Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mistefa Hicrî: Ciwanên xwedîhest û serkutkirî ên Rojhilata Kurdistanê! Di sala nû de tevlî refên pêşmergeyên Demokrat bin, bona destpêkirina jiyaneke serbilindane, û bi cih hêlana serşorî û paşvemayînê

04:58 - 19 Adar 2016

Kurdistanmedia: Bi boneya hatina sala nû ya Rojî rêzdar Mistefa Hicrî sekreterê giştî yê PDKÎ peyamek rû li xelkê Kurdistanê belav kir ku eva jêr deqa vê peyamê ye:

Hevwelatiyên têkoşer!

Amadebûyiyên rêzdar ên rêûresma îsal a newroza me!


Ji aliyê PDKÎ ve ez pîrozbahiyeke germ bi germahiya newrozê pêşkêşî we hemiyan, malbatên şehîdên riya rizgariya Kurdistanê ji destên zordariyê, girtiyên siyasî ên serbilind ku serê xwe di hemberî stem û êş û azarên rejîma Komara Îslamî de netewandin, û kadr û pêşmerge û endam û alîgirên PDKÎ, û we rêzdaran, û amadebûyiyên newroza îsal û hemû xelkê Kurdistanê dikim.

Xûşk û birayên rêzdar!

Digel bidawîhatina sala 1394’an a Rojî, saleke din bi ser temenê pirr ji taqîkarî a rejîmê re derbaz dibe, her wekî ku gellek zûtir me pêşbînî kiribû, di vê salê de deshilatbidestên Komara Îslamî piştî zêdetir ji dehikekê pêdagirî li ser mehandina Oranyomê di rastaya bidestveanîna armancên wan yên bilindfiriyane de, ku destpêregihîştina bi çeka navikî bû, û bi hederdana sedan milyard Dolarî ji dahata vî welatî û bi buhaya bê nanî û bê bêkarkirina xelkê, di encamê de li rûyê neçarî ve, serî bo şert û mercên Rojava tewandin û rêkevtinek bi wan re îmze kirin, ku encama wê hiloşandina hemû wan bernameyan bû ku di vê heyamê de bo vê meremê amade kiribûn. Ew yek jî bi armanca rizgarkirina rejîmê li jêr giraniya barê van gemaroyên aborî de bû, ku Rojava xistibû ser Îranê û koka aboriya welat qelandibû.

Di heman demê de berevajiyê çavnihêriyên hinek ji welatên Rojavayî, û çavdêr û hinek ji kirêgirtiyên rejîmê, hilgirtina dorpêçan, destên rejîmê pirr dike bona alîkarîkirina zêdetir bi girûp û hevpeymanên terorîst ên wê, bi armanca vegeşandina zêdetir a şer, tevdanîkarî û malwêranî di hemû cihekî bi taybetî di Rojhilata Navîn de, lê para xelkê Îranê hejarî û bêkarî û bêhêvîtî ye.

Digel vê yekê jî me ragehandibû ku vekirina rûyê rejîmê bi rûyê cîhana derve hevdem dibe digel tundûtîjî û girêdayîbûna zêdetir a rewşa siyasî a Îranê bo hemû azadîxwazên welat bi taybetî bo têkoşerên Kurd û neteweyên din ên Îranê.

Niha jî hûn bixwe şahidê rastiyên piştî “bercam”ê ne, di navxwe ya welat li derheq deskewta xelkê di navxwe û li derveyî welat di warê berdewambûna rejîmê li ser alîkariyên xwe ji bo kuştarê û malwêraniya bi sedan hezar kesî ji xelkê welatên Sûriye, Îraq û Lubnan û Yemen û ... hwd.

Bûyereke din ya balkêş birêvebirina şanoya hilbijartinê a Meclisa Şêvra Îslamî û Meclisa Şarezayan a Rêberî di destpêka Reşemeya sala 1394’an de bû, ku rejîmê bo careke din piştî hat û hawareke zêde û piropagendeyeke berfireh bona xapandina xelkê navxwe û derve, hejmareke din ji mohreyên xwe di van du ciyan de danî, Meclisek ku tenê bi berçav heye, û bê deshilat e, û heta li gora gotina deshilatdarên rejîmê bi xwe jî tu bandorek li ser darêtin û çavdêriya siyasetê li ser welat de nine, û Meclisa Şarezayan a Rêberî jî ku wekî hemû carê serşor in, û çav ji devê weliyê feqîh in, û tu deshilateke wan tuneye.

Ev ceribandinên han û sozên deshilatdarên rejîmê, reklam û piropagendeya berfireh û rêkxistî ji aliyê hinek mohreyên eşkere û nepenî ên Komara Îslamî ya Îranê, bona gêjkirina xelkê û nîşandana rûçikek rizgarîxwazî ji kesatiyên herî tawanbar ên vê sîstema parvemayî ên weke Refsencanî, vê yekê dibêje me ku hêvîdarbûn bi bidestxistina mefên herî despêkî ên azadiyê di bin deshilata vê rejîmê de, xincî pêdana derfeta zêdetir bi kesatî û mohreyên girîng û gir ên rejîmê bona dirêjîpêdana deshilata serberdayî û cînayetkarana, tu tişteke din nine.

Ceribandinên 40 salên derbazbûyî hemû belgeyên haşahilnegir in ku, bi hebûn û mana vê rejîmê, xewn û hêviyên gelên Îranê û li serweyî hemûyan netewa Kurd nahêne cî, meger wî çaxî ku xelk yekgirtî be û yekbûna xwe bike hêzeke xwedî bandor bo standina mafên xwe.

Peyama me di cejna Newrozê de eva ye ku deng û şiyana xwe li çiya û bajaran de rêz bikin bona pêkanîna hêzeke qahîm û çarenivîssaz, da ku ji nû ve jiyanekê bo me binivîsin, jiyanek dûr ji serî tewandin û bêmafiyê.

Hizba Demokrat vê şiyanê di netewa Kurd li Kurdistana Rojhilat de dibîne û piraniya bûyerên qewimî di çend salên derbazbûyî de, şahidê nîşandana vê hêz û şiyanê ne, lewra em li ser vê baweriyê ne ku em hemû bi hev re dikarin newroz û sala nû ya 1395’an a Rojî bikin saleke cuda ji salên derbazbûyî, û bi peyam û peymanê hêvîder, bona jinûve jiyana bi serbilindî.

Xortên xwedî hest û zulmlêkirî ên Rojhilat!

Em di roja Newrozê de vê peyamê didin we, û dixwazin derfeta vê yekê bo we pêk bînin, ku di sala nû de tevlî refên Pêşmergên Demokrat bin bona jinûve destpêkirina jiyana bi serbilindî û bicih hêlana tewahiya serşorî û paremanekê.

Jin û keçên hişyar û mafxwaz ên welatê me weke berê di xwendingehan de, di cihê kar û li her derekî ku dimînin û dikarin, bi pêkanîna korr û civînên eşkere û nepenî, refên xwe rêk bixin, û hemû bi hev re berbine canê kirêgirtiyên rejîmê û banga mafxwaziya xwe bigihînin guhê cîhanê.

Rewşenbîr, kedkar, bazarî û hemû tex û çînên civakê hewce ye ku yekdeng li dijî zewtkirina mafên xwe hewar bikin û tewawkerê xebata azadîxwaziya hevdû û xebata çiya bin.

Em we xatircem dikin ku tundûtujiya rejîmê li dijî azadîxwazan, ne tenê nîşaneya hêz û şiyanê nîne, belkî nîşaneya ew qasê tirs û nîgeraniya ji xelkê ye, lewra xebata we ya yekgirtî morala rejîmê cardin kêmtir û bêdeshilattir dike. Bona rizgarî û serbestiyê, xincî vê rêyê, tu rêyeke din li pêşberî me nine û, ezmûna xebata Kurd li parên din ên Kurdistanê jî her vê rêyê nîşan me didin.

Bi hêviya despêka saleke nû bona xebateke nû û deskewtên nû
Agirê we yê newrozê dujminsoj be, û xebata we bihêz, û cejna we pîroz be