Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêşangeheka taybetî jibo hunermendek xweşnivîs ê Kurdistana Îranê, li Hwlêrê hat wekirin

15:56 - 16 Kanûna Paşîn 2013

Kurdistanmedia: Pêşangehekî taybet jibo berhemên Xelîl Kuyikî hunermend û şêwekarê Kurd, li bajarê Hewlêr a herêma Kurdistanê het wekirin.
Malpera “Kurdistana Nû” bilav kir,berwar 13’ê Çileya Paşîn a 2013’an, rêveberiya hunera şêwekarî a li bajarê Hewlêrê, pêşangehek jibo berhemên hunerî ên “Xelîl Kuyîkî” hunermendê şêwekar ê xelkê bajarê“Qesra Şîrîn”ê wekirin.
Di vê pêşangahê de 25 tabloên hunerî ên Xelîl Kuyîkî hatin nîşandan ku li gel pêşwaziya germ a hunermend û hunerdostên herêma Kurdistanê rû bi rû bû.

Xelîl Kuyîkî sala 1344’an li bajarê Qesra Şîrînê ji dayîk bûyeû sala 2004’an Lîsansa şêwekariyê li zanîngeha Tehranê wergirtiye.
Navhatî karnasê encumena xweşnivîsên Îranê ye û niha mamustaê hunera şêwekarî a zanîngeha Tehranê ye.

Kuyîkî heya niha li Îranê û derweî Îranî çendîn pêşangeh wekirine.