navdewletî ya rejîma Îranê.

Encam

Mafê Jiyanê mafê herî bi nirx yê mirov e, nabe dewlet qosûrê di li ber çav girtina vi mafî de bike. Gişt kiryarên hovane ku jiyanê dixe tehlûkeyê, li gorî belgenameyên hiqûqa Navnetewî qedexe ne. Di pergala mafên mirovan a navneteweyî de mafê jiyanê weke mafê herî bi nirx parastiye. Ji ber ku gişt mafên mirov li ser esasê mafê jiyanê wateya xwe digrin, di şert û mercên awirte de jî nabe ev maf bê binpê kirin. KMM di şiroveyên xwe de behsa erkên negetîv û pozîtîv yên dewletê ji bo parastina mafê jiyanê dike û tekez dike ku sinorê girîngiya mafê jiyanê, berfirehtir li caran e. li gor hiqûqa navnetewî binpêkirina mafê jiyanê “sûç li dijî mirovahiyê” ye.

Herçenda “qanûna têkoşîna li dijî madeyên hişber” û yasayên din yên navxwe, îdamê ji bo sûçdarên hin tawanan destnîşan dikin, lê xala 6’ê a PNMSS’ê behsa Sûçên herî giran dike ku li gor nerîna KMM’ê, sûçên girêdayî madeyên hişber û tawanên navborî di rêzika sûcên giran de cih nagirin. Ji aliyê din ve bazirganiya qaçax û sinor bezandin li tu dewletekê bi kuştinê nayê bersiv dan, û li gor hiqûqa mirovdostane, heya di rewşên awirte wekê şerê navxwe de jî, nabe mafê jiyana sivîlan bê binpê kirin.