Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mistefa hicrî: Em wefadar in bi peymana ku me daye xelkê xwe

14:36 - 9 Tîrmeh (Temûz) 2016

Mistefa Hicrî Sekreterê giştî yê PDKÎ di rêûresma şehîdên destanrêsiya Şinoyê de ragehand ku, gelê Kurd di Kurdistana Îranê de daxwaz ji Hizba Demokrat kirine ku, xebata xwe berdewam bike, û ew xelk yekem piştevanê wan e.

Eva deqa peyamê ye:

Malbatên serbilind yê Şehîdan!

Mêhvanên rêzdar!

Heyetên pişikdar ji her çar parên Kurdistanê!

Xûşk û birayên hêja!


Silaveke germ li we be. Eva ku îro rojê em hemû ji herçar parên Kurdistanê li dewra hevdu kom kirine, tenê bi vê wateyê nahê ku bi ceste û bi can em ligel hevdu ne, belkî girîngtir ji vê, ev bîrûbawer û xebat û tekoşîna ku, li her cihekî vê Kurdistanê berdewam be, her derek û her cihek ji cesteyê Kurdistanê birîndar be, xebatkarên Kurd li her bihostekî axa Kurdistana parvekirin de, fîdakariyê bikin, eva di îrade û di dilê me hemûyan de heye, Kurdistan, Kurdistana me hamûyan e, li her derekî serkevtin hebe, serkevtina me hemûyan e, li her derekî astengî û êş û elem hebin, em hemû wê dibe wan astengiyan tehemul bikin, û bi hev re, wê wan xeman parve bikin.

Ev kombûna û pirse mînaka vê yekgirtinê ye. Em renge di parên curbicur ên Kurdistanê de, çi di dîrokê de û ci jî niha, her yek ji me û her girûpeke siyasî ji me, ku xwediyê boçûnên cuda be, ev civîn û kombûnên weha nîşan didin ku serbarê wan hem ciyawaziyan, yek mijar bo hemû Kurdekî welatparêz girîng e, ev jî parsatina welat e bi her buhayekî be, em niha li hemû parên Kurdistanê mijûl in, û vê buhayê didin, û dibêjîn dujmin û dagîrkerên Kurdistanê ku, serbarê bi sedan sal pîlan û pîlangêrî ya dujmin û dagîrkeran bo jinavbirina Kurdan, bo jibîrkirina gelê Kurd, û jibîrkirina kultur û çand û dîrok û buhayên Kurdan, lê ew bê encam û deskevt bûne, di vê derheqê de, eva ku roj bi roj pitir nav û navbangan der dike, û rastî û berheqiya xebata wî bo cîhanê îsbat dibe, gelê Kurd e, li hemû parên Kurdistanê de, bitaybetî li Kurdistana Rojhilat de, ku rejîma Komara Îslamî îdi’a dike ku alahilgirê vê ye ku girava aramî û tenahiyê ye li Rojhilata Navîn ya pir ji xwîn û şer, dixwaze nîşan bide ku rêçare di destê wî de ye, û eva jî bûye sedem ku gelê Kurd û hemû azadîxwazên din, bi nîşaneya razîbûnê deng ji wan nehê, eva di demekî de ye ku hekî ewlehî û aramiyek hebe, bi derba xencerê ye di bin tirs û dîktatoriyetê de, û roj bi roj tir û dîktatoriyet ber bi zêdebûnê ve diçe.

Komara Îslamî li gorî îdolojî û siyasetên xwe di 37 salên derbazbûyî de heya niha, îsbat kiriye ku ne tenê li dijî mafê hemû azadîxwazekê di Îranê de ye, belkî dijî mafê Kurd û netewên din ên Îranê ye jî, belkî dijî mafê gelê Kurd li hemû parên Kurdistana parvekirî ye.

Lewra di hemû parên Kurdistanê de şer û tevdanîkarî û duberekî, berhema siyasetên Komara Îslamî ya Îranê ye.

Hekî îro rojê em dibînin ku li Kurdistana Bakûr hukûmetek xwecîyî hatiye avakirin, xûya ye ku tevî kirîza aborî, şerê li dijî DAÎŞ’ê, dest xistine nava karûbarên vê para Kurdistanê û ew kêşe û aloziyên ku di navbera hêzên siyasî de heye, dewsa Komara îslamî ya Îranê di hemû wan mijarên baskirî de xûya dike, lewra hekî di Kurdistana Rojhilat de ku para dagîrkirî ji aliyê Komara îslamî ya Îranê ve ye, xebatkarên Kurd têne şehîdkirin, têne binçavkirin, sivikatî bi wan tê kirin, tiştek taze û siyasetekî nû ya Komara Îslamî ya Îranê niye, herweha di xebata gelê Kurd li Kurdistana Rojhilat de jî tiştekî taze nine, em 37 sal in ku vê ceribandinê tevî Komara Îslamî ducarî dikin û ber bi pêşve diçin, bêguman azadîxwazên Kurd, hêzên siyasî ên dijberî Komara Îslamî, bitaybetî PDKÎ ku di 70 sal temenê xebata li dijî dîktatoriyetê de, 37 sal tevî Komara Îslamî ceribandiye, siyasetên Komara îslamî, bîrûbaweriyên wî, dijîgelî baûna wî, pitir ji hemû ji hemû xelkên din nas dike, bêrehmî û dirindeyiya wî li hemberî gelê Kurd li Kurdistana Rojhilat pitir ji hemû kesekî nas dike, û PDKÎ jî hekî biryara xebat û domandina fîdakariyê di pêxema armancên xelkê xwe da ye, û careke din pêşmergeyên Kurdistanê li gund û bajarên Kurdistanê bona peywendî û têkilbûna zêdetir tevî xelkê xwe mijûlî birêvebirina çalakiyan in, li hember wan siyasetên Komara Îslamî ya Îranê de bûye.

Dema me weke rêberiya PDKÎ, ev biryara han da, me hemû tişt liberçav girtin, û li ser vê baweriyê bûn ku gereke weke salên derbazbûyî em amade bin, û nirxa wê jî bidin. Nihe jî ev şehîdên me, ên ku îro em bona bîranîna qehremanetiya wan, bona bilindnirxandina beweriya wan ya qahîm li wir kom bûne, nîşaneyek ji beşek ji vê buhayê ye, ku em dixwazin bidin, ev desteya pêşmergeyên me nîşan dan ku, PDKÎ berevajî piropagandeyên bê bingeh û pûç ên rejîma Îslamî ya Îranê, ne tenê neheliyaye, belkî her xwedî moraleke bilind e, û bi bîrûbaweriyeke qahîm, bawermendbûn bi armancên gel, ketiye qada xebatê di Kurdistana Îranê de, ew pêşmergeyên ku serbarê berbirûbûna tevî hêza mezin û pirr çek aên rejîmê, heya dawiya jiyanê û dawî dilopa xwîna xwe, berevanî ji xwe û xelkê xwe kirin û PDKÎ ji berê serbilindtir kirin.

Em şanaziyê bi wan xebatkarên xwe dikin, bi pêşmergeyên xwe, bi xelkê xwe ku hêz û moralê dibexşin pêşmerge, û xortên wan bixwe ne, bi PDKÎ ku pêşeng û pêşrewê xebata netewî ye li Kurdistana Îranê. Digel vê ku xem û kovana jidestdana wan qehremanan bo me û bo hemû xelkê Kurdistanê, ku hûn ên ezîz û xweşdivî minakek ji wan in, pir giran e, lê ev xem û xemên din jî, me bi çok de nahînin, me ji bîr û bawerî û ji îradeya xwe sist nakin, jiber ke me soz daye xelkê xwe ku, heya wî çaxî ku stem û ferq û cudahî û hewlên Komara îslamî ya Îranê bona jinavbirina xelkê Kurd di holê de be, xebat berdewam e û PDKÎ pêşrewê vê xebatê ye.

Ev bûyera han digel hemû giranî û qursayiya xwe, hinek diyarde û nîşaneyên pir nû bo me û civaka cîhanî û herêmê dan xûyakirin, yekem eva ku gelê Kurdi di Kurdistana Rojhilat de daxwaz ji PDKÎ kirine ku xebata xwe berdewam bike, û xelk yekem piştevanê vê xebatê ye.

PDKÎ bi piştevaniya vê xelkê careke din vedigere nava xelkê xwe de, digel wan têkel dibe bona vê ku, xwîn û xweh (areqe) û zehmet û tekoşîna xwe digel xelkê xwe têkel bike, û girê bide. Berevajî vê ku bitaybetî karbidestê Komara Îslamî ya Îranê reklamê jê re dikin û dixwazin ku wusa nîşan bidin ku tekoşîn û tevgera niha ya PDKÎ bi piştevaniya bîhaniyan û Erebistan û Amerîka û .... hwd ye, weke berê dixwazin qursayî û buhayên gelê Kurd kêm bikin, lewra ez bi berpirsatî ve careke din radigehînim ku, xebata me encama îrade û daxwaza gelê Kurd e di Kurdistana Îranê de.

Derencama amadebûna kadr û pêşmerge û endamên hizbê ye, ku di hemû rewşekê de alîkarê Hizba demokrat bûn. Em hêz û şiyana xwe ji xelkê û pêşmerge werdigirîn, lewra hekî em dibînin ku 37 sal e xwîn ji leş û cesteyê vê xebatê tê, lê xelk wan birînan careke din çareser û cihê wan pirr dike. Derbazbûyiya me vê yekê nîşan dide, û niha û pêşeroja me jî her wê wusa be.

Bila Komara îslamî û kirêgirtiyên Komara îslamê vê yekê baş bizanin ku, em weke PDKÎ, weke gelê Kurd, pêşmergeyên me, em şerxwaz ninin, em aştîxwaz in, em bihevre jiyanê dixwazin, em dixwazin ku xelkê me di Kurdistanê de, li Îranê û di hemû parên Kurdistana parvekirî de, xwediyê jiyaneke serdemiyane bo îro rojê bin. Xebata me bona bidestxistina jiyanekî weha ye. Derbazbûna ji destê zelîlî û bêdeshilatî û êxsîriyê ye.

Em digel vê ku di rêûresma sersaxiyê de kom bûne, lê curek ji yekgirtin û yekrengiyê di nava xebatkarên Kurd di vir de dibînin.

Renge yek ji taybetmendiyên herî mezin ên vê bûyerê eva be ku, gelê Kurd, hûn weke nûnerên rêkxistinên siyasî li hemû parên Kurdistanê de, bi amadebûna di vê rêûremsmê de, we nîşan da ku dilê we digel me ye, bîrûbaweriya we digel me ye. Me hemûyan bi hev re bawerî bi rizgariya Kurdistanê heye, û her yek di para xwe de û bi şêweya guncaw a xwe, xebat û berxwedana xwe berdewam dike.

Ev yekgirtina han hewce ye ku niha ji hemû demekî pitir berfirehtir û qahîmtir bibe, lewra em hêvî dikin ku bi şehîdketina van pêşmergeyên me, vê kombûnê, û herweha ew pêşmergeyên ku di parên din ên Kurdistanê de, rojane termên wan bo nava malbat û xelkê wan têne vegerandin, wate bi destên dujmin û terorîst û neyarên Kurdan tê şehîdkirin, evana hemû bibin sedema vê ku di hemû parên Kurdistanê de, û bitaybetî li Kurdistana Başûr de, ku cihê hêviya hemû Kurda ye, kêşe û nakokî ji rêya aştîxwazane ve bên çareserkirin û, kêşeyên han nebin sedem ku em armancên xwe ên bilind û netewî ji bîr bikin, û kêmbuha bibin, jiber ku li berçavê me hemûyan e, û em rojane dibînin ku, çawa dujminên me lepên xwe xistine nava xwîna me de, û bi tu awayekî ji xwînrêjandin û xwînxwarina me têr nabin, ew ruhmê bi me nakin, lewra piştevanê me û hêza me ya herî mezin, yekgirtina me ye.

Ez hêvî dikim ke ev şehîdên me û hemû şehîdên Kurdistanê bibine waneyek bo me hemûyan, û em dîrokeke nû, rûpelekî nû, ji nû ve dest pê bikin, ji bihevre jiyanê û ji bihevre sazanê, ji hurmetdanana bo hevdu û bihêzkirina hevdu.

Ez gellek spasiya pişikdariya we dikim. Bêguma pişikdariya we xem û kovanên me weke hevçeperên wan şehîdan û malbatên wan ên serbilind, çi ên ku li vir in, çi ên ku li her derekî din bin, kêm dike, jiber ku hûn xem û kovanên me digel me parve dikin.

Gellek spasiya we dikim

Hêviya min serbilindiya we û serkevtina Kurdistanê ye