Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Nihîlizm” di Îranê de, û mafê Kurdên Rojhelat

16:20 - 20 Kanûna Paşîn 2017

Sara Mukerem

Îro rojê di cîhanê de, bîrdoziya “Nihîlizm”ê li ser mirovan bi taybetî li ser ciwanan bandoriyeke mezin heye, bi taybetî di civakê de dibe sebeba nerehetî û kirîza nasnameya civakî.

Di Rojhelata Navîn de, ev yek xiraptir e, û her ku diçe xiraptir jî dibe, ango nijadperestî û tundreviya mezhebî, înkarkirineke bê qas bi xwe re tîne.

Herwisa Împeryalîzm di cîhanê de, ji gelê feqîr û reben re, ne tenê tu mafekê nas nake, belkû heta weke mirovan jî, li mirovan nanêre, anku ne nasnameya wî/wê tê qebûlkirin, ne jî weke netewe tê qebûlkirin,eva tê vê wateyê, ku tu mafê jiyanê jê re nehatiye hiştin.

“Nihîlizm” di sedsala 19.emîn de, bi taybet di Firansayê de, xwe weke çiqek gihîştandiye felsefeyê. Nehîlîzm mafê takekes, azadî, yasa,dadwerî, heqê jiyanê bi giştî ret dike.

Dema em vegerne ser behsa Kurdan, em dibînin ku li ser kurdan jî heman tişt tê meşandin, ango rejîma Îranê tu mafekê ji Kurdên Rojhelat re nas nake, nasname û hebûyîna xelkê kurd ret dike, û hewl dide ku di çarçoveya îdeya “Nihîlizm”ê de, wisa nîşan bide, ku daxwazkirina mafê neteweyî û siyasî tiştekî pûç û bê bingeh e, û zirara wê ji civakê re heye. Di demekê de ku ew hewlên rejîmê di vê çarçoveyê de tenê û tenê bona parastina deshilata xwe û serkuta zêdetir e.

Herwisa rejîma Îranê, hekî dengek jî ji azadiyê re hebe, wê ji holê radike, û mafxwestina Kurdên Rojhelat nas nake, û kurdan weke netewe nas nake, îradeya kesan dişkêne, da ku tu rêyekê ji takekesan re nehêle, ku tekoşînê bikin.

Herwisa bidarvekirina mirovan, sizayên qesas, kuştina mirovên bê guneh, sengsarkirina jinan,mirov bi awayekî zindî binaxkirin, û hezar nimûneyên wiha, mirov dikare bîne ziman, ku rejîma Îranê wana ji xwe re weke maf dizane, û li ser Kurdên Rojhelat disepîne, bi awayekî giştî em dikarin bêjin rejîma Îranê, dixwaze îradeya gel teslîmî xwe bike. Vê rejîmê bi van kiryarên xwe rûyê dîktatorên wekî Hîtler jî spî kiriye.

Kurdên Rojhelat heyînî niha di Îranê de, gellek raperîn,û berxwedanên wan hebûne,weke xebat û tekoşîna Erdelaniyan, Simkoyê Şikakî, Qazî Mihemed, û şehîd Dr. Qasimlo û …hwd. Lê berdewam ew serhildan (serhildanên berî avakirina PDKÎ) bi sedemên curbicur ên navxweyî û derekî hatine têkbirin.

Lê piştî avakirina PDKÎ, serbarê vê ku gellek astengî li ser riya vê hizbê hebûne, û çi rejîma paşatiyê û çi jî rejîma niha ya Îranê hewl dane ku bi belavkirina îdeya “Nihîlizm”ê, û pûçnîşandana xebata neteweyî wê hizbê ji holê rakin, lê tu carî serkevtî nebûne. Jiber ku PDKÎ rastiya civaka Rojhilata Kurdistanê ye, û pêgeheke bihêz ya xelkî heye.

Her di vê çarçoveyê de serbarê heyamek bêdengiya di Rojhilata Kurdistanê de, lê niha PDKÎ dest bi xebateke nû kiriye, bona vê ku cardin bê encambûna siyasetên şaş ên rejîmê biselimîne.

Belê PDKÎ îsal di nav rûpelên dîrokê de, xêçikên nû lêdan, ango bi destpêkirina “Rasan”ê di Rojhilata Kurdistanê de, pêvajo û gaveke nû avêt. Destpêkirina “Rasan”ê di Rojhelatê Kurdistanê de bona xelkê kurdistanê, tiştek nû nebû, belku hêvî û baweriyeke nû bû, ku di nava xelkê Rojhelata Kurdistanê de dest pê kir.

Rejîma Îranê di medya û ragehandinên xwe de gellek caran xwest ku vê yekê derev derxîne,ku tiştek bi navê “Rasan”ê û tekoşînê nine, ango bi hemû aliyan ve dixweze ku tekoşîna azadiyê înkar bike, jiber ku yek ji rolên herî girîng ên siyasetvanên rejîma Îranê, siyaseta înkar û îmhayê ye.

“Rasan” û xebat û tekoşîna azadiyê, dengvedan û sozeke rasteqîne ye, ku îsal hemû siyasetên dijmin vala derxistin, ango “Rasan” (rabûn) pişkivînek e bona dengê xelkê Rojhilatê Kurdistanê. Xebat û tekoşîna “Rasan”ê, bi xebata bajar û çiya hevdu tewaw dike.

Pêşwazî û piştevaniya gel ji “Rasan”ê, piştî zêdetir ji 20 salan, xwedîderketin û himbêzkirina “Rasan”ê, ji aliyê gel ve, tê vê wateyê ku, gelê Kurd cewherê xwe ji dest nedaye, û teslîmî siyaseta înkar û îmhayê (retkirin û mihkirinê) nebûne, û pûçnîşanada xebata neteweyî di çarçoveya îdeya “Nihîlizm”ê de nikare rejîmê bigehîne xewnên wê yên gemar.