Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyam : Armanc û encamên êrîşên DAÎŞê (Seîd Veroj)

22:00 - 28 Tebax 2014

Seîd Veroj

Sînorên îroyîn ên herêmê û perçebûna Kurdistanê, di pêvajoya Şerê Yekemîn ê Dunyayê û salên li pey wî de, bi peymanên verşartî û aşkere hatine diyarkirin. Ji van peymanan ya herî girîng, peymana veşartî ya Sykes-Picot e. Ev peyman, di navbera dîplomatê Fransizî François George Picot û muadilê wî yê Îngiliz Mark Sykes de, di Adara sala 1916’an de hatîye îmzekirin. Li ser destpêkirina Şerê Yekemîn ê Dunyayê û pêkhatina Peymana Sykes-Picotê nêzîkê 100 sal derbas bûne. Îro bûyerên ku li herêmê çê dibin, di rastîyê de sînorên siyasî yên ku ji wê demê ve hatine danîn, kirine wek bêjingê. Ev yek jî nîşan dide ku ev nexşeya siyasî û statûqoya herêmî ya ku wê demê hate danîn, li ser bineheke nerast û nerewa hatîye diyarkirin. Ji ber vê yekê, wisa diyar dibe ku dê nexşeya siyasî û statûqoya herêmê bigûhere û li ser bingeha netewî, olî û mezhebî ji nû ve bête destnîşankirin. Wekî wê demê, bêguman di rojên îro de jî, ji bo nû ve diyarkirina nexşeya siyasî wê tîfaq, hevgirtin û cepheyên wisa pêk werin ku heta îro qet me bîr pê nebirîye.

Îro hevpeymaniya ku di bin navê DAÎŞê de peyda bûye, yek ji van cepheyên pirralî ye. Di 10’ê Hezîrana 2014’an de hevpeymanîya Erebên Sûnne bi serkêşîya DAÎŞê ketin Mûsilê û di nav demeke kurt de piraniya erdê Erebên Sûnnenişîn bidestxistin û rêvebirîya herêmê girtin bin kontrola xwe. Vê bûyerê, di pratîkê de ji Hikumeta Kurdistana re riya tetbîqkirina maddeya 140’ê vekir. Hîn li ser vê bûyerê 2 meh derbas nebûn, DAÎŞê di 2’ê Tebaxê de jî berê xwe da başûrê Kurdistanê û herêma Şingal, Zummar û Mexmûrê dagir kirin. Di dema dagirtina van herêman de; bi taybetî kurdên Êzidî, Şebek, Kakeyî, Feylî; grupên Mesîhî yên wekî Aşûrî, Sûryanî û Keldanî û herwiha turkmenên Şiî yên van herêman rastê êrîşên hovane yên DAÎŞê hatin; bi hezaran zarok û jin û extiyarên wan derbeder bûn, ji cî û warên xwe hatin koçberkirin û qirkirin. Ev êrîşên DAÎŞê, li ser xelkên herêmê dîmeneke nû ya Enfal û Helepçê derxist holê. Piştî van bûyeran, DAÎŞ, wek aktor û mijara herî xeternak û sereke ya herêm û dunyayê derket holê. Îro kurd wekî milet li dijî van terorîstên ku ji herêm û hemû dunyayê re jî bûne xeter, şer dikin.

Bi tevî ev bûyerên lezgîn û germ, pirsa “DAÎŞ çi ye û dixwaze çi bike?” hate rojevê. Di nav vê dema kurt de gelek tişt li ser peydabûn, kiryar û armanca DAÎŞê hatin gotin. Bi kurtayî em dikarin bêjin ku ji alîyê bingeha civakî ve DAÎŞ; ji grupên cur bi cur yên Erebên Sûnne û kevne Baasî û hêzên eşîretên wê herêmê ve pêk hatîye, wek reaksiyoneke li hemberê zixt û zordarîyên desthilatdarîya Şiîyan çê bûye, bi pirranî di herêmên Sûnne de li ser xeteke îdeolojîk a nijadperest û Baasîst a Erebên sûne rêxistin bûye. Divê em ji bîr nekin ku dijberîya dîrokî ya Ereb û Farisan jî, bûye paşxanekî dî yê îdeolojîk-sîyasî yê vê hereketa sûnneperest. Aqilê stratejî, hêz û tevgera DAÎŞê diyar dike ku li pişta rêxistinên wisa de, piştgiriyeke girîng a herêmî û navdewletî tune be, nemimkune ku li vê herêmê desthilatdar bibe û berdewamî seha desthilatdarîya xwe jî herberfireh bike.

Dema em encama tevger û pêşketina vê rêxistinê û rewşa siyasî ya heyî bînin ber çavê xwe; wisa diyar dibe ku di pratîkê de ti mana û girîngiya sînorên siyasî yên Peymana Sykes-Picotê nemane, Xîlala Şîa hatîye şikestin, herêmên Sûnne yên Îraq û Sûriyeyê gihîştine hev û herwiha ne dûr e ku di demeke nêzîk de Lubnan jî tevlî vê sehayê bibe û li ser vê erdê berfireh dewlete Sûnnîyan bête damezirandin.

Bêguman ji bo milletê Kurd û Hikumeta Kurdistanê ya herî girîng; ji alîyê DAÎŞê ve dagirtina herêmên Şengal, Zummar, Mexmur û Celewle ye. Herwiha di encama dagirtina van herêman de, hem zeafîyet û kêmasîya parastinê û hem jî tirajedîyeke mirovî derket holê. Bi deh hezaran Kurdên Êzidî, Şebek, Kakeyî û Mesîhiyên van herêman rastê teror û qirkirina Dewleta Îslamî hatin, beşekê wan ê mezin jî bêgav man ku cî û warê xwe biterkînin û bibin penaber.
Bêguman li ser sebebên ketina van deveran û encamên bûyerên çêbûyî, gelek tiştên girîng hatine gotin û nivîsandin. Li vê derê naxwazim cardin wan nirixandin û gotinan dubare bikim, lê divê em tecrube û gotina zêrîn a pêşiyan ji bîr nekin ku dibêjin; musîbetekî hêjayê hezar nesîheta ye. Dema ku em nikaribin musîbetan û encamên wan rast bixweyînin, mimkune ew musîbet dubare jî bibin. Ji ber vê yekê dixwazim bêjim, êrîşên DAÎŞê, musîbeteke bûhayê wê giran bû, lêbelê ku em karibin encamên wê rast bixweyînin û pêdivîya wan bînin cî, dê ji bo serxwebûn û serkevtinê faydeyeke gewre bigehîne doza rewa ya Kurdistanê. Di vê çarçoveyê de, dixwazim bi diyarkirina çend xalên girîng, bala we bikşînim li ser xwendina encamên êrîşên DAÎŞê:
1- Dema em li bûyerên civakî yên çend salên dawî, rewşa heyî ya navbera Îraq, Sûriye û Lubnanê binêrin pirr bi zelalî diyar dibe ku sînorên navbera van dewletan bûne wek bêjingê. Ji ber vê yekê, meseleya ji nû ve guhartin û diristkirina xerîte û sînorên siyasiyên herêmê, pêdivîyeke girîng a aramîya civakî û ewlekarî ye.

2- Pîlana ku bi navê Dewlata Îslamî yan jî bi navê wê yê meşhur DAÎŞê, di 2’ê meha Tebaxê de li hemberê Başûrê Kurdistanê hate tetbîqkirin, pîlaneke navdewletî bû, armanca wê jî pêşîlêgirtina firotina petrol û xebat serxwebûna başûrê Kurdistanê bû. Vê bûyerê, bi bûhayekî giran kêmanî û lawazîya Wezareta Pêşmerge û parastina Kurdistanê derxist holê. Bi tevî hemû kêmaniyan, Serok Barzanî ji bo piştgirîkirin û parastina Kurdistanê, daxwaza alîkarîyê ji dewletên Ewropayî û Amrîkayê kir. Di serî de Amrîka û pê re jî dewletên Ewropayî yên wekî Fransa, Îngiltere, Almanya, Îtalya, Îspanya, Hollanda, Swêd, Danîmark, Awistralya, Macerîstan û hwd…. di demekî kin de piştgiriya xwe ya siyasî û leşkerî ji bo Kurdistanê diyar kirin. Dema ku rewşa siyasî ya herêmî û aliyên têkildar li ber çavan bêne girtin, diyar dibe ku di zimanê siyaset û dîplomasiyê de ev piştgirî, heman demê tête mana piştgirîkirina serxwebûna Kuristanê.
3- Êrîşên terorîstî û kiryarên jenosîdî yên Dewleta Îslamî li herêma Şengalê, di nav civata Kurdistanê de tiravmayek peyda kiriye, divê di demekî herî kin de bandora vê travmayê bête şikandin û rakirin.

4- Bûyerên dawî carekî din diyar kirin ku Kurdistan bi modêla xwe ya pirrdînî, pirrolî, pirmezhebî û pirrzimanî ji eqliyatên dînî û netewî yên ciyawaz re bûye ciyê parastin û aramî û ewlekarîyê. Parastin û pêşxistina vê modelê, hem wezîfeya hemû welatîyên Kurdistanê û hem jî yê rêxistin û dewletên demokratîk ên dinyayê ye.

5- Di encama êrîşên DAÎŞ û wd. de, koç û koçberîyeke mezin ber bi herêma Kurdistanê ve çêbû. Encama van bûyeran dîyar kir ku civata Kurdistanê li hemberê bûyerên wisa bi awayekî rêk û pêk ne birêxistinî ye. Ji bo vê yekê, piştgirîkirina rêxistinbûna dezgeh û rêxistinên siwîl/medenî, pêdivî û erkekî civakî û netewî ye.

6- Dema em encama êrîş û kirinên hovane yên grubên olperest û tûndrew ên wekî DAÎŞê bînin ber çavê xwe, dîyar dibe ku eqliyetên dînî û mezhebî yên li Kurdistan û herêmê, mimkune ku her demekî di bin xeterîya êrîşên îslamîstên tundrew de bin. Ji ber vê yekê parastina hemû mafên eqliyetên dînî û netewî yên wekî êzidî, şebek, kakeyî, mesîhî û turkmenan erkê sereke yê hikumeta Kurdistanê ye.

7- Xaleka herî girîng jî, rola medya ya Kurdistanê ye. Belavkirin û pêşkêşkirina nûçe û agadarîyên der bareyê bûyerên dawî yên Kurdistanê û êrîşên DAÎŞê de, dîyar kir ku li Kurdistanê pirsgirêkek girîng a medyayê heye û li ser wê re jî şerekî psîkolojîk ê girîng tête meşandin.

Di medya û rayagiştî ya Kurdistanê de têgehiştineke wisa hatîye peydakirin; lazime medya bêlayen û bêkontrol be û kes mudaxeleyî medya neke. Têgehiştineke wisa, encama şerê psîkolojîk ê li ser civata Kurdistanê ye. Di ti welatekî dunya modrin tiştekî wisa nîne. Nabe ku medîya welatekî li hemberê berjewendîyên welat û welatîyên xwe bêlayen be, yasa nasneke û mudaxeleyên yasayî çênebe.

Dema em bala xwe bidin rewş û bûyerên dawî yên Kurdistanê, bi zelalî dîyar dibe ku beşekî medyaya Başûrê Kurdistanê bi nûçe, agadarî û nivîsên xwe yên der barê van bûyeran de, serê xelkê tevlîhev kirin û bi xelkê nedan famkirin ku di rastî de çi dibe. Dezgehên medyaya PKK/PYDê jî, di çarçoveya sîyaseta xwe ya statuquparêz û dijserxwebûnî de, ji ber berjewendî û nakokîyên grubî, li hemberê başûrê Kurdistanê û bi taybetî jî PDKê, dest bi belavkirina desînformasyoneke nedîtî kirin. Ji ber vê yekê divê Hikumeta Kurdistanê di çarçoveyeka demokratîk û berpirsyarbûna li hemberê raya giştî de ji bo dezgehên medyayê çarçoveyeke nû dîyar bike û rê li ber desînformasyon û operasyonên psîkolojîk bigire.

Naveroka vê nivîsê nerîn û raya nivîskar bi xwe ye û malpera Kurdistanmedia jê berpirsiyar nine.