Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêşmerge û stratejyaya Rabûn a Rojhilat

23:28 - 21 Hezîran 2017

Mihemedsalih Qadirî

Dema ku cînosayd, qirkirin û têkbirina/nehiştina gelê Kurd, wekî proseyeke domdirêj û sîstematîk ji aliyê deshilata dagîrker a navendgera ve bû eqliyeta zal, êdî berjewendiyên bilind ên neteweyê serdest ji aliyê dewleta wê ve dibe alava cîbicîkirina hemû siyasetekê, û bo vê meremê jî jîngeha yasyaî ji xwe re amade dikin da ku bi rêya destûr û yasayê ve, van berjewendiyên deshilata dagîrker garantî bikin û biparêzin.

Di rewşeke weha de em dibînin ku dewlet bi hemû alav û taybetmendiyên xwe ve dikeve xizmeta cîbicîkirina vê eqliyetê û piştre hikûmet, parlemento û sîstema dadwerî û leşker û polîs û damûdezgehên perwerdehî û ragehandin û hwd…, van siyasetan cîbicî dikin, êdî ew siyasetên dariştî û eşkere û arastekirî yên deshilata dagîrker, hemû cudahiyên nasnameyî yên netewe û pêkhatên din binpê dike, û di heman demê de, her cure hewl û xebata wan di pêxema şikandina nîrê koletiyê û rizgarbûna ji dest dagîrkariya deshilata navendî bi behaneya parastina yekparçeyiya xaka welat û serkêşiya neteweya neteweyê serdest bi awayê herî hovane tepeser dike.

Di rewşeke bi vî rengî de, dewleta dagîrker derbarê vê yekê ku bikare siyasetên xwe dahêle/şor bike nav civakê, kultura serdest dike bingeha herî baş da ku ji vê riyê ve îdeolojiya xwe ya fermî berhem bîne, û bi riya vê îdeolojiya xwe jî palpiştiya hemû siyasetên narewa ên xwe bike.

Di vir de ew îdeolojiya fermî rewşekê pêk tîne, ku tê de nasnameyên cuda wekî dêwekî tirsnak tên pênasekirin, û ji vê riyê ve bo her cure xebateke rizgarîxwazî rûçikek tirsnake e wekî dijî şoreş û teror û cudaxwaziyê ji wan dide xuya. Her wisa em dibînin ku pênasekirin û çêkirina wêneyekê di çarçoveya terorê de ji neteweyê bindest ji aliyê dewleta dagîrker ve, tenê hundirê welat bi xwe nagire, belkû hewla berfirehkirina vê wateyê, bo asta navdewletî jî tê dayîn, da ku raya giştî ya cîhanî digel xwe rêk bixin, da ku tu aliyek siyasetên wan yên zalimane nebne (nebine) jêr pirsyarê, û bi vî rengî bi cîhaniyan bêjin ku ya ku em dikin, ne rûbirûbûna mafxwaziyê ye, belkû berengarbûna terorê ye.

Di heman demê de, dema ku dewleta dagîrker haşayê ji vî mafî bike, û di bin perdeya îdeolojiya xwe ya fermî de, dirêjiyê bide dagîrkariyê, û daxwaziyên neteweyê bindest qebûl neke , êdî civaka mirovî, û navendên mafên mirovan ku mafê neteweyên bindest jî li xwe digire, wekî buha û prensîpeke navneteweyî lê hatiye ku bûye pîvan bo diyarîkirina qas û rêjeya azadiyê di wan welatên cuda de.

Di vê navberê de mafê diyarîkirina qederê yekê ji wan bingehan e ku baweriya civaka cîhanî pê heye, û neteweyên tepeserkirî dikarin ji riya prensîp û mîkanîzmên demokratîk û ger neçar be bi paratsina rewa jî, hewla desteberkirina mafên xwe bidin.

Her wekî ku em dizanin serbarê vê ku Îran welatekî çend neteweyî û çend kulturî ye, lê sîstem û modêla dewlet-netewe wekî diyardeyeke modern di Îranê de li serdema Reza Şah û li qonaxa şerê yekem ê cîhanî ve dest pê kiriye. Ji vê demê ve hewlên yekansaziya neteweyî li gora nasnameya neteweyê Fars di Îranê de hatiye darêtin, û bi vî rengî nasnameya neteweyên wekî Azerî, Kurd, Ereb, Belûç û Turkmen û Gêlekî û …hwd, hatine binpêkirin, û îdeolojiya neteweyê serdest û kultura wî, kirine nasnameya Îranî, û destûrê jî ew nasname û berjewendî jê re garantî kiriye. Di serdema Pehlewiyê duyem de, ew yekparçesazî gihîşte asteke tirsnak û diyardeya ji xwe bîhanîkirina nasnameyên cuda gehande lûtkeyê, lê dema ku şoreşa gelên Îranê qewimî, êdî hêviyek çê bû ku înkar wê were bidawîhatin.

lê mixabin me dît ku piştre îdeolojiya Wilayeta Feqîh bû xîm û jêrxana serekî, da ku siyaseta înkarê berdewam be.

Bo vê meremê, me dît li Îranê Wilayeta Feqîhî kirine nasnameya fermî ya sîstem û ol û taybetmendiyên kulturî kultûrî yên bicihmayî yên pehlewî bûne nasnameya fermî ya zal di civakê û sîstema hukimraniyê de, û em dibînin ew rejîmê jî tevî serkutkirina îrade û nasnameya neteweyên din, û qorixkirina hemû deshilatan ji aliyê sîstema navendî ve, tu cudahiyeke wisa digel sîstemên berî xwe nine.

Bi vî awayî hekî em li dîroka hevçerx a Kurdê Rojhilat binêrin, em dibînin ku çend deh sal in ku neteweyê Kurd di Rojhilatê Kurdistanê de, nifş piştî nivşê, di pêxema serweriya neteweyî û rizgariya niştimaniya xwe de, xebat kiriye, û tevî hemû ewraz û nişîv û pîlanên navxweyî û derekî/derve û karesat û terajidyayên mezin, lê serî li hemberî siyaseta kolekirin û bindestkirinê ji aliyê dagîrkerên Kurdistanê ve netewandiye.

Lewra heta îro rojê jî, tu yek ji deshilatên yek pey yek yên Îranê ku siyaseta nehiştina nasnameya neteweyî ya Kurdan birêve birine, nikarîbûn neteweyê Kurd neçarî serîtewandinê bikin. Dawî mînaka berçav ya vê siyaseta înkar û qirkirin û xwesepandinê jî Komara Îslamî ye. Ew rejîma dijî mirovî ku nêzî çar dehikan e, ji hemû cure alaveke serkutkirin û tunekirinê mifayê werdigire, da ku bibe serdestê reha di Kurdistanê de. Lê berevanî û berxwedana gel û têkoşerên Rojhilatê Kurdistanê, berdewam ew yek pê selimandiye ku serbarê hemû hovîtî û kuştarên vê rejîma dîktator, zehmet e ku îrade û vîna rizgarîxwaziya xelkê Kurdistanê bê têkşikandin.

Niha ku nêzî çar dehikan, bi ser deshilatdariya Komara Îslamî re derbas) dibe, em dibînin ku darvekirin, îşkence, girtin, ferq û cudatî, sivikatî û binpêkirina mafên mirovan, û milîtarîzekirina Kurdistanê û …hwd, bi awayekî sîstematîk berdewam dikin, û hişmendiya navendxwazî û şovenîstî ya karbidestên vê rejîmê, cuda ji netewe û kultûra serdest, tu cihekî ji bo nasnameyên din nabîne. Ew eqliyeta rejîmê siyasteke wisa berhem aniye, ku tê de neteweyê Kurd wekî kêmaniyeke kultûrî-neteweyî hatiye nîşandan, ku dawî car dibe serî bo serweriya kultûr û şovenîzma deshilata zal bitewîne. Di heman demê de, ji riya bidewletîkirina terorîzmê û handan û palpiştîkirina rejîmê ji deste û tîmên terorîstî-cîhadî, bo dijberiya xebata azadîxwaziya xelkê Kurdistanê û her wisa destêwerdana di nava karûbarên welatên navçeyê de, bi xeyala xwe wisa nîşanî cîhana derve daye ku êdî îradeyek nine li hember vê rejîmê raweste.

Lewra jî, xelk û têkoşerên Rojhilatê Kurdistanê, neçar bûn car din bi hemû şêwazên xebata rewa, di pêxema valaderxistina van tawankarî, hovîtî û serberedayiyên rejîmê de, ku derheqê wan tên kirin, û ji aliyekî din ve bona bersivdayîna bi vê pêwîstiya dîrokî, siyasî û civakî ku tevgera me niha li Rojhilatê Kurdistanê, tê de derbas dibe, dest bidin qonaxeke nû ji xebatê, heya ku hevterîb digel guhertinên bilez ên navçeyî û navdewletî ku bandora rasterast li ser hevkêşeyên siyasî yên pêwendîdar bi welatên dîktator ên navçeyê heye, bikarin mafên neteweyî yên xwe desteber bikin.

Di vê navberê de sîstema şovînîst û serdest di Îranê de digel neteweyên bindest li Îranê yên wekî Kurd, Azerî, Ereb û Belûç û Turkmenan û …hwd, bi metoda gef û sivikatîpêkirin û danîna ferq û cudatiyê û tunekirina fîzîkî sereder kiriye, û têgeh û çemka dagîrkariyê di praktîkê de cîbicî kiriye. Şovînîzma olî û netewyeî di Îranê de bi sedema kelekbûna zêde ji hedê ya sitem û tawankariyan, nêzî kendalê rûxanê bûye, û bi xatircemî ve hekî berdewama bike, û ber bi demokratîzekirina welat û qebûlkirina nasnameya neteweyên pêkhînerên Îranê ve pêngavan hil negire, dûr nine ku di pêşerojeke nêz de wekî Îraq û Sûriye, û welatên wekî wan lê bê, û kerb û kîn û bêzariya panguhirye xelkê biteqe û wan ber bi herifîna yekcarî û parçe parçe bûnê ve bibe. Rastiya vê nerînê jî ji vir çavkaniyê digire, ku em dibînin neteweyên bindest roj li pey rojê zêdetir hişyar dibin û xwe bi nasnameya xwe ve girê didin , û rizgariyê dikin xûdîka /neynika welatperweriya xwe.

Hewce ye bi rêya vê rastiyê ve em xwe pêşberî vê pirsê de bibînin, ku gelo baştirîn bersiv bo vê rejîma ku xebata nasnamexwazî û xwesteka rewa ya xelkê û çalakiyên sivîl ên wan bi çek û serkutê bersiv dide, çiye? Bersiva vê pirsê jî di vir de xwe dibîne, ku em dibînin niha di Rojhilatê Kurdistanê de, nifşekî nû yê guhpênedayî û sitemlêkiriyê serî hildaye, ku êdî dixwaze bi mikanîzma serhildan û hêzê/qawetê, rûbirûyê damû dezgehên dîktatorî û dagîrkeriya rejîma Îranê bibe. Nifşê nû yê gelê Kurd hewlên xwe xistiye ger, da ku tevî hemû biyavên xebatê, parastina rewa jî bike yek ji alavên xebatê bo valaderxistina siyaseta înkarê a Komara Îslamî.

Ew valaderxitina jî, rewayîbûna xwe ji bêmafî û bindetsiya gelê Kurd werdigire û, bi riya rasan/rabûn a Rojhilat wekî çepera herî bibandor ya parastina wan, bûye adresa xebata dijî dagîrkariya rejîma Îranê. Di vî warî de, Rasan a Rojhilat û pêşmergeyên qehreman pê avêtine nava meydana parastina rewa, da ku mil bi milê welatparêzên Kurdistanê bona valaderxistina siayseta dagîrkarî û serkut a rejîmê û ji bo bidetsveanîna mafê neteweyî yê gelê Kurd wezîfeya netewî û nîştimanî ya xwe bi cî bînin û bigehin armancê.
Bi vî awayî rasana Rojhilat navnîşan/adres a nifşê nû ya xebatekê ye ku dixwaze canekî nû bibexşe tevgera rizgarîxwaziya Rojhilatê Kurdistanê.

Li virde ye ku Îradeya gelê Kurd bo destveanîna serweriya xwe, dibe xemeke rojane û hêza pêşmerge jî wekî yek ji emrazên parastina rewa bona bicîgihandina erk û wezîfeya rasanê, tê meydanê da ku bi civaka Kurdistanê bêje, îdî ew di berengariya dagîrker de ne bi tenê ne, herwisa vê peyamê jî bigehînin rejîma dagîrker ku hêza pêşmerge ew keleha qahîm e ku bi hêz û şiyana law û civatên xelkê Kurdistanê, dê bibe hêza parêzerê ewlehî û demokrasî û nirxên mirovahiyê, ên xelkê Kurdistanê, û mil bi milê wan heya serkeftina yekcarî dev ji xebatê ber nadin.

Bi vî rengî em dibînin ku rasana Rojhilat wekî pêwîstiyekê, ji aliyê PDKÎ ve li dijî rejîma Îranê ketiye warê praktîkê, û tevî vê ku heya niha çendîn pêşmergeyên qehreman û heya endamên rêberatiyê jî, di pêxema pêkvegirêdana xebata çiya û bajar, cane xwe gorî kirine û heya niha bi dehan çalakvanjî ji aliyê rejîmê ve hatine desteserkirin û girtin, û hukmê giran bi ser wan de hatiye sepandin, lê em dibînin ku rasan û xebata rewa ya gelê me roj li pey rojê bêhtir geş dibe û tevî piştgirî û hevsoziya berfireh ya xelkê, em dibînin ku deste deste ciwanên bêzar ji jiyana koletî û bindetsiyê, bona beşdariya di rasanê û xebata parastina rewa de, rû dikin refê pêşmergatiyê, heya ku para şanaziya xwe ji vê xebata rizgarîxwaziyê bidest bînin, û piştevaniyê ji xebata nerizîbûna cemawerî ya xelkê Rojhilatê Kurtdistanê li dijî rejîma dagîrker ya Îranê bikin.

Rasanek ku ji niha şûnda wekî kelhekê bihêz, bona rûbirûbûna dijî hêma û nîşanên dagîrkarî û serkutê li Kurdistanê, di biyavên cuda cuda de berdewam xwe teyartir dike, û bi piştevaniya tak û civaka Kurdistanê bona rizgariya welat û biryardana li ser qedera gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê, şerê li dijî dagîrker û dûwelankê wan li Kurdistanê, ji erkên sereke ên vê rasanê dibe.

Di vir de pêwîste ku em berê xwe bidin Kurdistaniyan (jinan, ciwanan, tex û qat û pêkhateyên cuda), yên ku baweriya wan bi serwerî, kerameta mirovî û deshilata demokratîk heye, ewê ku dixwazin bi berxwedan û berengarbûna li hemberî dagîrker, jiyaneke wan a azad û bextewer hebe, bila werin refê vê rasan/rabûnê, rasanekê ku bi palpiştiya kurdistaniyan, ku dê Komara Îslamî û koleyên wê ji qidûm bixin.