Kurdistanmedia: Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê di daxuyaniyekê de destbiserkirina bi kom ya xelkê Rojhilatê û mîlîtarîzekirina Kurdistanê mehkûm û şermezar kir û daxwazê ji kom û civatên siyasî û nawendên cîhanî ên têkildar dike ku givaşan bixin ser rejîma Îranê daku çiqas zû ye, girtiyan serbest berde û bajarên Kurdistana Rojhilatê jî, ji hêzên leşkirî ên xwe vala bike.
Deqa daxuyaniyê bi vî awayî ye:
“Rejîm bersiva şahî û keyfxweşiya xelkê bi mîlîtarîzekirina bajaran dide”.
Hevwelatiyên birêz!
Kom û civatên cîhanî ên mirovdost
Roja 25’ê Îlona 2017’an (3’ê Rezbera 1396’an), piştî birêveçûna refrandoma diyarkirina çarenivîsa neteweya Kurd li Kurdistana Başûr de, xelkê Kurdistana Rojhilatê jî bi nîşaneya hevpeywendiya neteweyî û nîşandana hevsoziya xwe, bi awayek aştiyane û medenî, derketin ser qadan û li civîn û civatên dehan hezar kesî de, şadî û keyfxweşiya xwe derheq vê roja dîrokî nîşan dan. Rojek dîrokî ku têde hevziman û hevneteweya wan li beşek din ya Kurdistanê de ji riyek demokratîk û aştiyane bi mekanîzma rapirsiyek aram, dengê xwe li ser çarenivîsa xwe dan û pêka encamê jî, bi piraniyek berbiçav, anku %92.73 dengê xwe ji serxwebûnê re avêtin.
Komara Îslamî ku midehekî zaf e hêz û cebilxaneyek zaf bo bajarên sînorî ên Rojhilatê aniye û bi gef û gurran ve dijberiya xwe bi birêveçûna refrandomê li başûr de nîşan dide û vê yekê jî bi alîkar bo xurtkirina alozî û dubendiyên zêdetir li deverê de dizane, li hember xweşî û şahiya aram û medenî ya xelkê Rojhilatê de ecêbgirtî ma, lewma dest bi fitne û afirandina dubendî û kiryarên hovanetir ji terorîstî kir.
Take guneh û tawana xelkê Rojhilatê, eva bû ku bi nîşaneya xweşî û hevsoziya bi hevziman û hevneteweya xwe di aliyê din ên sînorê sepandî de, şahiyek medenî kirin û berevajî Komara Îslamî ku gef ji birêveçûna wê refrandomê dixwar, xelkê Rojhilatê bi pêşwaziya wê çûn û hemû gef û kompiloyên rejîma Îslamî ya Îranê bulqa ser avê kirin, lewre Sipaha Pastaran û dezgehên sîxorî ên rejîmê ketne heyfstandin û tolhildana ji xelkê.
Li çend rojên derbasbûyî, li gelek bajarên Kurdistana Îranê de bi sedan kes ji xelkê asayî ji aliyê dem û dezgehên îtilaatî û tepeserkar ên rejîmê ve hatine destbiserkirin û tu agahî ji çarenivîsa wan nine. Di van rojên dawiyê de, hêzek zaf ya pastaran bi çek û teqemeniyên giran ve bo nav bajarên Kurdistana Rojhilatê hatine veguhastin ku tenê li şerê du arteşên bihêz de ew çek û teqemenî tên bikar birin, nek ji bo tepeserkirina xelkê sivîl.
Komara Îslamî carek din selimand ku hemû gef û gurrên derekî ên wê, vala û bêbingeh in, û tenê şiyan û karîna serkut û tepeserkirina xelkê sivîl û medenî heye, û heyf û tola şikestên siyasî ên xwe, ji xelkê asayî û sivîl vedike.
Ew şahî û keyfxweşiya xelkê bajarên Kurdistana Îranê, da selimandin ku berevajî siyasetên qirêj û nemirovane ên rejîmê, neteweya Kurd agah û hişyar e û li hember çewaşekariyên Komara Îslamî de bi çok de nahê.
Em tevî mehkûm û şermezarkirina van kiriyarên hovane ên Komara Îslamî, daxwaz dikin ku çiqas zû ye, girtî û destbiseran azad û serbest bike û hemû ew hêzên leşkirî ên xwe bo derweyî bajarên Kurdistanê û cihên ku jê anîne, veguhêze.
Em daxwaz ji kom û civatên siyasî û nawendên cîhanî dikin ku givaşê ji Komara Îslamî re bînin daku çiqas zû ye girtî û destbiseran, serbest berde û bajarên Kurdistana Rojhilatê jî ji hêzên leşkirî vala bike.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Deftera Siyasî
28’ê Îlona 2017’an
6’ê Rezbera 1396’an