Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nadir Qazîpûr: Kurd û Herêma Kurdistanê şeytan in

21:19 - 11 Hezîran 2014

Kurdistanmedia: Qazîpûr dabû zanîn ku nabe em bihêlin bi perê nepak li ser Urmiyê biryar bê dan û dibe em pêşiya hat û çûna Kurdên Herêma Kurdistanê bigrin ku heta hesta nasyonalîzmî di nav Kurdê Urmiyê de geşe neke.
Di çend rojên derbasbûyî de Nadir Qazîpûr nûnerê Azerî ziman yê parêzgeha Urmiyê li Parlemana Îranê êrîş kire ser gelê Kurd û Herêma Kurdistanê û netewa Kurd bi şeytan hesiband û got Barzanî û hikûmeta Barzanî dixwazin bajarê Urmiyê weqetînin û dibe bi hemû awayekî pêşiya wan bigrin.
Nadir Qazîpûr herwisan di axavtina xwe de bas ji sermaye guzariya cîranan û Herêma Kurdistanê di Urmiyê de kir û got: Em muxalifê sermaye guzariya Herêma Kurdistanê di Îranê û bi xasmanî Urmiyê de ne, çimkî Îranê dewlemendên zaf hene û em dikarin daxwaz ji wan bikin ku li parêzgeha Urmiyê de sermayeguzarî bikin û em nehêlin dewlemenên me sermaya xwe li derveyî welat bi xasmanî Herêma Kurdistanê bikar bînin.
Ji aliyek din we Nadir Qazîpûr ku heya niha tu berpirsên rejîm li Urmiyê nekariye wê gotinê bike, got: Gelek kesan an aliyan bo Urmiyê pilan darêtne û dixwazin Urmiyê ji Îranê cuda bikin û bikin yek ji bajarê Kurdistanê, herwisan dibêje Urmiye yek ji bajarê Azerbaycanê ye û Azerbaycan jî ser bi Îranê ye û tu kes nikare Urmiyê ji Azerbaycanê û Îranê cuda bike.

Di pêwendiyê de Dr. Şêrko Heme Emîn parlematêrê Tevgera Goran li Parlemana Herêma Kurdistanê de bi yek ji malperên Herêma Kurdistanê ragihandibû: Ewa cara duyemîn e ku heybet û kerameta Kurd û Kurdistanê ji aliyê karbidestên rejîma Îslamî a Îranê ve tê şikandin û heya niha hikûmeta Herêma Kurdistanê û aliyên pêwendîdar bêdeng in.
Herwisan dibêje: Her çend ew axavtinane dijî gelê Kurd tê kirin û tu girîngiyek tuneye û hewceyî bersivdanê nine, lê hewceye hikûmeta Herêma Kurdistanê ji rêyê dîplomasî ve bersiva wan bide û hewceye nûnerê Herêma Kurdistanê li Îranê de pirsê ji xwe bike ku çima li vir e.
Ji aliyek din û di wê pêwendiyê de heyamek berî niha li bajarê Tewrêzê ragihandinek hatiye biliv kirin û bi nivîsngehên firutin û kirîna zewî, avayî, bax û baxatan hatiye ragihandin ku bi tu awayekê nabe tevî Kurdan muamilê bikin û bi wan zewî bêhên firotim, bi hemû awayekê qedexeye û gelê Kurd bi terorîzm dihesibîne.

8660.jpg
Dara Natiq


Di wê pêwendiyê de malpera Kurdistanmedia bo baştir zanîn û gengeşe kirina axavtina Nadir Qazîpûr û ragihandina ku li bajarê Tewrêzê hetiye biliv kirin, hevpeyvînek ligel “Dara Natiq” endamê Komîteya Navendî a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, kir.
Deqa hevpeyvînê:

Kurdistanmedia: Gelo nirxandina we li ser gotinên Nadir Qazî pûr nûnerê Azerî ziman yê parêzgeha Urmiyê li Meclisa rejîma Îranê ku Kurd û Herêma Kurdistanê bi şeytan dihesibîne, çiye?

Dara Natiq: Her weke dizanin ku bingeha siyaseta bi nav rejîma Komara Îslamî a Îranê, siyasetek dijî gelî ye û hemî awayekî û bi mêtodên cur bi cur hertim cehda tepeser kirin û ji nav birina gelên Îranê bi giştî û gelê Kurd bi taybetî dide. Lewma gotinên bi nav nûnerê xelkê Urmiyê anku Qazî pûr, eynakerê siyaseta biyom û fermî a vê rejîmê ye derheq bi netewa Kurd bi giştî. Rejîm hertim bi nêrînek emniyetî mêzeyî doza Kurd kiriye û heya niha bi tu awayekî îtiraf bi Herêma Kurdistanê nekirye û berdewam ji rêya dam û dezgehên xwe yên ewlehî we cehda têk dan û aloz kirina rewşa tenahiya Kurdistanê dane û didin. Rejîm çavê wê bi azadî û pêşkevtinên herêma Kurdistanê bilind nabe û wê azadî û bi hev re jiyana aştiyane a êtnîk û olên cur bi cur di vê herêmê de bi metirsiyek mezin bo ser sîstema dîktator a xwe dizane û ji hişyariya civakî disilike. Lewma tiştek xwezayî ye ku bi nav rejîma Îslamî a Îranê ku bingeha siyaseta vê li ser dijayetî kirina netewa Kurd hatibe avakirin û bi nêrînek emniyetî mêzeyî doza Kurd bike, ji rêya more û dest û pêwendiyên xwe we, sivikatiyê bi gelê Kurd bikin û hewla çêkirina aloziyan bidin.
Kurdistanmedia: Bi raya we gotinên Qazîpûr tu bandorek nerênî li ser bi hev re jiyana aştiyane a gelê Kurd û Azerî di vê herêmê de dike?

Dara Natiq: Mixabin ew gotinên Qazîpûr ne tenê tu xizmetekê bi çareseriya arîşe û girêpêçkên vê deverê nakin ji berku dibe sedema têkdana ewlehiya civakî û bandorek nerênî li ser bi hev re jiyana aştiyane a gelê Kurd û Azerî çê dike. Hewce bû ku yê mina Qzîpûr û bi nav nûnerên xelkê devera Urmiyê li Meclisa wî welatî de, bibin berdevkê rastîn yê xelkê wê deverê û rewşa xirab a jiyan û ew arîşeyên ku îro rojê xelkê wê herêmê pêwe dinalin bixin rojeva meclisê û di hewla çareseriya wan de bin û xwe ji çêkirin toyê netifaqiyê di nava civakê de biparêz in. Xelkê Urmiyê îro rojê di rewşek xirab a jiyanê de bi ser dibin û bêkarî, giranî, nebûna xizmetgozariyan, ferq û cudahiya civakî û êtnîkî, tepeserî û deyan arîşeyên civakî ku berhema siyasetên dijî gelî yên wê rejîmê ye bûye jiyana rojane a xelkê Îranê bi giştî û yên devera Urmiyê bi taybetî . Hişik bûna gola Urmiyê ku bûye metirsiyek mezin bo ser jîngeha wê herêmê û derdora wê û hêdî hêdî jiyan di vir tê fetisandin û rejîm jî ew yek li pişt guhê xwe we awêtye û tu girîngiyekê nade wê pirsa han. Lê di rewşek han de Qazîpûr û bi nav nûnerên wê deverê jî çavê xwe ji tev wan arîşeyan miqandine û tenê li hewla berdewamî dan bi siyasetên biyom û qirêj yê rejîmê derheq bi emniyetî kirina wê deverê û têkdana bi hev re jiyana aştiyane a xelkê vê herêmê didin.
Kurdistanmedia: Gelo bi rastî Qazîpûr nûneratiya xelkê wê herêmê û berjewendiyên wê dike yan nûneratiya piraktîze kirina pîlanên qirêj û biyom û dijî gelî yê wê rejîmê dike?

Dara Natiq: Ji her kesekê re eşkere ye ku Qazîpûr û yên ku îro rojê di perlimentoya Îranê dene, di deyan fîlterên emniyetî û ewlehî yên wê rejîmê de derbas bûne û pişt re di hilbijartinek nimayeşî de, şeriyetek direvîn bi wan hatiye dayîn û erkê wan tenê parastina berjewendiyên wê sîstema dîktator û dijî gelî ye. Lewma em dikarin bêjin ku Qazîpûr û yên din jî, di rastî de nûnerê rastîn yên rejîmê ne û bi navê xelkê di meclisa wî welatî de dipeyvin. Ew bi tu awayekî nûnerê rastîn yên xelkê wê herêmê ninin û nikarin jî nûneratiya wîst û daxwazên xelkê mafxwaz yê herêma Urmiyê bikin. Nêrîn û gotinên kesên han jî derbek mezin e bo ser aştewatiya civakî di vê herêmê de û têkdana tifaqa navbera netewa Kurd û Azerî. Rejîm bi hemû awayekî dixwaze rewşa dêmografiya wê herêmê têk bide û ji rêya more û dest û pêwendiyên xwe yên weke Qazîpûr pîlanên dijî mirovî yên xwe di herêmên han de ku netewên blindest têde dijîn, piraktîze bike.
Kurdistanmedia: Qazîpûr dijberiya xwe bi sermayeguzariya Kurdan li Urmiyê û hermên din dide xuya kirin û wê yekê bi pilana Herêma Kurdistanê dide xuya kirin û deshilata Kurdî di vê derheqê de sûçdar dike, çima?

Dara Natiq: Mixabin Qazîpûr di demekê de wan gotinan tîne ziman ku, îro bi sedan kes ji xelkê Îranê bi giştî û xelkê herêma Urmiyê bi taybetî, li ber rewşa xirab a abûrî û bêkarî û nebûna derfetên karî, berê xwe dane herêma Kurdistanê û di bin siya wê herêmê de ji bo debara jiyana xwe kar dikin. Bi sedan kesên Azerî ziman îro li herêma Kurdistanê bûne xudî kompanî û sermayeguzariyê dikin bêy ku tu arîşeyek ji wan re bête pêş. Tev pêkhateyên Kurdistanê li Kurd û Ereb û Turkmen û Mesîh û .... di bin siya azadî û demokrasiya wê herêmê de, bi tenahî û aşitiyê jiyana xwe bi serbestî didomînin. Herêma Kurdistanê îro rojê bûye çavkaniyek baş bo debara jiyana wî xelkê ku îro rojê bi sedema bêkarî û nebûna derfetên karî rû li wê herêmê dikin. Lewma çavên rejîmê û Qazîpûr mixabin bi pêşkevtinên abûrî û siyasî û dîplomasî yên Kurdistanê bilind nabin û dixwazin bi wî awayî kerb û kîna xwe li hember wan pêşkevtinan bi ser xelkê Kurd li parêzgeha Urmiyê de bidin diyar kirin. Dixwazin netifaqî û aloziyan çê bikin. Wan gotinan dikin bi hêcetek bo guherîna dêmografiya parêzgeha Urmiyê. rejîm demeke ku li her derfetkê ji bo têkdana demografiya kurdistanê mifah werdigre.
Kurdistanmedia: Gelo çima her car û bi awayek ji aliyên more û navendên wê rejîmê we sivikatî bi gelê Kurd û nemaze Herêma Kurdistanê tê kirin bo mînak (sivikatî û çewaşekariyên Konsolxaneya rejîma Îranê li bajarê Silêmaniyê bi gelê Kurd)?

Dara Natiq: Rejîma Îslamî a Îranê tu baweriyek bi çareseriya aştiyane a netewên Îranê bi giştî û nemaze netewa Kurd nine û hertim bi nêrînek emniyetî bersiva daxwazên berheq yên netewa Kurd daye. Ji berku gelê mafxwaz û azadîxwaz yê Kurd hertim di çepera xebat bi dijî deshilata dijî gelî a nawendî de sekinîye û serbarê tev zulim û zor û astengiyan li hember xwastên neteweyî yên xwe berdewam xebata xwe meşandiye û li hember jiyanek serbest de xebat û berxwedana xwe domandiye, ew yeka bûye sedem ku rejîm hesasiyetek zêdetir bi doza Kurd peyda kiriye. Lewma em dibînin ku ji her mêtodek bo asimîle kirina gelê Kurd mifahê werdigre û di davî helwêst û belavoka fermî a konsolxaneya rejîmê li bajarê silêmaniyê, xebat û dîroka Kurdan dibe bin pirsyarê û sivikatiyê bi sembol û nirxên bihagiran yê netewa Kurd dike ku ewa jî dîsan eyankerê siyaseta fermî û dijî gelî û pîlandarêtî a rejîmê Îslamî a Îranê ye li hember gelê Kurd ku berevajî pirinsîbên dîplomasî û li ser axa Kurdan, êrişî nirxên neteweyî yên wî gelî dike û bi sivikatî kirin bi nasnameya neteweyî a Kurdan dixwaze îradeya neteweyî a wî gelî tehqîr bike.
Kurdistanmedia: Erkê xelkê wê Herêmê nemaze gelê Azerî li hember wan gotinên bi nav nûnerê wan li Meclisa Îranê de çiye?

Dara Natiq: Hewceye xelkê herêma Urmiyê bi giştî û nemaze gelê Azerî îznê bi mirovên bi kirêgirtî yên weke Qazîpûr nedin ku bi navê wan we bipeyvin û bi hizr û nêrînên xwe yên biyom û qirêj, cehda alozî û têkdana bi hev re jiyana aştewatiya a navbera netewa Kurd û Azerî bidin. Bi salan e ku ew du netewe û êtnîk û olên cuda yên wê herêmê serbarê pîlan û hewlên têkderane yên rejîmê, bi awayek aştiyane û bi biratî bi hev re dijîn û hertim li hember gotin û nêrînên têkderane yên morên rejîmê bi xurtî derketine holê û bi tundî bersiva pîlanên han dane. Xelkê wê herêmê û li pêşde jî gelê Azerî dibe ji rêyên cur bi cur û bi lidarxistina meş û çalakiyên bi bandor û giştgîr car din bersiva wî bi nav nûnerê xwe bidin û bi wî awayî parêzgariyê ji wê jiyana aştiyane û biratî a tev pêkhateyên wê herêmê bikin û pîlanên dijî mirovî û şerxwazane yên rejîm û mirovên bi kirêgirtiyên wan pûç bikin.

Kurdistanmedia: Ragihandina ku li bajarê Tewrêzê hatiye bilav kirin, Kurd bi terorîzim û bi piştîwana Rojavayan, dijminayetiya rejîma Îslamî a Îranê dikin, hesibandin e, gelo ew kiryar, karê rejîma Îranê ye an aliyên din ku dixwaze nevbera Kurd û Azeriyan têk bidin?

Dara Natiq: Bê guman ewa siyaseta fermî û dijî gelî a rejîma Îslamî a Îranê ye ku ji rêya more û kirêgirtiyên xwe we piraktîze dike û toyê netifaqiyê diçîne. Armanca wê rejîmê weke me di serî de jî bas kir, têkdana tenahiya civakî û teysandina şerê ayînî û neteweyî û eşîretî ye di herêmê de û bi wî awayî dixwaz e rewşek emniyetî di Kurdistanê de çê bike. Rejîm wê yekê dike hêcetek bo wê yekê ku ji rêya dam û dezgehên xwe yên tepeserkar we, tirs û xofekê di civakê de çê bike û her terze meşek nerazîbûnê di wan herêmane de bi tundî bibersivîne û serkût bike. Ji ber ku rejîm bingeha siyaset û sitratêjiya xwe, li ser dijayetî kirina gelên Îranê û yek ji wan gelê Kurd awa kiriye, lewma ji her rêyek mumkin bo ji nav birina netewa Kurd mifahê werdigre.

Hevpeyvîn: Daryûş Reşîdî