Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pilînoma 17`ê ya Komîteya Navendî ya PDKÎ bidawî hat

15:17 - 12 Tebax 2017

Kurdistanmedia: Di Pilînoma 17`ê ya Komîteya Navendî ya PDKÎ de, li ser bihêztirkirin û berdewamiya xebata çiya û bajar pêdagirî hate kirin.

Deqa daxuyaniyê:

Daxuyaniya Deftera Siyasî ya PDKÎ bi boneya bidawîhatina Pilînoma 17`ê ya Komîteya Navendî ya PDKÎ


Ji bo agehdariya hemû aliyekî em radigehînin ku 17.mîn pilînoma Komîteya Navendî ya PDKÎ hilbijartiya kongireya 15 ya PDKÎ demjimêr 9`ê Sibehiya roja Duşemiyê 16`ê Gelawêja 1396`an ya Rojî hevberî 7`ê Tebaxa 2017`an a Zayînî dest pê kir, û piştî du rojan karê berdewam demjimêr 8`ê êvariya roja Sêşemiyê dawî bi karên xwe anî.

Pilînom bi ragirtina deqeyekê bêdengî bo rêzgirtina ji riha pak ya şehîdên PDKÎ û bi taybetî şehîdên nû ên Rasanê dest pê kir, û piştre pirograma karê pilînomê ku pêştir endamên birêveberiyê jê hatibûn agehdarkirin, xistin ber bas, û piştî pesendkirina bernamê, raporeke siyasî û berhevdaneke giştî li ser rewşa navçeya Rojhilata Navîn û Îran û xebata Kurd di hemû beşên kurdistanê de, û erk û helwesta PDKÎ li hemberî egera her bûyer û guhertinekê, ji aliyê rêzdar Kak Mistefa Hicrî sekreterê giştî ê PDKÎ ve pêşkêşî beşdarên pilînomê hate kirin.

Di vê berhevdanê de, tevî îşarekirina bi rewşa navçê û li jêr ronahiya vê rewşê de, bas ji rewşa Îranê hatibû kirin, ku rejîma Komara ÎSlamî a Îranê piştî çendîn salî domandina siyaseta şandina şoreşê û pelavêtina wê bi armanca destêwerdana di welatên navçeyê de, û hilkişiyana di vê biyavê de, ku bi sedema valahiya di herêmê de, û rewşa Efxanistanê piştî Taliban, û Îraqa piştî rûxana Sedam Husên û paşvekêşana Amerîka li Îraq û şerê Sûriyê û siyaseta nermînîşandan û sazana Amerîka digel Komara Îslamî ya Îranê, di heyama heşt salan serokatiya Obama de pêk hatibû, niha di heyama şeş mehên borî de, û bi sedema guhertina di siyaseta Amerîka û û welatên navçê di hemberî Rojhilat bi giştî û Komara Îslamî bi taybetî de, vê pêvajoyê ber bi daketinê ve gav hilgirtiye, û siyaseta Amerîka ya nû û helwesta beşeke berçav ji welatên navçê li dijî hejmonîxwazî û zêderewî û serberedayiyên rejîmê û komek hokarên din bûne asteng li pêşberî siyaset û kiryarên Komara Îslamî derheq nifûz û vegeşandina deshilata wê di welatên navçê de.

Lihevkirina Komara Îslamî digel welatên 5+1 derheq çalakiyên etomî ên rejîmê, ne tenê encameke aborî di berjewendiya jiyan û bijîwa xelkê Îranê lê neketiye, belkû ji aliyê Amerîka ve bûye sedemek zext û givaşê, li ser rejîmê bona pêbendbûna bi xalên hûr û gir, ên wê lihevkirinê. Di rewş û hewayê vê zextanînê de, rejîma Îslamî ya Îranê, bi avêtina şeş mûşekan bo Dêrelzorê li Sûriyê, û ceribandina mûşekeke balistîk û mûşekên Sîmorx, hêceteke din da dest, ku Rojavayî bi taybetî Amerîka daxwaza lêgerîna navendên mûşekî û çek û teqemeniyên Îranê bikin. Hebûna pirreng a rejîmê li Sûriyê bi hêceta şer li dijî DAÎŞ`ê, lê bi armanca parastina deshilata Beşar Esed, bi hatina Rûsiyê û piştre jî Amerîkayê bo nav qada kêşeyên Sûriyê, hebûna Komara Îslamî li Sûriyê kêmrengtir kir, û pêkanîna hêla Şî`e ji aliyê Îranê ve, bi sazana Amerîka û Rûsiyê bo pêkanîna navçeya aram li Başûr û başûra rojavaya Sûriye, ku Amerîka bi rê ve dibe, digel serneketinê berbirû kir. Bi taybetî bi danîna çend binkeyên leşkerî û danaîna bingeha çar balafirgehan ji aliyê Amerîka ve li Sûriyê, roj bi roj zexta li ser Komara Îslamî li Sûriyê zêde dike. Li Îraqê ku heya heyamekê berî niha Komara Îslamî ya Îranê di nebûna Amerîka û Erebistanê de, cilîdanêya bê asteng dikir, lê niha hem Amerîka li hemberî Îraqê de bê helwest nine, û hem jî Erebistan û welatên Kendavê, û heya Mîsr jî di hemberî rimbazîna Komara Îslamiya Îranê li Îraqê bêdeng nine, û heya li dijî nifûz û destêwerdana Komara Îslamî li Îraq û navçê de, yekgirtî û yekdengî û hevhelwestiyeke hewce pêk aniye, û di navxwe ya Îraqê û di nava hêzên Şî`e de jî, dengê nerazîbûnê di hemberî destêwerdana bê sînor ya rejîma Îranê li karûbarê wî welatî de bilind bûye.

Bi berçavgirtina hemû wan mînakan, rapora sekreterê giştî gihaye vê encamê, ku serdema vegeşîna nifûz û dehsilata rejîma Tehranê li navçê derbaz bûye, û rewşa hilkişiyana wê ya bilez dest pê kiriye.

Berhevdan û şiroveya sekreterê giştî bi baldan bi rewşa navxweyî ya Îranê, îşare bi vê kiribû ku li dewreya yekem ya serkomariya Rûhanî de, serbarê hemû qewl û sozên wî, rêjeya îdaman zêde kiriye, destbiserkirin û girtin zêdetir bûye, û rewaş jiyana xelkê hekî xiraptir nebûbe, baştir jî nebûye. Bi vî halî jî û serbarê qewlên dubare ên wî bi xelkê û hilbijartina wî cardin bo serkomariyê, rîzbenda endamên kabîneya wî nîşan dide, ku zêdetir ber bi aliyê tundrewan de şikandiye, û ne tu posteke wezaretê pê hatiye dayîn, û ne jî peyrewên Suniyan tu postek di wezaretê de pê hatiye dayîn.

Derheq kêşeyên navxweyî ên binajoxwazan û reformxwazên nava rejîmê de, ew berhvedan nîşanderê vê rastiyê bû ku serbarê hebûna kêşeyên rasteqîne, lê tu aliyekî kêşe li ser berjewedî û başbûna jiyan û azadiyên xelkê Îranê nine, belkû pêwendî bi deshilata zêdetir û destpêregihîştina bi serwet û samana zêdetir e, û di pêxema parastina Komara Îslamî de, ne tenê cudahiyek di navbera wan de nine, belkû hevdeng û hevhizr in.

Di beşeke din ya berhevdana sekreterê giştî de, rewşa Kurd di hemû beşên Kurdistanê de bas jê hatibû kirin, û pêwendiyên PDKÎ digel her yek ji hêzên Kurdî îşare pê hatibû kirin, û pêwîstiya alîkariya di navbera hêzên kurdî de, û bi taybetî hizb û aliyên siyasî ên Rojhilata kurdistanê pê li ser hatibû dagirtin. Ew berhevdana siyasî bi li berçavgirtina hemû guherîn û egeran, erkên PDKÎ bo her egerekê destnîşan kiribû, û di vê çarçoveyê de, girîngiyeke zêdetir bi rasanê û girêdana xebata çiya û bajar hatibû dayîn, û riyên bihêztirkirinê hatibûn pêşniyarkirin.

Pilînomê piştevaniya Deftera Siyasî ji referandomê û serxwebûna Başûra Kurdistanê, wekî siyaseteke rast û dirust a neteweyî û nîştimanî û bicihgehandina erkeke Kurdperwerane zanî, û ew yek erê kir.

Di beşeke din ya karê pilînoma 17.mîn de, dîtingeha hevalên pêşîn li ser yekgirtinê ku piştî çend rûniştinên heyetan de hatibû, xistin ber bas, û serbarê hemû rexne û têbîniyan li hemberî vê dîtingehê, domandina rûniştinan û gotûbêja digel hevalên pêşêîn bi armanca yekgitinê bi hewce hate zanîn.

Beşdarên pilînomê gellek çalakane, beşdarî basan bûn, û piştî baskirina boçûnên xwe li ser her beşeke vê berhevadana sekreterê PDKÎ, û alîkarîkirina bi dewlemendkirina wê, ew rapor pesend kirin, û pêşniyarên xwe derheq biryarên pilînomê dane Deftera Siyasî.

Pilînom demjimêr 8`ê êvariya roja Sêşemiyê 17`ê Gelawêjê, dawî bi karên xwe anî.

PDKÎ
Detera Siyasî

18.05.1396
09.08.2017


border=0
Pilînoma 17`ê ya Komîteya Navendî ya PDKÎ bidawî hat