Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama Mistefa Hicrî bi boneya 70.mîn salvegera avakirina Komara Kurdistanê

14:15 - 26 Kanûna Paşîn 2016

Kurdistanmedia: Bi boneya 70.mîn salvegera avakirina Komara Kurdistanê sekreterê giştî ê PDKÎ peyamek belav kir.

Deqa peyama navbirî, ku di rêûresma 2’ê Rêbendanê de ji aliyê wî ve hate xwendin, bi vî awayî ye:

Piştî derbazbûna 70 salî bi ser avakirina Komara Kurdistanê de, ew xala zêrîn û pirr çirûsk ku bêmînakbûna wê girîngtir û berçavtir dike, karname û bandora wê di wê serdemê de, û piştî wê serdemê ye, herwisa deskewt û mîrata wê jî, bo nivşên piştre, wekî wê dixuye ku ew Komar niha hatiye avakirin.

Komara Kurdistanê di bîreweriya neteweya Kurd de tenê serpêhatiyeke kurt nîne, ku piştî temeneke 11 mehî bi dîrokê bê spartin, beku diyardeyek e ku çavkanî ye ji bo avakirina wateyê ji bo niha, û pirr e ji buhayên neteweyî ên bilind ji Kurdan re, û herwisa wekî kok û binêşeyeke qahîm a hizrî ye bo welatparêzan û azadîxwazên Kurdistanê.

Jiber ku ji aliyekî ve Hizba Demokrat a Kurdistanê wê ava dike ku bi yekem hizba modern di her çar perçeyên Kurdistanê de tê naskirin, ji aliyekî din ve sembol û berhemên Komarê ne ku piştî 70 salan hêla jî zindî mane, û bûne bingehek ji bo yekîtiya Kurdan li her çar perçeyên Kurdistanê, wekî “sirûda neteweyî” û “alaya Kurdistanê” û “hêza pêşmerge” û …hwd.

Sirûda “Ey Reqîb” ku wekî sirûda nîştimanî di serdema Komara Kurdistanê de hate diyarîkirin, û sirûda berxwedanî û zindîbûna neteweya Kurd e, ku dijmin hertim ji bo helandin û qirkirina wê tekoşîn kirine, lê xortên rengê “sor ê şoreş”ê bi xwîna xwe jiyan danê, û ew ji nemanê parastine. Sirûdek ku piştî 70 salî û pêkhatina guhertineke kûr û bingehîn bi ser civaka cîhanî di vê heyamê de, herwisa alahilgirê vê watayê ne, ku nîşanî me didin ku niha jî “Reqîb” bi vê watayê ku di sirûdê de hatiye, di hizra jinavbirina neteweya Kurd de ye, û haşayê lê dike, û ew sirûda dibêjê ku: “Ey Reqîb, her maye qewmê Kurd ziman”.

“Alaya Kurdistanê” ku niha piraniya herî zêde a neteweya Kurd li her çar perçeyên Kurdistanê û heya li asta cîhanê de jî rêz û hurmetê jê digrin, li parlementoya Herêma Kurdistana Îraqê de jî bi fermî hatiye nasîn, li ser hemû avahiyên dem û dezgehên hikûmetê pêlan dide, bi cudahiyeke gellek kêm her ew ala ye ku bi destê Pêşewayê nemir di Çarçiraya Mehabadê de hate bilindkirin.

Mîrateke din ya Komara Kurdistanê ku niha ne tenê Kurd belkû tev cîhan şanaziyê pê dike, “pêşmerge” ye ku Komara kurdistanê ew ava kir, û ew navê hejî jê re diyarî kir. Vê hêzê ji bilî vê ku heya niha neteweya Kurd ji nemanê parastiye, bûye şanaziyek ji bo hemû cîhanê, û heta dewletan jî, bi taybetî ew dewletên ku şerê terorê dikin, û çavên wan li ser qehremantî û serkevtina pêşmerge ye. Lewra navê pêşmerge bi bîrhînerê nav û bîra Komara Kurdistanê ye ji bo hemû Kurdan, bi taybetî nivşa niha.

Em jî vê derfetê bi kare tînin bona vê ku silavan bişînin bo riha pak ya hemû wan pêşmergeyên ku ku di riya parastina xaka Kurdistanê de canê xwe gorî kirine, yên ku niha di bereyên şerê li dijî terorîstan û dagîrkarên mafê Kurdan de, li her cihekî vê nîştimanê de xebatê dikin. Herwkî dijminên neteweya Kurd bi dirêjahiya dîrokê hewl dane ku nakokiyan bixin navbera me de, û me berdin canê hevûdu, û piştre jî bi ser me de zal bin, lê nekarîne ku wan sê sembolên yekgirtinê wate Ala û Sirûd û Pêşmergê Kurdistanê di nav hizr û mêjî û dîroka me de derxînin. Ew yek şanaziyeke mezin e ji bo hemû wan têkoşer û wan aliyên ku bi xwîna xwe ew nîşan û sembol parastine.

Xaleke din ya giringiya Komara Kurdistanê rola Pêşewayê nemir di serokatî û rêberîkirina siyasî-neteweyî di Komara kurdistanê de ye. Ew şêwaza rêberiyê di wê serdemê de, ew qas pirrbuha ye ku dikarim bêjm ku di jiyan û baweriya mirovtewer ya xwe û karnameya xwe ya siyasî di wê serdemê de bê mînak e. Herçend ku rewşa siyasî û leşkerî ya Komarê bi awayekî bû ku pêşiya Komarê dihate girtin ku deshilata xwe li Kurdistana Rojhilat de berfirehtir bike, lê ew yek nebû sedema vê ku şêweya rêberîkirina Komarê bi awayekî be, ku rê bi kesên diloj nehê dayîn ku ji perçeyên din ve bêne wir û xizmeta Komarê bikin, û li gora şiyana wan erk bi wan bêne spartin.

Lewra Komara Kurdistanê wekî hikûmeta hemû Kurdan çav lê dihate kirin, û hemû Kurdekî welatparêz Komara Kurdistanê bi ya xwe dizanî. Mînaka wê jî hatina Barzaniyan bo serokatiya Mela Mistefayê nemir bi herêmên di bin deshilata Komarê de bû, ku bi ew qasî hurmetê ve ji aliyê şexsê Pêşewa ve bi germî hatin pêşwazîkirin.
Rêzdar Mela Mistefa wê demê pileya jiniraliyê ji aliyê Pêşewa ve pê hate dan, û wekî fermandarê hemû pêşmergeyan li bajarê Seqizê de hate diyarîkirin, wî jî di hemberî wê baweriya ku bi vî hatibû dayîn, heya dawiyê bi Komarê û bi Pêşewa emegdar ma, û digel hêza xwe bo parastina Komarê hemû qehremantiyek kirin. Eva di demekê de bû ku hejmareke berçav ji serokeşîran ku bi berçav digel Komara Kurdistanê bûn, û sonda emegdariyê bo Komara Kurdistanê xwaribûn, di bin de digel hikûmeta Tehranê pêwendî ava kiribûn, û îxanet bi Komara kurdistanê kirin.

Pêşewa heya şêweya cangorîkirina wî jî, kêmtir nîne ji wan rêber û mirovên mezin ên serdemên wî de, di asta cîhanê de. Her ew yek jî Qazî Mihemed dike pêşewayê ruhî –siyasî ê Kurd û hevsengê mirovên mezin ên neteweyên din. Di demekê de ku niha dîroka mirovahiyê û felsefeyê şanaziyê bi xweragiya Soqrat û pêşwazîkirina ji mirinê ji riya “Heqîqet û Peyman” ve dike, lê neteweya Kurd jî di serdema niha de, û di Komara Kurdistanê de pêşewayê xwe heye, ku canê xwe di pêxema wê peymana ku di dema sondxwarina xwe da dabû gelê xwe, û ew heqîqeta ku bawerî pê hebû gorî dike, û ew jî wekî Soqrat dibe qurbanî û şehîdê riya rastî û azadiyê.

“Partiya Demokrat” xaleke din ya bişewq a komara Kurdistanê ye, ku hem komara Kurdistanê ava dike, û hem jî xwe bi mîrata buhayên netewî- siyasî yên berhemên komarê dizane, û “Ev partiye heya niha jî serbarê hemû kêmasî û zehmetiyên ser rêya xebata 70 salî, her li ser pirenisîpên netewî, wekhevî û azadîxwaziyên rêbaza komara Pêşewayê nemir didome”. Ew guherîna dîrokî ku modêlek din ji xebat û rêkxistin di çarçoveya partiyeke siyasî û şoreşvanî ya serdemiyane û modêrn e, hem karê rêkxistin û bergirî û xebatê bo neteweya xwe dike, û hem jî di derfetên baş de karên partiyê, û çêkirina birêveberiyên siyasî-yasayî û civakî dike, û di damezrandina hikûmetê de xwe nimayiş dike. Ev mîrata bihagiran, heya niha jî di çarçoveya Kurdistanê de heye, û hewla cîbicî kirina wê didin.
Berevajî dijber û neyarên neteweya Kurd ku hem di serdema paşayetî, û hen jî Komara Îslamî ya niha, çavê wan bi dîtina Kurdistanê hilnehat, û hewil didan ku buhagiraniya komara Kurdistanê û îradeya Kurd bo rizgariyê bêçine bihesibînin, lê hikûmeta komara Kurdistanê bi hemû kêmasî û nîşaneyên hişyarî û îradeya gelê Kurd, bi rêberiya Partiya Demokrat û Pêşewa, bi mifahwergirtin ji derfetên pêkhatî di dawiya şerê duyem yê cîhanî û havsengiya hêz û rewşa siyasî a Îranê tê avakirin.
lewra ev bîroke ya ku dibêjin Komara Kurdistanê bi piştevaniya Yekîtiya Soviyet hate damezrandin û bi vekişîna Soviyetê jî herifî, dûr e ji rastiyên dîrokî. Ji ber ku herifîna komara Kurdistanê xincî beşek ji sedemên navxweyî nebe, zaftir bi sedemên pêkhatiyên navdewletî û guhertin û hevsengiya hêz di asta navdewletî û deverê de, li ser asta hêz û şiyanên Kurd û komara Kurdistanê hate herifîn, lê li vir de jî eva hişyarî û rola rêberên komarê ye ku bi zirarên herî kêm û rijandina xwîna xortên Kurd dawî bi komarê tê, û dibe hêvinê hizr û bingeha sembolîk bo bizava netewî- demokratîk ya Kurd.

Hevalên xweştevî

Di dawiyê de dixwazim bala we bo vê yekê bikişînim ku bûyerên siyasî di serdemê komar û berî komarê jî heya niha, serbarê guhertinên berfireh ên siyasî di Rojhilata Navîn, kurd ji mafên xwe ên rewa herwisa bêpar maye, lewra berxwedan di hemû beşên Kurdistanê de û her beşek jî bi awayên xwe, bo bidestveanîna mafên xwe her berdewam e. Ev rewşa han bêşik sedemên curbicur hene, lê bi baweriya min hewlêna hemû sedeman vedigere bo ser du rastiyên tal:
Rastiya yekem nakokî, dijberî û tehemulnekirina hevdu ye di navxwe a Kurdan de, ev jî hin caran ewqas bihêz bûye ku gellek caran xebat li dijî dagîrkirina maf û azadiyên me ji bîra me biriye. Lewra dagîrkeran jî ji rewşa nebaş ya navxweyî ya Kurd bi qazancê xwe mifah wergirtine, kurd bi destê kurdan dane kuştin, û xwe kirine berebest li ser rêya serkevtin û gihîştin bi mafên kurdan. Dîroka 100 saliya me tijî ye ji wan tirajidiyan û em dibînin ku di vê heyamê de eva ku Kurdan bi xwe anîne serê xwe, ji vê yekê kêmtir nine ku dijminan anîne serê Kurdan.

-Rastiya duyemîn dewletên dagîrker ên Kurdistanê ne ku her weke rejîma Pehlewî di serdemê Komarê de bi awayê berdewam di hewla pîlangêriyê li dijî Komarê bû û weke dujmin li Komarê nêrîne. Li serveyî hemûyan Komara Îslamî ya Îranê ye, bi vê cudahiyê ku vê carê bi navê Îslamê rewayiyê dide kuştin û birrîn û wêranî û bêmafkirina me. Ji aliyekî hikûmeta Komara Îslamî bi navê Îslama Şî’e û bi nûneratiya Îmamê Zeman xwîna cudabîrên xwe ku Kurd jî parek ji wan cudabîran e, helal dike, û heya wî qasî pêşve çûn ku fetwaya cîhadê li dijî Kurdan dan û, bi navê danûstanê rêberên Kurdan teror kirin, ji aliyê din ve hikûmeta Îslamî ya Sune, yan DAÎŞ, axa Kurdan dagîr dike û pîr û zarokan dikujin û jinên wan bo xodametî û koletiyê dibin. Lê bi vê ferq û cudahiya girîng ku, eva hikûmeta Îslamî ya Sune dike dujminatiya xwe naveşêre û gotin û kiryarên wê li dijî Kurdan weke hevdu dujminkarane ne, lewra bona mezin û biçûkên Kurdan weke dujmin hatiye nasîn û pêşmergên Kurdan jî, bi serbilindî û cangorîtî li hemberî wan disekine û wan paşve dibe.

-Lê hikûmeta Îslamî ya Şî’e, di kewlê dost û dilsozê Kurdên parên din ên Kurdistanê xwe derdixe, bi navê yekgirtîkirina rêzên Kurdan li derveyî sînorên xwe, toyê dijminatî û tevdanîkariyê di nava wan de diçîne, piştre li jêr navê piştgirtinê, eniyekê li dijî eniya din a Kurdna tûj dike, û alîkariyê dide wan, bi eşkere direvan tevî wan dike û armancên xwe ku di rastî de wêrankariya hemû tiştekê ye, bi navê dilsoziyê careke din difiroşe Kurdan, jiber ku li gorî xwendina wan, hekî hewce be bona parastina Îslamê direvkirin erkê şer’î û Îslamî ye. Bi berçav tevî dewleta Îslamî ya Sune şer dikin, eva di demekê de ye ku bi xwe yek ji alîkarên herî sereke ên DAÎŞ’ê ye û mifaha herî zêde ji kiryarên hovane ên wan werdigire.

Karbidestên Îranê çavkaniya herî mezin ya geşepêdana şer û tevdanîkarî û wêraniya herêmê ne û bi berçav jî, ji hemûya pitir rondikan bona asayîş û ewlehiya herêmê dirêjin, û diruşman didin.

Awayê gotin û kiryarên Komara Îslamî ya Îranê niha ser ji hemû dunyayê aloz û gêj kiriye, û mixabin niha jî gellek dewlet hene ku Komara Îslamî weke ku di rastî de heye, nas nekirine, lewra em hertim di bin gefa pîlanên wê de ne, Komara Îslamî dujminek qirêjtir ji DAÎŞ’ê ye, bo Kurdan û hewce ye ku em haydarî wê bin.

Hewalên rêzdar!

-Hekî Kurdistan niha jî weke serdemê Komara Kurdistanê parvekirî maye û dujminên welat û netewa me dorpêç kirine û ji hemû aliyekî ve pîlanan bo me dadirêjin, niha bi sedema guherînkariyên stratejîk û hevkêşeyên siyasî yên xwedî hêzên cîhanî û herêmî ye ku, bo cara yekemîn rewşeke guncav bo Kurdan hatiye pêş, ku di dîroka Kurdan de bê mînak e. Ji niha ve bi sedema van guherînkariyan û cesûrî û cangorîtiya pêşmerga li hember DAÎŞ’ê, nav û dengê Kurdan li hemû cîhanê deng vedaye û, Kurd weke neteweyek xwedî tolerans û berevajî hikûmetên Îslamî yên Şî’e û Sune, ne tenê li dijî pêkhateyên din ên netewî û olî li herêmê û welatê xwe ninin, belkî herêma Kurdistanê bûye cihê ewlehî û asayîşa wan. Ji vê yekê girîngtir jî eva ye ku dagîrkerên Kurdistanê ji hemû deman pitir lewaztir, û bi hev re nateba û nakoktir in, û her yek ji wan bi destê hejmarek arîşeyên navxweyî ve dinalînin. Bi giştî em dikarin bêjin ku serbarê hemû astengên ku li ser rêya me hene, zemîneyeke guncaw bo serkevtina Kurdistanê derketiye holê. Dîroka gelê me jî dibêje ku dema Kurdan di navxwe de amadeyî û îradeya yekgirtîbûna xwe bihêz kir, kariye ku ji guherînkariyan bi qazancê xwe mifahê bisitîne û bi aliyê kêm ve beşek ji mafên xwe bisitîne û, mînaka wê jî Komara Kurdistanê ye.

Birêzan!

-Niha jî bi liberçavgirtina wan guherînkariyên ku di pêşiyê de me bas kirin, û gellek guherînkariyên din di herêmê de, derfeta herî baş hatiye pêş bona vê ku qedera Kurd bi aliyê kêm ve di wan paran de ku derfet tê de hatiye afirandin, qedera xwe ji rêya dilxwaz ve ber bi pêşve bibin, û ji destên dujmin û neyarên xwe derkevin, û vê yekê jî em dikarin bikin, bi mercekê ku di despêkê de çareseriya van du pirsan bikin ku me berê îşare pê kir û hêvênê bê parî û bindestiya me ne, hekî bo demekî kêm jî be, em hûrde arîşe û pirsgirêkên xwe ku pitir di rasteya berjewendiyên hizbî û girûpî de ne, û ne di berjewendiya netewî de ne, liberçav bigirin û, bo armanca rizgariya netewa xwe yekgirtî pêngavan bavêjin û, piştre dujminên xwe û li serveyî hemûyan deshilata Îslamî ya Şî’e li Îranê bêtir binasîn bona vê ku zirarên pîlanên wê kêmtir bikin.

-Em li ser vê baweriyê ne serbarê vê ku renge derfeta guherînkariyên han her berdewam nebin, û li ser gelê Kurd nesekinin, lê hêj derfet ji dest neçûye, lewra hêvîdarim bi derswergirtina ji dîrokê, armancên Komara Kurdistanê ku niha jî armancên gelê Kurd pêk tînin, di parên din ên Kurdistanê de bigehin encamê, û eva jî serbilindiyek mezin e bo me hemûyan, her weke ku dîraok tu carî ji wan kesan nabihure, ku bi her hincetekê dibine sedema jidestdana derfetên han.

-Di dawiyê de bi boneya 70’mîn salvegera avabûna Komara Kurdistanê, serê rêz û emegnasiyê di hemberî Pêşewa Qazî Mihemed ê serkomarê Kurdistanê û hemû wan şehîdên serbilind ditewînim ku di pêxema avakirin û parastina Komara Kurdistanê de canê xwe gorî kirine.

Pîroz be yad û bîra Komara Kurdistanê li netewa Kurd
Silav li PDKÎ avaker û rêvîngê rastîn ya rêbaza Komarê