Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama Deftera Siyasî a PDK Îranê bi boneya 37’mîn salvegera damezirandina PUK

19:47 - 1 Hezîran 2012

Kurdistanmedia: Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi boneya 37’mîn salvegera damezirandina Yekîtiya Nîştimanî a Kurdistanê, peyamek pîrozbahiyê arastey berpirsên wê yekîtiyê kier.

Deqa peyamê:

Birêz Mam Celal Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Nîştimanî a Kurdistanê!
Birêzan endamên rêberî û pêkînerên rê û resma 37’mîn salvegera damezirandina Yekîtiya Nîştimanî a Kurdistanê!

Tevî silavên hevalane!

Bi boneya 37’mîn salvegera damezirandina Yekîtiya Nîştimanî a Kurdistanê weke dostek dêrîn yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, em pirr bi dil pîrozbahiyê ji we dikin û serkevtin û geşekirina we di xizmet doza Kurd li Kurdistana Îraqê û seransewrî Îraqê de hêvî dikin, bi taybetî di rewşa hesas a ku Îraq têde ye û Yekîtiya Nîştimanî dikare rolek bi bandor hebe û yek dengî û hevgav tev gişt aliyên siyasî bo çespandina pêtir a doza Kurd li Îraqê û heta berbi geşebirina Îraqê bandora xwe hebe. Em hêvîdar in Yekîtiya Nîştimanî a Kurdistanê di wan waran de serkevtî be û xalên erênîtir di dîroka xebata 37 saliya xwe de pêtir bike.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê di pêvajoya pêwendiyên xwe ên dostane de li gel Yekîtiya Nîştimanî a Kurdistanê de rojên pirr ji şanazî di alîkariya dualî de tomar kiriye û boneya han jî bi derfet dizane bi pêdagirî li ser pêwendiyên zêde û bihêztirkirin û berfirehtir kirina wan pêwendiyan bi hewcehiyek nîştimanî dizane û kar û hewlên pêtir di vê pêxemê de bi erkê her du aliyên dost û bira û gişt hêz û aliyên siyasî ên Kurdistanî tîne hejmar.

Carek din pîrozbahiyê ji we bikin û serkevtî bin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Deftera Siyasî

31’ê Gulana 2012’an a Zayînî
11’ê Cuzerdana 1391’an a Rojî