Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

PDKÎ tohmet û çewtekariyên Muhsin Rezayî ret dike

21:50 - 20 Tîrmeh (Temûz) 2016

Kurdistanmedia: Deftera Siyasî ya PDKÎ di daxuyaniyekê de, tevî retkirina çewtekariyan û îdi’ayên bê bingeh ên Muhsin Rizayî kevne fermandarê Spaha Pasdaran radigehîne ku xebat di pêxema azadiya neteweya Kurd li Kurdistana Rojhilat de, wê dirêjî hebe.

Deqa daxuyaniyê:

Daxuyaniya Deftera Siyasî a PDKÎ


Êrîşên van dawiyane ên hêzên serkutkar ên rejîma Komara Îslamî a Îranê, li dijî kadr û pêşmerge û têkoşerên PDKÎ li Kurdistana Rojhilat û berxwedana têkoşerên PDKÎ li Kurdistana Rojhlat, bûne sedem ku çend şer û pevçûn rû bidin.

Di vê derheqê de karbidetsên payebilind ên leşkerî û hikûmetî ên rejîma Îranê her yek ji wan bi awayekî, û bi zimanê gefxwarinan rabûne ser xwe, û heya bi kiryar jî herêmên sînorî ên Hacî Omeran û Sîdekan di Herêma Kurdistanê de topbaran kirin, û zirara malî û canî gehandin xelkê van herêman.

Di doma wan gefxwarinên rejîmê de, roja Yekşemiyê 27.04.1395’an (17’ê Tîrmehê), Muhsin Rizayî fermandarê kevn ê Spaha Pasdaran a rejîma Îranê, û sekreterê “Konseya Diyarîkirina Berjewendiyên Nizamê”, di gotûbêjeke televîzyonî de, tevî rexnekirina çend welatên herêmê û gefxwarina li wan, ew tohmetbar kirin bi vê ku, pişta hêzên Kurdî ên Kurdistana Rojhilat digrin, û di herêmên sînorî de binke ji wan re vekirine. Di vê derheqê ji rêzdar Mes’ûd Barzanî serokê Herêma Kurdistanê dixwaze, ku hekî fikrekê ji vê pirsê re neke, ew ê bi zûyî kiryarên leşkerî û wêrankarane li dijî wan hêzan dest pê bikin, û encam jî her çi be, Serokê Herêma Kurdistanê berpirsyar e.

Em tewahiya wan îdi’ayên bê binghe ên Komara Îslamiya Îranê û axivtinên MuhsinRizayî ret dikin, û em radigehînin ku, berfirehtirkirina xebata li Kurdistana Rojhilat li dijî siyasetên ferq û cudahîdanîn, binpêkirina mafê wan, û serkut û zulm û zordariya rejîma Komara Îslamiya Îranê derheq gelê Kurd, çavkanî ji îradeya PDKÎ ve digre, û li ser daxwaza civatên xelkê Kurdistana Rojhilat e.

Xebatek ku heyanî bidestxistina maf û azadiyên neteweya Kurd li Kurdistana Rojhilat wê her dom hebe, û tu gef û tohmetkirinek jî, nikare di pêvîna vê riyê de, bi hemû dijwariyên xwe ve, pêngavên me sist bike.

Ew gotinên Muhsin Rizayî doma wan siyaset û kiryarên Komara Îslamî ya Îranê li dijî dijberan û xelkê Îranê yê nerazî, û li serweyî hemiyan PDKÎ, her ji destpêkê ve, eva bûye ku di cihê çareseriya kêşeyan, û dana mafên wan, bersiva her dengekî dijber û nerazî bi agir û asin û wêrankirinê didin, û di her qonaxekê de, dijberên xwe girêdayî bi aliyekî tohmetbar dikin, û ew yek jî kiryar û siyasetek bûye, ku tu demekê nekariye, ne rêçare be, û ne jî berhemeke dilxweşker bo Komara Îslamî ya Îranê hebe, û niha jî encameke wê ya dilxweşker tunabe.

PDKÎ
Deftera Siyasî

30.04.1395
20.07.2016