Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peymana Sêvr û sînorên destçêkirî

13:57 - 8 Îlon 2015

Rûken

Di roja 10.08.1920’î de peymannameya Sêvrê hate îmzekirin, ku tê de heyeteke Kurd bi serokatiya Şerîf Paşa beşdar bû, û tê de bas ji dana mafê otonomiyê bi Kurdan hate kirin, ku bo yekem car bi awayekî fermî ew maf bo Kurd rewa hate dîtin.

Di benda 64’an de bi awayekî eşkere bas ji vê hatibû kirin, ku dibe di van melbendan de ku Kurd dijîn serbixweyî bi wan bihê dayîn, û Tirkiye jî dev ji wan melbendan hilgire. Herwisa bas ji vê hatibû kirin, ku hekî Kurdên wilayeta Mûsil bixwazin herin cem wê hikûmeta Kurd, eva dikarin û hevalbend jî tu cure alîkariyekê bi wan re nakin. Bêguman hekî ew peyman wekî xwe bihatiba cî bi cî kirin, eva îro Kurd xwediyê kiyaneke serbixwe bûn, û renge ku ew hemû karesataên wekî kîmyabaran, enfal, kuştara bikom û …hwd bi ser wan de nehatiban.

Di rastî de, di vê serdemê de armanca Brîtanya û Fransayê zêdetir ji vê ku xizmet bi neteweyên bindest be, pêşgirtin ji vegeşîna şoreşa sosyalîstî ya Rûsiyê ber bi herêmên din, û kolekirina neteweyên bindest û perçe perçekirina dewleta Osmanî bû.

Lê netebabûna Kurdan û lawazî û bêcerbeyiya wan di biyavê mifahwergirtina ji derfetan, bû sedema vê ku Kurd nekare zextê li ser siyaseta cîhanî û dewletên xwedîbiryar çêbike, û ji hemiyê girîngtir jî bihêzbûna Kemalîstan û pêkve zeliqandina hemû perçeyên xaka Tirkiyê ku berê ji destên wan de derketibûn, û herwisa vedîtina petrolê di Kurdistanê de, bû ew faktera bi bandor ku rê neda ew bendên peymannameyê ku bas ji dana mafê otonomiyê bi Kurdan dihate kirin, bêne cî.

Eva bû ku di 24’ê Hezîrana sala 1923’an de peymana Lozanê hate îmzakirin, û tenê ew qas bas ji Kurd hate kirin, ku hewce ye rêz ji mafê kêmaniyên olî û çandî bê kirin.
Bi vî rengî herwekî ku nivîskarê biyanî bi navê “Biwankariye” dibêje: “Peymana Sêvr ku di kargeha çêkirina devrî û qapên çînî de hate îmzekirin, ew jî wekî berhemên kargehê, şikandina wan hêsan e”. (Pirtûka Kurdistan û Kurd).

Niha ku nêzîk bi sedsalekê bi ser îmzekirina vê peymanê re derbaz dibe, dijmineke gellek metirsîdar û terorîst a dijî Kurd wekî DAÎŞ’ê radigehîne ku bo avakirina xilafeta Îslamî (ku bêguman hizra şovînîzma erebî li pişt vê diruşma xapînok de xwe veşartiye), sînorên destçêkirî diherifîne.

Lewra Kurd hewce ye ku di her yek ji parên Kurdistanê de, ku tê de xebatê dikin, bona parastina xaka Kurdistanê bi bîreke neteweyî û nîştimanî ya bihêz bo gihîştina bi mafê çarenûsa xwe hewl bidin, bona vê ku di pêşerojê de, ew pêwendî û li hev nêzîkbûn ew qas bihêz bin ku hest bi sînorên destçêkirî di nav xaka parvekirî ya Kurdistanê de nehê kirin.