Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama pîrozbahiyê ya Mistefa Hicrî bi boneya hilbijartina Refîq Karakoç wekî serokê HAK-PAR’ê

16:32 - 28 Nîsan 2016

Kurdistanmedia: Mistefa Hicrî sekreterê giştî ê PDKÎ di peyamekê de pîrozbahiya hilbijartina “Refîq Karakoç” wekî serokê nû ê HAK-PAR’ê ji endamên vê hizbê kir.

Deqa peyamê bi vî awayî ye:

Rêzdar/Refîq Karakoç
Serokê HAK-PAR’ê
Digel rêz û silavan


Em hatin agehdarkirin ku di kongireya neasayî a HAK-PAR’ê de, ku li meha Nîsanê di Enqerê de bi rê ve çû, cenabê we yê rêzdar wekî serokê HAK-PAR’ê hatin hilbijartin.

Em derheq hilbijartina we wekî serokê HAK-PAR’ê, pîrozbahiyê li we dikin, û em hêvî dikin bi tekoşîna we rêzdarî, û bi alîkariya hemû endamên rêberiya partiya we, doza Kurd di Bakura Kurdistanê de, roj bi rojê pêşveçûneke zêdetir bi xwe ve bibîne, û pêwendî û dostatiya di navbera PDKÎ û HAK-PAR’ê berdewam bike.

PDKÎ
Sekreterê Giştî
Mistefa Hicrî

07.02.1395
26.04.2016