Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Meşek berfireh bona hiloşandina rêkevtina “Sayks-Pîkot” li Koln a Almaniyayê hate lidarxistin

22:22 - 15 Gulan 2016

Kurdistanmedia: Di 100’emîn salvegera vajûkirina rêkevtina “Sayk-Pîkot”ê de, ku tê de Kurdistan bi fermî hate parvekirin, bi hezaran Kurdên her çarên Kurdistanê li bajarê Koln ya Almaniyayê, meşek nerazîbûnê li qada “Hoy Markêt”ê lidar xistin, û daxwaza hiloşandina vê rêkevtinê kirin.

Piştînîvro ya roja Şemî berwarê 14’ê Gulanê, bi hezaran Kurdên Bakûr û Rojhilat û Başûr û Rojavayê Kurdistanê, di bin çavedêriya polîsê Almanê de, ev meş lidar xistin û tê de, serbarê hiloşandina peymana Sayks-Pîkot”ê, daxwaza serxwebûna Kurdistanê li Rojhilata Navîn kirin.

Kurdên herçar parên Kurdistanê li bajarê Kolnê bi yekdengî ragehandin ku, di sed salên derbazbûyî de, peymana “Sayks-Pîkot” berdewam bûye sedema afirandina şer û aloziyan di Rojhilata Navîn de, û eva jî bûye sedem ku bi sedan hezar kes bêne Kuştin, ku bê guman para herî zêde ji wan kuştiyan, gelê mafxwaz ê kurd bûye ku, di encama peymana “Sayks-Pîkot”ê de, nîştimana wan bi ser çar dewletan de hatiye parvekirin.

Kurdên nerazî li bajarê Kolna Almanê, li hemberî rêkevtina “Sayks-Pîkot” ku piştî herifîna Împiratoriyeta Osmanî di navbera herdu welatê Firansa û Berîtaniyayê de hate vajûkirin, ev meş bi rê ve birin, û daxwaza hiloşandinê vê peymanê kirin.

Di peymana “Sayks- Pîkot”ê de ku di navbera “Mark Sayks” û herweha “Firansowa Corc Pîkot”ê de hate wajûkirin, Rojhilata Navîn bi fermî bi ser welatên biçûk biçûk û di bin bandora herdu welatên Firansa û Berîtaniya, ku wî çaxî welatên herî bihêz ên cîhanê bûn, hate parvekirin.