Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama sekreterê giştî yê PDKÎ ji bo civatên xelkê Kurdistanê

16:52 - 18 Hezîran 2016

Kurdistanmedia: Sekreterê giştî yê PDKÎ, Mistefa Hicrî derheq qonaxa nû ya xebata rewa ya PDKÎ, peyamek rû li xelkê Kurdistanê belav kir.

Deqa peyamê:

Xelkê azadîxwaz û xweragir ê Rojhilata Kurdistanê!

Ciwanên xwedîhest û têhniyê azadî û rizgariyê!

Tex û qatên civaka Kurdistanê!


Xortên bicerg û xebatkar ên we, pêşmergeyên PDKÎ, ji sînorên Kurdistanê ve, heya kûrahiya xaka pîroz ya Kurdistanê, di nav kûrahiya nîştimana me ya dagîrkirî ji aliyê DAÎŞ’ê Şî’e ê Komara Îslamî ve, deste deste vedigerin himbêza pirr ji dilovanî û hezkirin ya we, û himbêza dayîka nîştiman.

Ew kotrên aştiyê ne, ku peyama biratî û wekheviyê, ji bo hemû rûniştiyên Kurdistanê, hilgirtine. Ew, ew hêz û qavet in, ku hatine, da ku dest di nav destên we de, xebata çiya û bajar pêkve girê bidin, xebat ji bo mirovahiyê, û ji bo jiyana serbilindane ya serdemiyane, ku me di “peyama newrozî” ya îsal de ragehand.

Em xatircem in, ku hûnê ne tenê wan xortên leheng û can li ser dest ên xwe bi dil û can biparêzin, belkû hûnê hêza xwe ya bêhempa jî, digel hêz û qaveta wan bikin yek, û bi vê hêza xwe ya çendqat, hûnê xebata xwe ji bo rizgariya ji bindestiyê ber bi pêşve bibin, ew hêz û şiyana ku tirs û xof xistiye nav dilê rejîma Komara Îslamiya Îranê de.

Di vê rewşê de, em bi hewce dizanin ku rû bikin hemû wan kesên, ku bi her sedemekê be, çeka rejîmê hilgirtine, yan jî bi her şêweyekê be, li dijî hêza pêşmerge û xelkê xebatkar, xizmetê bi armancên pîs û gemar ên rejîmê dikin.
Peyama me bo wan kesan jî ew e ku:

Pêşmerge tenê yek dijminî nas dike, ew jî rejîma Komara Îslamî ye, ku hemû mafên vî gelî, û berî wê jî, mafê wan Kurdan binpê kiriye, ku bi çekdarkirina wan, pîlana kuştina Kurd bi dest Kurd bi rê ve dibe, û li ber çavên xelkê Kurdistanê, wan sivik û rezîl dike, rejîmek ku rewşeke wisa ji bo Kurd pêk aniye, ku hejmarek ji wan di pêxema peydakirina nanekî ji bo xwe, û jib o zarokên xwe, amade dibin destê xwe bi xwîna pêşmerge û xortên xebatkar ên hevneteweya xwe sor bikin.

Em daxwazê ji wan çekdaran û hemû wan Kurdan dikin, yên ku li dijî tevgera Kurd xizmetê bi rejîmê dikin, heya ku direng nebûye, dev ji çeka îxaneta bi gel û welat, û neteweya xwe berdin, û nifretê bikin ji vê nanê ku bi qîmeta (nirxa) rijandina xwîna xebatkarên Kurd bi dest ve tînin.

Di destpêka Payîza sala 1388 (2009)’an de jî, di vî warî de, me peyamek, da wan kesan, û me ew xatircem kirin ku hekî ew çeka îxanetê bavêjin, û dev ji îxanetê li dijî neteweya xwe berdin, wê demê pêşmerge dijayetiya we nake, û niha jî em bi wê peyama xwe emegdar in, û daxwazê ji we dikin, ku vegerin nav rîza xelkê xwe de, da ku em hemû mil bi milê hevdu roj bi rojê zêdetir rejîmê rezîl û riswa bikin.

Yan jî aliyê kêm, dest ji geriyana li pey (dû) pêşmergeyan, û çavsaxîkirina ji bo hêzên serkutkar ên rejîmê û êrîşkirina li ser pêşmerge berdin, û hekî wisa nekin, xatircem bin, hêza pêşmerge û xelkê têkoşer û şoreşger ê Kurdistanê, we nabexşin (naborin), û direng yan zû, hûnê berpirsyar bin di hemberî domandina van kiryarên xwe yên nemirovî.

Bi hêviya yekrêzî û tebahiyê di nav gelê Kurd de, li dijî Komara Îslamî

Sekreterê Giştî
Mistefa Hicrî

29.03.1395
18.06.2016