Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

PDKÎ di civîneke “Jinêvakal”ê de beşdarî kir

16:40 - 26 Çirriya paşîn 2016

Kurdistanmedia: Ji 22-24’ê Novemberê li bajarê Jinêv a Swîsê, civîna aliyên çekdar ên nedewletî bo parastina zarokan di dema şer de bi rê ve çû.

Civîn bi axivtinên “Îkîzabit Dîkrî Warnir” serokê Jinêvakalê dest pê kir. Piştre her yek ji Rafaîl Naglî cihgirê serokê beşa asayişa mirovî, li Wezareta Karê Derve a Swîsê, û Hans Biratskar balyozê Norvêjê li UN’ê û piştre jî Jan Mark Hoşît balyozê Lokzamborgê dest pê kir.

Axavtinvanekî din ê civînê, Leyla Zerûqî, nûnera taybetî a sekreterê giştî ê UN bo karûbarê zarokan di dema şerê çekdarî de bû.

Di vê civînê de, çendîn pisporan bi nûnertiya wan rêkxirawan qise kirin.

( The role of the International Criminel Court in ensuring accountability for violations against children - Save the Children - Children\'s Fund (UNICEF) - Protection Education in Insecurity and Conflict (PEIC)

Armancên civînê ew bûn:

1-Nasyarbûna digel standard û mîkanîzmên navdewletî, û pêşveçûnên pêwendîdar bi van pirsan ve.

2-Mifahwergirtina ji boçûnên pisporan, li ser mijarên cur bicur, wekî nirxandina temenê zarokan û dûrxistina wan ji çekdarbûn û cardin têkelkirina wan bi civakê.

3- Vedîtina astengên li pêşberî cîbicîkirina xalên baskirî, û pêşniyarkirina rêçareyan.

4-girîngîdana bi hewcehiyên parastina zarokan di van navçeyan de, ku di bin destê girûpên nadewletî de ne, û geriyana li pey bersiva pêwîs bo wan.

5-Dabeşkirina ezmûn û rêkarên baş di navbera aliyên beşdar di kombûnê de, û rêkxirawên navdewletî ên beşdar di civînê de.

6-Baskirina ji parastin û dabînkirina perwerdê di dema şerê çekdarî de (rênimayî bo parastina xwendingehan û zankoyan di hemberî şer de).

Cuda ji beşdariya çalakane di behsên cur bi cur ên du rojên civînê de, nûnerê PDKÎ dîtina PDKÎ derheq protokola wajûkirî ji aliyê PDKÎ û Jinêvakalê ve bo beşdaran bas kir.