Kurdistanmedia: Ji bo rêzgirtina ji Mihemed Muradî girtiyê siyasî ê Kurd, rêûresmek di binkeya Deftera Siyasî ya PDKî de bi rê ve çû.
Li gora rapora nûçegihaniya malpera Kurdistanmedia, bi boneya azadkirina Mihemed Ye’iqûbî naskirî bi Mihemed Muradî rêûresmek bi beşdariya endamên rêberî û kadr û pêşmerge û malbatên wan di binkeya Deftera Siyasî ya PDKÎ de ji bo rêzgirtina ji girtiyên siyasî bi rê ve çû.
Destpêka rêûresmê bi sirûda neteweyî ya Ey Reqîb û ragirtina deqeyekê bêdengî ji bo rêzgirtina ji riha pak ya şehîdên Kurd û Kurdistanê dest pê kir.
Piştre rêzdar Mistefa hicrî sekreterê giştî ê PDKî bi vê boneyê ve çend gotinek kirin. Mistefa Hicrî di destpêka axivtina xwe de bas ji xebat û tekoşîna PDKÎ kir ku bi dirêjahiya xebata xwe de, bi hezaran xortên gelê xwe di riya azadiya neteweya xwe de qurbanî kirine, û bi dehan kes jî di girtîgehên rejîmê de li jêr îşkenceyê de şehîd bûne.
Sekreterê giştî ê PDKî di beşeke din ya axivtina xwe de got ku reftara girtiyên siyasî di girtîgehên Îranê de serbarê hemû bêhurmetiyên berpirsyarên girtîgehê bi awayekî bûye ku hurmeta berpirsyaran bo aliyê xwe rakêşaye.
Herweha Hicrî di doma axivtina xwe de got ku serbarê vê ku azar û îşkenceya girtiyên siyasî di Îranê de tu sînoreke wê tuneye, lê dayk û bavên wan girtiyan sebr û tehemuleke zaf seba dûriya xortên xwe hene, ku cihê şanaziyê ye û em wekî PDKî rêz digrin ji hemû malbatêbn girtiyên siyasî.
Piştre pexşanek li jêr navê “Kanî Were” ji aliyê Çengîz Sîgarçî ve hate xwendin.
Di beşeke din de ji aliyê rêzdar Mistefa Hicrî ve, lewha rêzgirtinê bi Mihemed Muradî girtiyê siyasî hate dan.
Piştre rêzdar Rostem Cehangîrî endamê Deftera Siyasî ya PDKî qevdeke gulên rêzgirtinê da destê diya Mihemed Muradî.
Mihemed Muradî xelkê Serpêla Zehaw di gundê Çewte di 25.05.1372 (1993)’an tevlî refên PDKÎ bibû.
Navbirî di cewleyekê de di herêma Dalaho di meha Cozerdana sala 1375 (1996)’an de ji aliyê çend kirêgirtiyên rejîmê ve bi dîl hate girtin û di dadgehîkirineke nedadperwerane de bi 20 sal girtinê hate mehkûmkirin.
Ew girtiyê siyasî piştî 20 salan mana di girtîgehê de, niha ware xwe bi cih hêlaye, û cardin tevlî nav refên PDKî bûye.
Vîdeo