Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêngav bi pêngav ber bi “biîranîkirin”a Îraqê

13:08 - 7 Kanûna pêşîn 2016

Elborz Ro’în ten

Dema 2 salan berî niha û tenanet berî serhildana DAÎŞ’ê, birêz Mistefa Hicrî yê sekreterê giştî yê Hizba Demokrata Kurdistana Îranê, di çend gotaran de tekezî kire ser pîlan, û bernameyên rejîma Îslamî ya Îranê li Îraqê bona avakirina rejîmek li reng û şêweyên Îranê, me bawerî bi vê yekê nekir ku ew pêşbînî heya vî qasî rast û dirust derbiçin. Niha serbarê eşkerebûna destêwerdanên rejîma Îranê di karûbarên Îraqê de, lê bi vê awayî karkirina sîstematîk bona bi encamgihandina pirojeya “bi’îranîkirin”a Îraqê cihê pirsyarê ye, hevdem zengekî gellek metirsîdar e bo hemû cîhanê, û pêngava herî dawiyê jî di vê karkirina sîstematîk de, pejirandina bi fermînasîna Heşda Şe’bî ya Sî’e ye li parlimana Îraqê. Eva jî vedigere ser vê yekê ku, di cihê vê de ku Îraqa piştî dîktatoriyê, ber bi Îraqek demokratîk û federal here, ber bi rejîmeke dîktatorî ya olî, di bin kontrola dîktatoreke din de, ku bo hemû cîhan û herêmê kêşe û aloziyan diafirîne, diçe.

Ev pêvajoya ku rejîma Îranê girtiye pêşiya xwe, serbarê vê şikestxwarineke bo siyasetvanên Îraqî û Rojavayîyan bona avakirina sîstemeke demokratîk li Îrqaê, hevdem Îraqê ber bi girjî û aloziyên navxweyî ve dibe, û bêguman vê yekê jî wê rengvedan li ser Herêma Kurdistanê jî hebe.

Di hemû welatên demokrat de spahek bona parastina welat heye ku bûdceya xwe ji dewleta nawendî werdigire û hevdem dikeve bin kontrola dewleta hilbijartî ji aliyê xelkê ve. Her hêzeke din û bitaybetî li welatekî weke Îraqê de, ku xwdiyê pêkhateyên curbicur yên olî û netewî ye, her hêzeke din xincî spahê hebe, eva wê hêzeke pirçek di destê taqim an aliyekî de be, û di pêxema armancên xwe yên taybet de tê bikaranîn.

Piştî pejirandina yasaya heşda şe’bî li parlimana Îraqê, bi liberçavgirtina pêkhateya Heşda Şe’bî û merem ji pêkanîna vê hêzê, bi zelalî xûya dike ku, ev hêz bi merema dabînkirina xwastekên taqimekî hatiye avakirin û tê berfirehkirin û niha jî bi fermî û bi yasayî hatiye nasîn û piştre wê kar bo cîbicîkirina bername û pilanên vê taqimê bike ku çavkaniya wê Îran e. Bi vî awayî Spahek din a Pasdaran bi heman hêz û şiyanên weke Hizbullaheke din dikeve bin kontrola Îranê de bona vê ku herêmê li gorî xwastekên xwe ku dûr e ji hemû buhayên mirovî û bitaybetî demokrastiyê, dîzayn bike.
Di vir de ye ku metirsiyên vê yasayê bi tewahî derdikeve û nîşan dide ku, herêm ber bi aloziyekê ve diçe ku, tê de aramî û jiyana mirovan bi tewahî ji nav diçe û cihê xelkê ji aliyê taqimekî diyarîkirî ve bi merema talan a samanên nîştimanî û bidestvegirtina deshilatê ve digire.

Ev yasa û bi dehan yasayên din ên parlimana Îraqê, bo hemû demokrasîxwaz û azadîxwazekî ku Kurdan jî lixwe digire hilgirê peyameke eşkere ye, ew jî bidawîhatina komareke federal e û hevdem çûna ber bi dîktatoriyeke li rengê Îranê ku her ji niha ve beşek ji yasayên weke qedexekirina Meşrûbayên Elkolî û damezirandina Spaha Pasdaran tê de bûne yasa.

Lewera gerek Kurd pitir ji hemû pêkhateyên din yên Îraqê, hest bi vê zenga bitehlûke bike, jiber damezirandina vê hêzê û cihgîrkirina wan li derdora herêmên weke Kerkûkê û deverên din ên nêzîk ji axa Kurdistanê, bê wate nine û pê diçe ku bo rojeke diyarîkirî li herêmê hatibe avakirin.

Di warê pêkhateya navxweyî yê Îraqê de jî, Heşda Şe’bî hêzeke nêzîk ji Nûrî Malikî yê serokwezîrê berê yê Îraqê ye û vê hêzê bona vê bikar tîne ku careke din bigehe deshilata Îraqê.

Bêguman bideshilatgehîştina Nûrî Malikî jî wê Herêma Kurdistanê bixe metirsiyê, lewra bi biyasayîkirina Heşda Şe’bî bi çend şêweyan dijatiya pêşeroja Kurdan dike.

Gerek hemû cîhan bizane ku hekî pêvajoya han bi vî rengî berdewam be, eva cîhan ber bi împratoriyeke nû diçe ku Îran û welatên weke Îraq, Lubnan, Sûriye û Yemenê li xwe digire, û bona birêvebirina vê împratoriyê jî hewlê dide ku Melayên Şî’e deshilatê bigirin destê xwe.