Kurdistanmedia: Rêzdar Mistefa Hicrî sekreterê giştî yê PDKÎ bi boneya vegeriyana Mes’ûd Tek sekreterê giştî yê Partiya Sosyalîst bo Kurdistana Tirkiyê peyameke pîrozbahiyê ji sekreter û endamên vê partiyê re şand, ku deqa vê peyamê bi vî awayî ye:
Birayê rêzdar Mes’ûd Tek
Sekreterê giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê
Digel rêz û silavan
Bi bihîstina nûçeya vegeriyana we û hevalên partiya we bo Kurdistana Tirkiyê, û hewldan bo xebata neteweyî ya PSK’ê, bi awayekî fermî di vê para Kurdistanê de, ez gellekî dilxweş bûm. Seba hilgirtina pêngaveke bi vî rengî, ji aliyê xwe û hevalên xwe yên rêberiya PDKÎ, ez pîrozbahiyeke germ li we dikim, û hêvîxwaz im ku berdewamiya we li ser vê şêweya xebatê, bandoreke berçav û erênî hebe li ser berevpêşveçûna xebata xûşk û birayên me di Kurdistana Bakûr de, bi armanca bidestxistina mafên xwe yên rewa.
PDKÎ
Sekreterê giştî
Mistefa Hicrî
18.10.2015
26.07.1394