Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Misrî Berzkar: “Min biryar da ez careke din bêm û tevlî refên PDKÎ bim, lê di rê de em ketin ber kîmyabarana Helebçê. Herçend em di wê rojê de derbaz bûn, lê rojeke pirr bi zehmet û giran bû”

19:45 - 25 Kanûna Paşîn 2016

H: Arif Vêlzî

Di nava netewa Kurd ê belengaz û bindest de, pir kêm in ev malbatên ku di rêya rizgariya netewe û axa xwe de, xortek xwe pêşkêşî baragehên azadiyê nekiribin, bi wateyeke din zaf in li her çar parên Kurdistanê, ev malbatên ku bi sedema evîndariya ji ax û nîştimanê re, miroveke xwe pêşkêşî rizgariya gelê xwe nekiribin.

Eva jî tê vê wateyê ku xevna rizgariya nîştiman, rast e rêyek pir dijwar e, lê evîndariya tak bi takên netewa Kurd jî, bi qasekî bihêz û bi îmane ku, rê herçiqas dijwar û bi zehmetî be, wê bê derbazkirin û herçiqas hewceyî gorîkirina egîd û mêrxas û şêrejinan be, wê bi bêhinfireyî bê dayîn.

Misrî Berzkar jî ye ji wan şêrejinên Kurdistanê ye ku bi gorîkirina birayeke xwe bi baregehên Azadiyê, di xebata pir ji xwîn û malwêraniya Kurdan de pişikdar bûye.

Misrî Berzkar keça Îsma’îl sala 1953’an (1332) li gundê “Derehecîc” a ser bi “Nodşe” ya ser bi bajarê Pawe hatiye dinê.

Misrî Berzkar derheq bi nasyariya xwe tevî pêşmerge û PDKÎ weha dibêje: “Bo cara yekemîn min di sala 1968’an (1347) bû ku navê pîroz û bilind a pêşmerge gudarî kir û tevî nasyar bûm”.

Misrî Berzkar herweha derheq bi jiyana xwe ya hevpar û tevlîbûna bi PDKÎ re weha dibêje: “ Sala 1969’an (1348) min jiyana hevpar tevî hevjînê xwe “Se’îd Meqrûzî” awa kir û, piştî çend salan û di sala 1979’an (1358) û di dema şoreşa gelên Îranê de, hevjînê min bûye pêşmerge û tevlî refên pêşmergên PDKÎ bû, ji wî çaxî ve ez jî tevî hevjînê xwe di nava karûbarên partiyê û refên pêşmerge dene û di vê mideha jiyana hevpar de jî, em xwediyê 6 zarokan in, 5 keç bi navên Ayşe, Ferîde, Ferîba, Ferzane û Rêzan û kurek e bi navên Refîq”.

Misrî Berzkar herweha piştî xebata bi salan di tevgera Kurdistanê de, çavnihêriya xwe ji PDKÎ û hevjîna xwe weha tîne ziman: “Serbarê vê ku min hemû jiyana xw di nava refên PDKÎ de derbaz kir û girîngtir ji hemû tiştek din, birayekî xwe bi navê “Sidîq Berzkar” ku di nava refên pêşmergên PDKÎ de şehîd ket, pêşkêşî baregehên azadî û armancên pîroz ên PDKÎ kir, lê niha jî çavnihêriya min ji PDKî ev e ku ji xebatê veneqete û hertim hewla serkewtinê bide û pişta pêşmergên û malbata şehîdan bigire û bona zadiya Kurdistanê ji tekoşînê berdewam be. Herweha çavnihêriya min ji hevjînê min ev e ku, ji xebata xwe ya pir ji serfirazî nesekine û heya dawiya jiyana xwe berdewam be.

Misrî Berzkar roja herî xweş a jiyana xwe weha tîne ziman û dibêje: “Bi sedema pêşmergatiyê, ez û Se’îdê Hevjînê min, 7 sal bû ji hevdu veqetiya bûn, piştî 7 salan em bi hevdu re şa bûn û careke din ji nû ve me jiyan domand û em ji wî çaxî ve bûne xwediyê 4 zarokên din, lewra ev serpêhatiya han min bas kir ku, roja em bi hevdû re şad bûn û careke din gehîşin hevdû, roja herî xweş a jiyana min e”.

Misrî Berzkar herweha roja herî nexweş a jiyana xwe weha tîne ziman û dibêje: “Roja nexweş a jiyana min ew roj bû ku min biryar da ez careke din bêm û tevlî refên PDKÎ bim û, di rêde ketin ber kimyabarana Helebçê, em di wê rojê de derbaz bûn, lê rojeke pir bi zehmet û giran bû. Rojeke din jî di jiyana pêşmergatiya min de heye ku ez niha jî pê dilgiran û aciz im, ev jî roja şhîdketina rêberê navdarê gelê me şehîd Dr. Qasimlo bû”.

Misrî Berzkar rû li jin û keç û dayîkên Kurdistanê dike û bi vê peyamê dawiyê bi hevpeyvîna vê carê ya rojnameya Agirî tîne: “Ez daxwazê ji jin û keç û dayîkên Kurdistanê dikim ku, tu carî rêya xebata xwe ya pîroz bernedin û hertim hemû bihevre piştevanê hevjîn û xort û birayên xwe bin”.