Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mijara “Hilbijartinên Meclisa Şêvra Îslamî a Îranê”, di gotûbêja digel Silêman Keleşî çavdêrê siyasî

13:34 - 22 Şibat 2016

Silêman Keleşî: “Kurdan nûnerê xwe yên rastîn li Meclisa Şêvra Îslamî a Îranê da tunînin, heta bikarin xizmeta gel û welat û bajarên xwe bikin”

H: Şehab Xalidî


Hilbijartinên Meclisa Şêvra Îslamî a Îranê û Meclisa Xibrigan a Rêberî ji mijarên herî girîng yên rojeva Îranê ne, û retkirina selahiyeta (kêrhatîbûna) berbijêran ji aliyê dezgehên pêwendîdar ve rêjeya beşdarîkirina hêz û aliyên siyasî ên navxwe ya Îranê diyarî dike, û partiyên siyasî ên Kurdistana Rojhilat û yên Îranî jî helwestên cur bi cur li ser vê mijarê girtine, lewra me bona behs û gengeşekirina li ser aliyên cur bi cur ên vê mijarê digel Silêman Keleşî çavdêrê siyasî gotûbêjek pêk aniye, ku eva jêr deqa vê hevpeyvînê ye, û boçûnên navbirî jî boçûnên wî ên şexsî ne, û Rojnameya Agirî di hember de berpirsyar nîne:

Pirs: Gelo bi raya we hilbijartin di Îranê de demokrtaîk e?

Bersiv: Ne, bi raya min eslen mirov nikare basa helbijartina demokratîk li Îranê da bike, Lewra sîstim û rêveberên Îranê wî mafê azad û demokratîk li xelkê û berbijêran zeft dikin, û bi keyfa xwe di nav kesên berbijêr (kandîd) de, tenê kandîdayên ku bi xwe pê baş in diyarî dikin û piştre jî dibêjne xelkê ku kerem kin di nava lîstê me da nûnerê xwe helbijêrin. Lewra ne tenê hilbijartin, belkî çi tiştek di Îranê da bi awayê demokratîk bi rê ve naçe. Sîstima hakim li Îranê da sîstimeke dîktator û îdolojîkiye ku xeyrî bîr û hizrên xwe çi tiştekî din qebûl nake. Li wiha hikûmeteke teng û tarî da çi demekê hilbijartin nikarin bi awayekî azad û demokratîk bi rê ve biçin. Bo hemû cîhanê bi giştî, û bo xelkê Îranê bi xasmanî ron û eşkere ye ku cinaha hakim a rêberê komara îslamî a Îranê Ayetullah Xamineyî bi piştgîriya hêza Spahê Pasdaran ne tenê cudabîran tehmul nake, belkî heta hevkar û hevbîrê xwe ên ku dixwezin li çarçoveya sîstima wilayet Feqîh de bi hindek cudahiyên selîqeyî Îranê bi rê ve bibin tehemul nakin. Di demekê da mirov dikare basa helbijartina azad û demokratîk bike ku, berbijêr bi azadî di nava xelkê da xwe berbijêr bikin û herwisa xelkê dengdar jî bêtirs û lerz herne ser sinduqê dengdanê, û nûnerê dilxwezê xwe helbijerin. Ewa jî li felsefe û qanûnên komara îslamiya Îranê ya îro da mumkin niye.

Pirs: Gelo bi baweriya we baykotkirina hilbijartina meclisê siyasiyane û lojîkane (mentiqî) ye, yan jî berevajî beşdarîkirina di vê hilbijartinê de?

Bersiv: Bi hizra min ew helbijartina ku li bin sîbera sîstima dîktatoriya Wilayeta Feqîh da ku ev hemû bêjing û fîlter hatine danîn, ku xelk nekaribe nûnerê rasteqîne yê xwe helbijêrin, baykotkirin rêyeke herî mentiqî û lojîk e. Ew kes û aliyên ku bo mafê mirov, azadî û demokrasiyê xebatê dikin, nabe wan hemû bê edaletî û binpêkirina mafê mirovan qebûl bikin, û xwe bikine şirîk û hevparê hikûmetê û rewayiyê bidine wê helbijartina narewa, û di rastî de diyarîkirî. Lê rexn û gazinda ku li wan kes û hêzên Îranî bi giştî û kes û hezên rojhelata Kurdistanê bi xasmanî heye, eva ye ku tenê karê xwe hêsan dikin û qena’etê bi nivîsîna daxuyaniya baykotkirinê dikin, û gellek çalak nînin û hemû hêz û karîna xwe bo serkeftina baykotkirinê bi kar nahînin. Herwisa ev kes û aliyên ku hilbijartinê baykot dikin, yekgirtî û yekdeng nînin, ne li hemû Îranê de, ne jî li Kurdistanê da. Mixabin berevajî pirr pirş û bilav in, û lewra jî aliyên baykotê sernekevtî, û bi bandor nabe. Li dema ku helbijartin li Îranê da çêdibin, em bixwezin û nexwezin zirûf hindek tê guhartin û hindek derî û derfet bo dijberî hikûmetê û aliye baykotkirinê diafirin, mixabin em wan derfetan bi başî mifahê jê wernagirin, û hem bo baykotkirinê, û hem jî bo pêşvebirina armanc û pirogiramên xwe ên siyasî, belkî em zêdetir wek temaşevanekî pasîv temaşa dikin, ka encama helbijartinê yê bibe çî. Lê her wek dibînin rêjîm gellek zîrekane hemû îmkanat û hêza xwe bi kar tine, bo gerimkirina tendura helbijartinê û heta li hesta neteweyî, olî û herêmî . mifahê werdigre.

Pirs: Gelo bi raya we, nûnerên Kurd heya niha di meclisê de, karîne heya çi qasî xizmeta xelkê xwe û bajarên xwe bikin?

Bersiv: Dibe di bersiva wê pirsa te da bêjim ku, Kurdan nûnerê xwe yên rastîn li Meclisa Şêvra Îslamî a Îranê da tunînin, heta bikarin xizmeta gel û welat û bajarê xwe bikin. Her çava min bersiva pirseke dinê de jî amaje pê kir ku, di Îranê de xelk di nav wan kesan da nûnerê xwe hildibijêrin ku sîstim û rêjîmê bo wan diyarî kiriye. Eva jî pir rohn û eşkere ye ku sîstim û rêjîm yê çi kesekî bo wan diyarî bike. Yên bi nav nûnerê xelkê diçin Meclisa Şêvra Îslamî a Îranê, di esil da kesên wefadar bi sîstimê û hikûmetê ne, ew wisa kar dikin ku hikûmet û sîstim ji wan razî be, ne xelk. Kurt u kurmancî hilbijartina meclisê tenê bo hindê ye ku jêsteke demokratîk ji xwe nîşan bidin, û xelkê bixapînin û bêjin rêjîma me rêjîmeke demokratîk e, û di wê rêyê da rewayiyê bidine hikûmet û dîktatoriya rût û qût a Wilayeta Feqîh. Ne tenê ev nûnerên ku ji Kurdistanê ve diçine meclisê, nikarin tiştekî berçav bikin, belkî hemû Meclisa Şêvra Îslamî jî li hember rêberê olî û organên serveyî xwe nikarin guhertinekê bikin.

Pirs: Bi baweriya we, ew axivtinên dij bi hev ên Rûhanî û Xamineyî li ser retkirina selahiyetan tê wateya hebûna nakokiyan, yan jî siyasetek e bo germkirina bazara hilbijartinê?

Bersiv: Wan çi nakokiyên siyasî, bîr û hizrî digel hev nînin li ser eslê qanûn, sîstim û rêveberiya Îranê, lê eger nakokî û duberekî jî hebin, li ser mesela cinahî ye ku kî zêdetir hêz û korsiyan bi dest ve bîne, û rikeberê xwe lawaz bike. Lewra her yek ji wan dixwaze kesên ku li xwe û cinaha xwe nêzîk in bîne meydanê. Lê bêşeke dinê ji nakokî û retkirina selahiyetan, bi vê sedemê ye ku li hemû rê û rêbazan mifahê werdigrin ku tendura helbijartinan gerim û gerimtir bikin, û xelkê bixapînin û bi qewil û qerarên direwîn ê cinahî, xelkekî zêdetir bînîn ser sinduqê dengdanê, ku bo wan gellek girîng e. Lewra jî Xamineyî dibêje ev kesên ku bawerî bi sîstim û Komara Îslamî nînin jî, bila bên û deng bidin, û ji wan gotinan derdikeve ku kî deng bide bo wan girîng nine, tenê hatina ser sinduqan girîng e, Lewra ev baş dizanin ku qedera dengan û encama wê, di destê wan de ye.

Pirs: Bi baweriya we, siyaseta herî berçav ya rejîmê vê carê çiye, bo anîna xelkê li ser sinduqan (cara pêşîn hilbijartina meclisa Şêvra Îslamî û ya Şêvrên gund û bajaran digel hev xistin).

Bersiv: Her wek eyane, rêjîmê çi gotineke mentiqî û taze nîne ji bo pêşveçûn û xweşbextiya xelkê Îranê. Xêncî vê hindê ku basa lihevkirina digel grûpa 5+1 li ser mesala etomî ya Îranê bikin, ku heta niha xelkê Îranê baceke mezin dane. Her çend Komara Îslamî û siyaseta wê seranpê bûye sedema bêkarî, zilm û zor, kuştin û girtin, birsîtî, çarereşiya xelkê, lê dîsan jî Komara Îslami gellek baştir ji dijberên xwe ji xelkê mifahê werdigre û bi hindek şanosaziyên xapînok û çêkirina bask (cinah)ên cur bi cur ji hesta olî, neteweyî û herêmî, xelkê tîne ser sinduqên dengdanê, lê mixabin opozisîyona pirş û bilav a Komara Îslamî nikare ji wan hemû kêmasiyên hikûmetê di warê mafê mirovan, Êkonomî, siyasî, rêberî û tepeserkirina xelk da mifaheke baş werbigrin û baykotê pirrengtir bikin.

Pirs: Boçûna we li ser “cibhe motehede Kurd” çi ye, gelo ew dikare wekî HDP rola xwe bilîze, û bibe hêzeke bi bandor di asta Rojhilata Kurdistanê de?

Bersiv: Ne, ev nikarin wek HDP’ê rola xwe bilîzin. Bi çend hegeran.
Yekem: Sîstima Tirkiyê bi tawahî cuda ye ji sîstima Îranê.
Duyem: Li Tirkiyê nûnerê rasteqîne ên xelkê ji aliyê xelkê ve têne hilbijartin.
Sêyem: Ev demokrasî û derfetên ku Kudên Tirkiyê hene, ci demekê bo Kurdên Rojhelat nîne. Bi wan hegeran û gellek hegerên din, “cibhêyê motehidê Kurd” nikare rola HDP’ê bilîze. HDP wek partiyeke legal û yasayî li parlman û derveyî parlimanê bi hemû awayekî li çarçoveya qanûnaTirkiyê da, û çi jî li derveyî qanûna Tirkiyê da, gellek micid berevaniyê ji mafê gelê Kurd dikin. Herçend renge hindek ji wan Kurdan bi cilûbergên Kurdî herne meclisa Îran, lê ew kes bi mêjî û bi bîr û baweriyeke Kurdane naçin meclisê, ku xizmeta doza Kurdî bikin. Heta amade nînin carekê jî bo doz û mafê Kurd herne pêşberî dadgehê, lê HDP’yî amade ne pêşmergane û bi hemû awayekî xizmeta gelê xwe bikin, lewra ew nikarin bibin HDP’yî.

Lê eva ku dikarin bibin hêzeke bi bandor li rojhelat, di rastî de çi hêzeke bibandor nine, û nabe. Lê bi bandorbûna wan girêdayî ye bi kar û xebat û fîdakariya wan, û herwisa ew rewş û sîstima ku ev tê da dijîn. Ez bawer dikim çi gava “cibhêyê motehidê Kurd”, bi awayekî Kurdane û bo Kurdan xebatê bikin, xelkê Rojhelat çi ji Kurdên bakur kêmtir nine, û wê ji wan xwedî derkevin, eger bi kar û xebata xwe wek HDP’ê baweriyê bidne gelê xwe. Ez hêvîdarim ku wisa lê bê.

Nabe hêzên siyasî ên Rojhelat her bizavekê ku di nav welat de tê meydanê, bi çavê dijmin, neyar û ser bi hikûmetê çav lê bike, berî vê ku kar û xebata wan bişopînin. Nabe em jî çavnihêrî hindê bin ku ew her di destpêkê da bibin HDP bo Rojhilata Kurdistanê.