Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Norvêj/Rêûresma 2’ê Rêbendanê bi rêve çû

12:16 - 20 Kanûna Paşîn 2015

Kurdistanmedia: Rêûresma 22’ê Çileya Paşîn 69’emîn salvegera avabûna Komara Kurdistanê li welatê Norvêjê bi rêve çû.

Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, roja Şemî 17’ê Çileya Paşîn a 2015’an, li bajarê Lirîstiyansanda başûrê Norvêjê rêûresmeke berfireh bi boneya 69’emîn salvegera damezrandina Komara Kurdistan ji aliyê komîteya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li başûrê Norvêjê û Komeleya Kulturî a Agdêr (DKKA), bi rêve çû.

Destpêka merasimê bi marşa neteweyî a Ey Reqîb û ragirtina deqeyek bêdengê bo rêzgirtin ji canê paqij yê şehîdên riya rizgariya Kurdistanê dest pê kir.

Piştre peyama komîteya PDKÎ li başûrê Norvêjê ji aliyê Îbrahîm Muradpûrê ve hat pêşkeşkirin û paşan peyama DKKA ji aliyê Ala Şengep»r berpirsê Komeleya Kulturî ve hat xwandin.

Herwuha peyama Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji aliyê Omîd Ozêrî ve hat pêşkeşkirin.

Di bergeya din a rêûresmê de girûpa govend a Alaya Kurdidtanê çend tablo govendên balkêş pêşkeş kirin.

Piştre hunermend Şêrko Merîwanî bi harîkariya Pêşrew çend stranek pêşkeş kir û rêûresm bi goveng û dîlan bi dawî hat.