Kurdistanmedia: Sekreterê Giştî yê HDKÎ Mistefa Hicrî bi boneya bifermî vebûn û bifermî nasîna Partiya Sosyalîst a Kurdistana Bakûr di Turkiyê de, nameyek bo Sekreterê Giştî yê wê partiyê birêz “Mesûd Tek” re şand ku eva deqê name ye:
Rêzdar Mes’ûd Tek, heval û dostê hêja!
Birêvebier û endamên rêzdar ên partiya dost û hevalê me, Partiya Sosyalîst a Kurdistana Tirkiyê!
Mixabin ku bi sedema hebûna karê zêde û arîşeyan, me nekarî ku di rêûresma vekirina fermî û eşkire ya partiya we ya têkoşer de beşdar bin, û ew şanazî bibe para me, da ku em di yekem pêngavên partiya dost û hevalê xwe yê dîrokî de, ku bi awayekî fermî di Tirkiyê de dest bi tekoşîna xwe ya eşkire dike, bi we re bin. Sedem ew e jî, ku tenê rojekê berî pêkhatina civîna we, nameya vexwandinê gihîşte destên me.
Di vê derheqê de, em pîrozbahiyê li vê pêngava nû, ya we dikin, û wekî her car, û wekî derbazbûyiya dûr û dirêj ya hebûna alîkarî û hevbendiyê di navbera me û we de, em pêdagiriyê li ser dostatiya digel we hevalê têkoşer dikin.
Di vê qonaxa hestiyar de, ku xebata Kurd di hemû beşan de, bi awayên cur bi cur ber bi pêşve diçe, û di Tirkiyê de jî rewşeke gellek hestiyar û dîrokî hatiye pêş, em xatircem in, ku hûn bi siyaseta rast û dirust û neteweyî ya xwe, ku berdewam, we ew siyaset girtiye pêşiya xwe, hûn dikarin roleke baş û berçav bilîzin.
Bi taybetî niha ku piştî bi salan tekoşîna veşartî û qedexekirî, hûn dixwazin ku bi awayekî eşkere û fermî tekoşîna xwe di nava welatekî girîng wekî Tirkiyê, û di nav beşeke girîng ya Kurdistanê, wekî Kurdistana Bakur de bidomînin, hem derfet û rê li pêşiya we vekirîtir dibin, û hem jî erk û berpirsyariyên we zêdetir dibin.
Di tewahiya vê riyê de, me wekî PDKÎ bi heval û dost û hevalbendê hertimî yê xwe bizanin, û heya serkevtina yekcarî ya neteweya me, û piştre jî, di pêxema ber bi pêşvebirina civakê û vegeşiyana azadî û dadperweriyê de, me li kêleka xwe bibînin.
Bi hêviya serkevtinê
PDKÎ
Sekreterê Giştî
Mistefa Hicrî
31.05.2016
11.03.1395