Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mistefa Hicrî: Herêma Kurdistanê dibe berî serxwebûnê dawiyê bi kêşeyên xwe ên siyasî bîne

16:30 - 17 Kanûna pêşîn 2016

Kurdistanmedia: Sekreterê giştî ê PDKÎ di konferansekê de li jêr navê “serxwebûna Kurdistanê di pêşerojê de, berbirûbûn, û derfet” di zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistan-Duhokê de, axavtinek derheq pirsa serxwebûnê kir.

Li gora rapora gihîştî bi malpera Kurdistanmedia, zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistan-Duhok, konferanseke du rojî derheq pirsa serxwebûna Kurdistanê bi rê ve bir, û di panelên wê de, kesayetî û lêkolerên siyasî, ên Herêma Kudistanê dest bi axavtinê kirin.

Roja Înê 26’ê Sermawezê Mistefa Hicrî, sekreterê giştî ê PDKÎ di yek ji panelên navbirî de, dîtingeha xwe derbarê serxwebûna Kurdistanê ragehand.

Navbirî tevî pîrozbahîkirina roja Pêşmerge û roja alaya Kurdistanê, di axavtinekê de, bas ji dîroka vê rojê kir, û pêşmerge û ala ya Kurdistanê wekî du sembolên neteweyî bi nav kirin.

Navbirî zêde kir: Piştî pêkhatina pêwendiyên dewletan digel Herêma Kurdistanê, û destpêbûna piştgiriyên navneteweyî ji hêza pêşmerge, û pêşwaziya ji serokê Herêma Kurdistanê, dewletên dagîrker ji vê şêweya deshilatdariyê tirsiyan.

Navbirî yek ji sedemên dijminatiya dewletên dagîrker ên Kurdistanê, digel serbixweyiya Kurdistanê, pêşkevtinên siyasî-aborî û berfirekirina rehetiyê di vê beşa Kurdistanê de bi nav kir.

Mistefa Hicrî ragehand: “Dewletên dagîrker ên Kurdistanê bi mezinkirina kêşeyên Herêma Kurdistanê li pey lekedarkirina pirsa Kurd de ne, û rejîma Îranê di vê rastayê de dest bi propagendeyeke zaf kir,da ku wisa nîşanî hemû aliyekî bide, ku encama hikûmetdariyê tiştek ji vê yekê zêdetir nine”.

Hicrî herwisa ragehand: “Pirsa sereke di vê pêwendiyê de, vedigere ser me bixwe, û dibe ku em di çarçoveya vê herêmê de yekgirtî bin, û xetên xwe ên stratejîk diyarî bikin”.
Mistefa Hicrî di dawiya axavtina xwe de li ser bidawîkirina kêşeyên siyasî di Herêma Kurdistanê de pêdagirî kir, û got: “Em hewl didin ku di rastaya berjewendiyên xwe yên netewyeî de hereket bikin, gellek caran li şêweya birêvebirina demokrasiyê de, kêşe têne pêş, lê ya ku di Kurdistana Îraqê de rû dide, karesat e, ne demokrasî.

Demokrasî pêvajoyek e, ku bona çareserkirina kêşeyan, riyên çareseriyê dibîne”.

Hicrî hêvîdar bû bi vê ku Herêma Kurdistanê, berî ragehandina serxwebûnê, dawiyê bi kêşeyên xwe ên siyasî bîne, û bikare hêza xelkê di rastaya vê armanca pîroz de bike yek.

Li qerax vê konferansê jî, sekreterê giştî ê PDKÎ digel kesayetiyên siyasî, berpirsyarên payebilind ên Herêma Kurdistanê, dîplomatên welatên derekî û lêkolerên siyasî hevdîtin pêk anî.