Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pîroze Seyfûrî: Vekirina TISHK TV, ji min re bîreweriya herî xweş bû”.

23:02 - 6 Gulan 2017

H: Arif Vêlzî

Di sedsala derbazbûyî de hertim mekteba Demokrat, mektebek bihêz bûye ku, çendîn nifş têde hatine perwerdekirin û di pêşeroja gelê xwe de û xebata bona bidestxistina mafên gelê xwe de, xwedî rol û bandorekî bihêz bûye. Lewra perwerdeya di nava PDKÎ karek weha kiriye ku hemû zarok û bitaybetî dayîk û bab şanaziyê bi perwerdeya Hizba Demokrat, û piştre bi serkevtinên zarokên xwe bikin ku di vê mektebê de hatine perwerdekirin.

yek ji wan jinên Kurd, ku di vê mektebê de perwerde bûye, Pîroze Seyfûrî keça Mihyedîn e. Ew di hevpeyvîna xwe ya bi Agirî re derheq nasyariya xwe digel PDKÎ weha dibêje: “Ez di zivistana sala 1974an de, li gundê “Koykî Mîlsef” li navçeya Zehaw a ser bi şaristana Serpêla Zehaw ji dayîk bûme. “Min li dewrana 10-12 saliyê de hizb nas kiriye. Jiber ku xizm û kesûkarên min pêşmerge bûn, û em di kempa Rûmadiyê de bûn, û me di merasimên hizbê de beşdarî dikirin. Di roja 27ê Xakelêweya sala 1371an de, min digel Mihemed Seyfûrî ku kurapê min bû, û wê demê 8 sal bû ku pêşmerge bû, zewac kir. Wê demê heya meha Xermanan a sala 1377an, hevjînê min salê tenê 40 heya 45 rojan dikarî bê kempê û me bibîne, û piştre vedigeriya ser kar û erka xwe ya pêşmergatiyê. Di sala 1377an de mala me hate nav hizbê, û em di kempa Azadiyê de cihgir bûn.

Berhema jiyana me ya hevbeş jî keç û kurek in. Zana li roja 01.09.1373an di kempa Romadiyê de ji dayîk bûye, û Zinwêr jî di roja 27.07.1379an de, li nav hizbê de ji dayîk bûye.

Di sala 1372an de, ez li Romadiyê bûm endama Yekîtiya Jinên Demokrat ên Kurdistana Îranê,û di payîza sala 1377an de jî, ez bûme endama PDKÎ. Niha jî ez endma Yekîtiya Jinan û Teşkîlata Eşkere ya PDKÎ me, û şanaziyê jî bi vê endambûna xwe dikim”.

Navbirî derheq çavnihêriya xwe ji PDKÎ weha dibêje: “Ez hêvî dikim ku hizb bo pêgehandin û perwerdehiya endamên xwe xemsar nebe,û bikare wan wisa perwerde bike, ku ew bibin zimanê PDKÎ û siyasetên hizba xwe bi başî bibin nava civatên xelkê de. Herwisa ez hêvî dikim ku hevjînê min heya ser emegdar be bi rê û şopa şehîdan, û vê riyê bidomîne û bi hêviya xwedê, wê her wisa jî be”.

Pîroze Seyfûrî derheq yek ji bîreweriyên xwe ên herî xweş jî weha dibêje: “Vekirina Tishk TV ji min re bîreweriya herî xweş bû. Jiber ku wê demê bi hezaran kesî rondikên kêfxweşiyê barandin. Bi hezaran malbatên şehîdan dilşa bûn, û dayîkên şehîdan digotin em qurbana TISHK TVê bin, eva berhema xwîna kurê me ye,û bi hezaran hevjîn û keç û jinên şehîdan, ken û girnijînê li ser lêvên wan sema kir, û pîrozbahî ji hevdu kirin, û bi sedan hezar xortên têhniyê rastiyan, bi vekirina vê televizyonê, gotin tu xêr hatî ey destke xûşka Radyo Dengê Kurdistana Îranê”.

Navbirî derheq bîreweriya herî nexweş ya jiyana nav PDKÎ de jî dibêje ku ew veqetiyana ku di nava PDKÎ de, di sala 1385an de çê bû, bîreweriyeke gellek nexweş bû, jiber ku dijminên me gellek pê kêfxweş bûn, û civatên xelkê Kurdistanê jî bi vê bûyerê gellek xembar bûn.

Di dawiyê de Pîroze Seyfûrî weha bas ji peyama xwe ji bo keç û jinên Kurdistanê dike: “Ez xwe ji vê hindê biçûktir dizanim ku min peyam hebe, lê di bersiva pirsa we de dibêjim ku hêviya min ew e ku keç û jinên Kurdistanê xwe pê bigehînin, û bi başî perwerdehiyê bibînin, û xwe dûr ragirin ji nakokiyan û kultura xwexweriyê”.