Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mistefa Hicrî: Xebata Kurdan li her çar perçeyan de, li dijî çar dewletên bi hêz ku Kurd bi ser de hatiye parvekirin, zehmet e

15:05 - 24 Tebax 2014

Kurdistanmedia: Rojnameya Xebat, di hejmara (4615)an a xwe de hevpeyvînek tevî Mistefa Hicrî sekreterê giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê kir.

Deqa hevpeyvînê:

Xebat: Kurdistan piştî şerê di navbera Osmaniyan û Sefewiyan wate sînorê niha yê di navbera Îran û Tirkiyê, ku bûye du beş, lê piştî şerê yekemîn ê cîhanî bûye çar beş, gelo sedema sereke ya vê parçekirina Kurdistanê ku bi serkirdayetiya welatên mezinhêz ên cîhanê bi rêve çû, vedigere ser çi?

Mistefa Hicrî: Piştî bidawîhatina şerê yekemîn ê cîhanî, welatên mezinhêz yên serkevtî di şer de, sînorê deshilatdariya welatên dorandî ên şer di navbera xwe de parve kirin, ku di encama vê parvekirinê de beşek ji xaka Kurdistanê ku li jêr deshilata împeratoriya Osmanî de bû, di navbera du welatên tazeavabûyî yên Sûriye û Îraqê de hate parvekirin, ku beşek her li jêr deshilata welatê Tirkiyê de ma ku li ser wêraniyên dewleta Osmanî hatibû avakirin, û beşek jî li jêr deshilata hikûmeta Tehranê de ma ku bi vî awayî Kurdistan bû çar beş.

Xebat: Kurd neteweyek bi dehan milyonî ye, û xakek berfireh û bi bereket heye, hertim tê gotin ku welatên mezinhêz wan neteweyan dikin xwediyê welatê xwe, ku dikarin bi awayek ji awayan qazancê lê bibînin, çima di demekê de ku Kurdistan samana wê jî zaf e, welat li ser haşakirina li ser mafên Kurdan berdewam in?

Mistefa Hicrî: Eva rast e ku Kurdistanê xakek berfireh û nifûsek zaf têde heye, û gellek jî bi bereket e, lê di heman demê de ji bîra me neçe ku ew welatên ku Kurd jî bi ser wan de hatiye parvekirin, welatên bi xêr û bêr in, û berjewendiya wan bo mezinhêzan ji berjewendiya Kurdistanê zêdetir e, lewra di pêxema parastina berjewendiyên biçûk (Kurdistan), naxwazin ku berjewendiyên wan yên mezin (welatên mezin) ji dest wan herin. Ji bilî vê yekê pirsa emnî û têkdana sînorê wan welatan û komek fakterên din jî, di nav biryardanên mezinhêzan de hene ku têne berçav girtin, ku yek ji wan fakteran pêkanîna mecaleke baş ya siyasî ye, ku bi sedema guhertinan bo neteweyeke parvekirî yan jêrdesteyê welateke bihêztir pêk tê, wek mînakek baş di vê derheqê de em dikarin Ermenistan û Azerbaycanê nav bibin. Dema ku di dawiya şerê sar de, welatê Soviyetê şikest xwar, û hikûmeta wê têk çû, derfetek baş bû ji bo piraniya wan neteweyên ku xaka xwe hebûn, û heya wê demê li jêr deshilata Soviyetê de dijiyan, lê ew cudabûn, û serxwebûna xwe jî ragehandin, û welatên Rojava jî bi taybetî Amerîka ku ew dabeşbûna di berjewendiya xwe de dizanîn, ew welat bi fermî nas kirin, lê heya niha rewşa siyasî ya bi vî awayî bo Kurdan nehatiye pêş.

Xebat: Xebata Kurdan li her çar beşên Kurdistanê bi giştî xebateke ji hev veqetiyayî bûye, û hekî pêwendiyek jî hebûye, zêdetir teşrîfatî bûye, herçend carna du parçeyên Kurdistanê pêkve xebatê dikin, bo mînak niha beşek ji hêzên Bakûr û Rojavaya Kurdistanê pêkve xebatê dikin, yan di rabihurî de başûr û Rojhilata Kurdistanê pêkve xebat kirine, û ...hwd, gelo xebatkirina Kurdan bi awayekî yekgirtî li her çar perçeyên Kurdistanê di rewşa niha de, di cihê xwe de ye, gelo ew ji hev veqetiyana xebata Kurd, hokar nebûye bo paşvemana cîbicîbûn û sergirina xebata Kurd?

Mistefa Hicrî: Her wek me qala wê kir, çend caran hebûye ku Kurdên du beşan bi awayê car caran alîkariya leşkerî bi hevre kirine li dijî yek ji hikûmetên dagîrker, lê ew alîkarî gellek berteng û demkî bûne, û bandoreke berçav li guherîna parsenga hêzan de pêk neanîne.

Yekgirtina hêza Kurd li her çar perçeyan, û heya di du perçeyan de jî, dibe sedema yekgirtina dewletan bo serkuta xebateke wisa ya yekgirtî. Mînakên bi vî rengî me di dîroka xebata gelê Kurd de dîtine. Lewra xebata Kurdan li her çar perçeyan de, li dijî çar dewletên bi hêz ku Kurd bi ser de hatiye parvekirin, zehmet e.

Xebat: Bi berçavgirtina rastiya Kurdistanê di dema niha de, û nirxandina aliyê siyasî, aborî û civakî di başûra Kurdistanê, ragehandina dewleta Kurdî, di dema niha de, heya çi qasekî nêzî rewşa heyî ye, û wek hewcehiyekê dibe çav lê bihê kirin?

Mistefa Hicrî: Ez li ser vê baweriyê me ku di rewşa niha de, ku bi kiryar em dikarin bêjin ku hikûmetek bi wateya xwe ya rastîn di Îraqê de nine, û nahê çavnihêrkirin bi wan zûkatiya Îraq rûyê aramiyê bi xwe ve bibîne, Kurd jî deshilata xwe bi ser hemû xaka xwe de heye, û xwediyê petroleke zaf e, ku eva bixwe di warê darayî û siyasî de faktereke giring e bo bingehdanîna dewleteke serbixwe, lê ji bilî wan bo ragehandina serbixweyiya Kurdistana Başûr çend fakterên din jî gellek giring in, û pêwîst e ku bêne berçavgirtin.

1- Yekrêziya xelk û rêkxirawên siyasî bi giştî bi armanca îradeya pêkanîna vê serxwebûnê
2- Amadeyiya xelkê bo tehemulkirina wan zext û kêşeyên ku neyarên serbixweyiya Kurdistanê jêre diafirînin, wek daxistina sînorên xwe bi rûyê Kurdistanê û pêkanîna astengiyan di hemû warekî de, û pîlanên din aliyê kêm li kurtheyam de, her wek şehîd Dr. Qasimlo dibêje ku gelêk ku azadiyê bixwaze dibe nirxa wê jî bide.
3- A madebûna welatek cînar weK -Tirkiyê ku vê hikûmetê bi fermî nas bike, û riya wê ber bi cîhanê ve weke.