Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nûnerê PDKÎ digel parlemantarekî Norwêjê civiya, û mijara êrîşa Spaha Pasdaran bo ser pêşmerge xist ber bas

21:29 - 29 Hezîran 2016

Kurdistanmeia: Ezîm Eliyasî berpirsyarê têkiliyên Hizba Demokrat li welatê Norwêjê di civînekê de, tevî endamekî parlemantoya Norwêjê de, liv û tevgerên vê dawiyê ên PDKÎ û êrîşên Spaha Pasdaran bo ser wan xiste ber bas.

Roja Sêşemî berwarê 28’ê Hezîranê Ezîm Eliyasî berpirsyarê têkiliyên Hizba Demokrat li welatê Norwêjê digel “Siveyn Rwald Hnasin” ê endamê parlimana Norwêjê liser lîsta “Partiya Kirêkaran” ku hevdem endamê Komîteya Karûbarên Derve û Berevaniyê ya Parlimanê ye, civînek pêk anî.

Di vê civînê de nûnerê parlimana Norwêjê ji liv û tevgerên vê dawiyê ên PDKÎ û êrîşa Sipaha Pasdarên rejîma Îslamî bo ser hêza pêşmergeyên Hizba Demokrat û xelkê medenî li Kurdistana Rojhilat û Başûr, hate haydarkirin.

Herweha di civînê de bas ji hewcehiya hebûna hêza pêşmergeyên Hizba Demokrat di navxweyî Kurdistana Rojhilat de hate kirin, û amaje bi armancên aşîtîxwazane ên Hizba Demokrat bona çareseriya pirsa Kurd di Kurdistana Rojhilat de hate kirin, ev mijara ku ji aliyê rejîma Komara Îslamî ve bi tundutûjiyan ve tê bersivdan.

Herweha di civînê de bas ji vê hate kirin ku hêzên ser bi rejîma Komara Îslamî destên xwe ji topbarankirina xelkê sivîl li herdu beşên Rojhilat û Başûrê Kurdistanê, naparêze.

Ezîm Eliyasî berpirsyarê têkiliyên Hizba Demokrat li welatê Norwêjê “Siveyn Rwald Hnasin” ê parlimantarê Norwêjê ji egera êrîşa rejîma Komara Îslamî ya Îranê bo ser binke û baregehên Hizba Demokrat û malbatên wan di hundir axa Başûrê Kurdistanê de, haydar kir.

Di vê derheqê de daxwaz ji aliyê Norwêjî hat kirin ku, li hemberî hovîtiya rejîma Komara Îslamî bêdeng nebin, û çi weke partiya Kirêkaran û çi jî weke dewleta Norwêjê, liser asta cîhanê bona giwaş xistine ser rejîma Komara Îslamî hewlên hewce bidin.

“Siveyn Rwald Hnasin” jî di vê derheqê de soza vê yekê da ku, vê mijarê di cihê hewce de bixe ber bas.