Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mustafa Ozçelîk: “Dema ku Kurd pêş dikevin, dewlet êrîşî ser Kurdan dike”.

15:24 - 6 Hezîran 2016

H: Selîm Zencîrî

Pirs: Çima Tirkiye gihîşte vê qonaxa dijwar?

Bersiv: Sedemên navxweyî jî hene, yên derveyî jî. Li bakurê Kurdistanê û li Tirkiyê doza azadiyê bi rêyên siyasî, demokratîk, sivîl û dîplomatîk gellekî pêş ketiye. Ev mecal heye, û vê yekê Dewleta Tirkiyê tirsand. Kurd çiqas di rêya siyasî û sivîl de xebatên xwe bimeşînin, dê zêdetir pêşve biçin.

Dewleta Tirkiyê ji bo rê li ber xebata sivîl û siyasî bigire, siyaseta şer û pêvçûnê da ber xwe. Herweha dewleta Tirkiyê, li Rojavayê Kurdistanê ji derveyî maseyê ma. Berê bi Rêya Ocalan kontrol li ser PYD datînî. Lê niha ev firsend nemaye. Rêveçûna Başûrê Kurdistanê ya ber bi serxwebûnê ve jî dewleta Tirkiyê, Îranê , Suriyê û Bexdayê ditirsîne. Ev sedemeke esasî ye ku şer careke din dest pê kir. Piştgirî û siyaseta Îran û Esed ya li pişt PKK’ê jî sedemek e ji bo destpêbûna şerî. Mixabin PKK’ê jî, bi şerê li nav bajaran, şerê bi xendek û barîkatan ve rê li ber siyaseta dewleta Tirkiyê ya şerî xweştir kir.

Pirs: Sedemên ku şer germ û derbasî nav bajaran bû, çi ne? Gelo bi sedema operasiyonan xendeq hatine lêdan, yan bi sedema xendeqan operasiyon hatin encamdayîn?

Bersiv: Du daxuyaniyên Serokwezîrê Tirkiyê Dawûdoglu di vê derbarê de hinek zanyariyan dide me. Yek jî eve bû: “Di civîna konseya ewlekariya Tirkiyê de, di sala 2013’an de, li rojhilat û başûrê rojhilatê welat,12 navçeyên ‘krîtîk’ hatin tesbît kirin….’’. Daxuyaniya duyem jî weha bû: “Di dema pêvajoya çareseriyê de, PKK’ê her çek û sîlah û teqemeniyên leşkerî li bajaran bi cîh dikir…’’.

Ev herdu daxuyanî nîşan didin ku, dewleta Tirkiyê beriya ku careke din şer dest pê bibe, 2 salan, amadeyiya şerî kiriye. Ew derên ku îro bi şerî wêran bûye, ew bajarên ku Dawûdoglu gotibû “12 cîhên krîtîk’’ in. Herweha Dawudoglu dibêje hîna di dema pêvajoya çareseriyê de, PKK’ê amadeyiya şerî dike. Başe çawa dibe ku dewlet bizanibe waye PKK amadeyiya şer dike , lê rê lê nagire? Bi ya min, Dewleta Tirkiyê dixwest şer dest pê bibe. Jiber wê jî çavên xwe ji PKK’ê re digirt ku, şer dest pê bike. Xendek û barîkatên PKK’ê yên li nav bajaran, di encamê de rê ji Dewleta Tirkiyê re xweş kir ku welatê me wêran bike, bingeha siyasetê xera bike. Helbete ku eve ne cara ewil e ku dewleta Tirkiyê vî şerî li dijî xelkê Kurd dimeşîne. Kengî Kurd pêşkevin, dewlet êrîş dike.

Pirs: Zirarmendê sereke yê şer kê ye? Her yek ji dewlet û kurd çi ji dest didin, û çi bi dest dixin?

Bersiv: Dewleta Tirkiyê eva 90 sal e, bi dehan caran vê siyaseta îmhayê , kuştin û wêrankirinê li ser miletê me dimeşîne. Lê tu kuştin û jenosîdan nekarîbû rê li ber doza azadiya Kurdistanê bigire. Di salên 1990’î de, bi navê “faylên mechûl” dewletê 17 hezar Kurd kuşt; nêzî 5 hezar gund vala kir. Lê îro em li ku ne, dewlet li ku ye? Doza miletê me deh qat pêşdetir çûye. Dewleta Tirk bi hin serkeftinên rojane xwe dixapîne. Lê mixabin, vê siyaseta şerê nav bajaran ya PKK’ê jî zirar daye welatê me, zirar daye doza me. Pir aşkere ye ku di şertên îroyîn de ji bo ku di aliyê eskerî, siyasî, aborî, lojîstîk, piştgiriya navnetewî şertên rizgar kirin û parastina bajarekî li bakurê Kurdistanê tune ye. Li gel vê rastiyê, mixabin PKK’ê bi navê ‘’ozyonetim’’ê, got “emê li bajaran herêmên azad ava bikin’’. Vê siyasetê rê ji xerakirin û wêran kirina Kurdistanê re xweştir kir. Niha gellek bajarên Kurdistanê xera bûne, bi sedhezaran gelê me koçber bûne, bi hezaran kuştî û birîndar hene; lê di encamê de yek metr erdek nehatiye rizgarkirin. Xebata sivîl, siyasî, demokratîk û dîplomatîk ya miletê Kurd zirareke mezin dîtiye. Eve jî dilê Dewleta Tirkiyê xweş dike.

Pirsyar: Pirsgirêkên nav AKP’ê ber bi ku ve diçin û çi bandorek li ser pêgeh û pêşeroja wê hene?

Bersiv: Erdogan bi her awayî dixwaze AKP di bin desthilata wî de be. Kî bi qasî serê derziyê be jî, ji derveyî gotinên wî tevbigere, nikare di nav AKP’ê de bibe rêveber. Erdogan amadeyiya ‘’Sîstema Serokatiyê’’ dike. Wek destpêka wê jî vê sîstemê di nav AKP’ê de pêk tîne. Li gorî şertên heyî, niha tu kes an grûpên ku bikaribin di nava AKP’ê de rê li ber vê siyasetê bigirin tuneye. AKP û Erdogan, şerî gurr dikin, ev jî piştgiriya wan di nav civata Tirk de zêdetir dike.

Jiber wê jî, di nava AKP’ê de, tu kesê bikaribe li ber vê raweste tuneye. Ev siyaseta li Tirkiyê dîktatoriyetê xurttir dike. Mixabin tu partiyeke din ku bikaribe rê li vê siyaseta dîktatoriyetê ya AKP’ê bigire tuneye. MHP û CHP jî di siyaseta şerî de piştgirîya AKP’ê dikin. Ev yeka jî rêya Erdoganî xurttir dike; rêya dîktatoriyetê berfirehtir û geştir dike.

Pirs: Sîstema serokatiyê, ku ji bo Turkiyê tê nîqaşkirin, çiqas li xizmet demokrasiya Tirkiyê û pirsa kurd de dibe?

Bersiv: Ya girîng ew e ku , em bizanibin çi sîstem çi tîne, çi dibe. Sîstema parlementeriyê jî , sîstema serokatiyê jî, dikare bibe sebebê demokratiyetê jî, sebebê dîktatoriyetê jî. Li gellek welatên parlamenteriyê, ev parlamenterî şiklî ye, û li van deran dîktatoriyet heye. Li gellek welatên bi sîstema serokatiyê têne birêvebirin ji gellek parlamenteriya zêdetir demokrasî heye. Berevajî vê jî heye.

Jiber wê yekê heta ku em nizanibin sîstena serokatiyê li Tirkiyê dê sîstemake çawa be, em nikarin bêjin ‘’baş’’e , an jî ‘’’xerab’’e. Lê di şertên heyî de, gava ku em gotin û helwest û siyaseta Erdoganî didine ber çav, bi vê aqiliyeta wî, sîstema serokatiyê dê ji vê sîstema şikestî ya parlementeriya didome jî xerabtir be. Dewleta Tirk 90 sal e, di çareserkirina pirsa Kurd û Kurdistanê de, tu gaveke baş neavêtiye. Erdogan jî bi van gotinên xwe ku dibêje ‘’Pirsa Kurd li welatê me tuneye. Kurd dikarin bibin her tişt. Ma hîna çi dixwazin?’’, dê tu hêviyê nede miletê Kurd. Erdogan dixwaze bi sîstema serokatiyê bibe Sultanê nû yê Tirkiyê. Ev jî tu xizmetê ji demokrasiyê re nake. Demokrasiya li Tirkiyê, heger li ser rê û rêbaza Yekîtiya Ewrûpa bimeşe, helbete ku dê baş be, û em jî wek Kurd divê piştgirên gavên demokratîk bin. Lê meseleya Kurd û Kurdistanê meseleya miletekî ye, meseleya welatekî ye, meseleya mafê çarenûsê ye, meseleya azadiya Kurdistanê ye.

Pirs: AKP berê weke model dihat dîtin, lê niha îzole bûye, û heta dice, dubendî û nakokî bi cîhana derve re zêdetir dibin. Sedem çi ne ku dîtin û nerîna Rojava bi taybet hatiye guhertin?

Bersiv: AKP ji sala 2002’an heta 2010’an di derbarê demokrasî, zimanê kurdî, şikandina desthilatdariya eskerî de, gavên erênî avêt. Li gor prosedûra Yekîtiya Ewrûpa hinek guhertinên baş lidar xist. Li gel welatên Rojava hemahengiyek hebû. Emerîka û Ewrûpiyan jî jiber vê yekê piştgiriya Erdogan û AKP’ê dikirin. Lê mixabin piştî sala 2010’an, bi siyaseta ‘’Osmaniya Nû’’, bi siyaseta ‘’Sistema Padîşahiyê’’, û careke din bi germkirina siyaseta ‘’yek dewlet, yek milet, yek welat, yek al’’ê, ev gavên guherînê rawestand. Îro jî Recep Tayib Erdogan û AKP her vê siyasetê dimeşînin. Erdogan dixwaze bi ‘’sîstema serokatiyê’’ bibe ‘’padîşah’’. Herweha dixwaze proje û siyesetên Rojavayiyan têk bide. Ev gav û faktoran gişt, bûne sebebê îzolebûna Tirkiyê. Tirkiye vê dawiyê bi piştgirîya DAÎŞ’ê jî, xwe ji welatên Rojavayî dûr xistiye. Herçend Tirkiye pirsgirêka penaberan dixwaze wek çoyekî li ser serê Ewrûpiyan bihejîne jî, bi ya min di pêvajoyeke dirêj de Tirkiye bi siyaseta xwe , ji Ewrûpa dûr ketiye.

Pirs: Aya eve nîşan dide ku serdema AKP jî bi ser çûye?

Bersiv: Em nikarin di van şertên heyî de, û bi van aktorên ku hene, bêjin ‘’serdema AKP’ê bi ser çûye’’. Niha li Tirkiyê tu partiyeke ku bi rastî jî li dijî vê siyaseta diktatorîyeta AKP’ê, demokrasiyê, edaletê, azadiyê û wekheviyê biparêze tuneye. Tu partiyeke ku gotinên wê ji yên AKP’ê ferqtir tune ye, û bi ya min li gor berjewendiyên Dewleta Tirkiyê yên ‘’yek welat, yek milet, yek dewlet, yek al’’ê , Sererkaniya Ordiya Tirkiyê, MİT(İstixbarata Tirkiyê), birokrasî û çapemeniya Tirkiyê jî bi giştî li gel vê siyaseta ku AKP dimeşîne ne.

Vê gavê di demke kurt de, nîşana ku AKP dê têk biçe ne diyar e. Lê faktorên navnetewî û têkoşîna azadiya Kurdistanê dê di rojên pêş de bibe faktor û aktorên esasî di guhertina desthilatdariya Tirkiyê de.

Jiber vê yekê jî, ya ku rê li ber çareseriya pirsa Kurd jî, û li ber pirsa demokrasiya Tirkiyê jî veke, zêdetir hêz û têkoşîna azadiya Kurdistanê ye. Kilîda demokrasiya Tirkiyê jî ketiye destê Kurdan û zextên Rojavayiyan. Lê divê Kurd nekevin wê xeletiyê de, ku pirsa azadiya Kurdistanê bi demokrasiya Tirkiyê ve girê bidin. Em divê pêştir li gorî berjewendî, maf û azadiya miletê xwe siyasetekê bimeşînin.

Pirs: Hilbijartina pêşwext çiqas îmkan heye û li egerek wisa de hevkêşeyên siyasî ên di nav Tirkiyê de, çi guhertin bi ser de tên?

Bersiv: Behsa hilbijartineke pêşwext tê kirin. AKP û Erdogan heger bikaribin di nava Parlamentoya heyî de biryara referandoma guhertinên derstûra Tirkiyê derbixînin, belku pêwîstî bi hilbijartineke pêşwext namîne. Lê heger biryara referandomê pêk neyê, îhtimala hilbijartina pêşwext zêdetir dibe. AKP û Erdogan niha şerî germtir dikin ku, dengê nîjadperestên Tirkan zêdetir werbigirin. Herweha şerê PKK jî bandoreke nigatîv li ser gelê Kurdistanê dike. AKP dixwaze vê yekê jî jibo berjewendiyên xwe bi kar bîne. Di şertên heyî de, di hilbijartineke pêşwext de îhtîmala ku MHP di bin benda %10’î de bimîne heye. Herweha hedefa AKP’ê ew e ku HDP jî benda %10’î derbas neke. Bi ya me hilbijartina pêşwext jî dê nikaribe tu qezencekê di derbarê azadî, demokrasî û pêşketina Tirkiyê de û di derbarê çareserkirina pirsa Kurd de bîne. Jiber ku partiyên heyî, yek jî, ne ew partî ne ku, gaveke erênî bavêjin.

Pirs: Rakirina parêzbendiya li ser parlemantarên HDP li rojevê de ye, li egereke wisa de, çi diqewime, û hewce ye kurd çi bikin?

Bersiv: Di eslê xwe de, divê parêzbendiya hemû parlamenteran rabe. Nabe tu parlamenter parêzbendiyê ji xwe re bike mertal. Lê niha ev hewla rakirina parêzbendiya parlamenterên HDP’ê, wek helwesteke siyasî derdikeve pêş û neheqiyeke yek alî ye. Binpêkirina îradeya hilbijêran e. Jiber vê em li himberî vê neheqiyê derdikevin û dibêjin ev gava li dijî mafê azadiya siyasetê û ramanê ye. Lê li aliyekî din ve, rakirina parêzbendiyê, ne meseleyeke sereke ye.

Miletê kurd, gelê Kurdistanê, di bin gellek neheqî û zordestiyên hîn mezintir û girîngtir de ne. Hebûna miletê Kurd û tu mafê me wek qanûnî nehatiye qebûlkirin. Sonda parlementeriyê şexsiyeta miletê Kurd û ya parlamenteran binpê dike. Zimanê Kurdî nebûye zimanê resmî û yê perwerdeyê. Ev şerê heyî, zerareke mezin dide gelê me û welatê me. Jiber vê jî divê rojeva me li dij derketina van neheqiyan be, û divê em jibo şer raweste helwesteke xurt û girseyî bihûnin.

Pirs: Her yek ji dewlet û aliyên Kurd dibe vê gavê çi bikin?

Bersiv: Îro hemû aliyên Kurdan divê li hemberî şerî derkevin. Divê bi tu awayî nebin piştgirên şerî. Divê bi awayekî biryardar li himberî dewleta Tirkiyê rawestin û bêjin bi kuştin û wêrankirin û siyaseta şerî tu yê nikaribe miletê me jî doza miletê me jî ji holê rabikî.

Herweha divê em li himberî siyaseta şaş ya PKK’ê jî rawestin û bêjin şer ne di berjewendiya gelê me de ye, û divê dewleta Tirkiyê dest ji têkdan û xerakirina bingehê siyaseta Kurdî û sivîl berde. Divê dest ji rakirina parêzbendiyê berde. Divê dest ji hepskirina siyasetvanan berde. Ev ji şer û pevçûn û neçareseriyê re xizmetê dike. Tundûtûjî û şer dê nikaribe di demeke dirêj de, rê li ber têkoşîna gelê me ya sivîl, siyasî û demokratîk bigire.

Pirs: Hûn weke PAK û partiyên din bo vê rewşê çi difikirin, û çi piroje û pilaneke we ji bo aramkirina rewşê û aştî û çareseriyê heye?

Bersiv: Beriya her tiştî, em bawer dikin û dizanin ku ji %90’î zêdetir gelê me li himberî vî şerî ye. Ev jibo me bingeha meşrû’îyet û hêzeke mezin e. Divê hemû partiyên siyasî, dezgehên sivîl, şexsiyetên qebûlbar, siyasetvan û rewşenbîr bi helwesteke yekgirtî û biryardar li hemberî vî şerî derkevin. Îro pêwîstiya gelê me ev e. Divê em bi gel re, xebateke sivîl dest pê bikin. Divê pêvajoyeke rasteqîn ji bo çareseriya pirsa Kurd û Kurdistanê dest pê bibe. Divê em dengê xwe bigihînin raya giştî ya cîhanê û dewletên cîhanê, da ku piştgiriya xebata me ya çareseriya siyasî bikin. Divê em rast ji dewletê re bêjin, êdî bes e; ji PKK’ê re bêjin şer zirarê dide welatê me. Divê hemû partiyên Bakurê Kurdistanê li ser bernameyeke netewî rêk bikevin û pêkve li gel dewleta Tirkiyê rûnin, herweha divê garantorên navnetewî jî Ji di nav van hevdîtinan de bin. Cîhan dê di xebat û helwesta siyasî de li gel me be. Divê rê nedin ku bi siyasetên şaş doza azadiya gelê me û welatê we, ji cîhanê dûr bikeve. Divê em li cîhanê dostên xwe zêde bikin, dijminên xwe jî kêm bikin. Divê hikûmeta Başûrê Kurdistanê jî jibo proseyeke rasteqîn ya çareseriyê li Bakurê kurdistanê dest pê bibe, roleke esasî bilîze. Hêza herî mezin ew hêza ye ku, gelê me bi yekgirtineke xurt bêjin ‘’Ji şer re na, ji azadiya Kurdistanê re, ji çareseriyeke siyasî re erê’’. Ev helwest dê bikaribe rêya aramiyê veke.