Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pirtûka “70 Wêstgehên Mêjûyî” çap û belav bû

14:53 - 6 Tebax 2015

Kurdistan Media: Pirtûka “70 rawestgehên Dîrokî” ji nivîsîna Têmûr Mistefayî li serûbendê 70 saliya avabûna Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê çap û belav bû.

Li gor nûçeyamalpera Kurdistan Media, “Têmûr Mistefayî” endamê Deftera Siyasî yê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê pirtûkek li jêr navê “70 Rawestgehên Dîrokî”nivîsandiye û niha jî ketiye ber destê xwendevan û hogirên pirtûkê.

9826.jpg
Têmûr Mistefayî, Endamê Deftera Siyasî yê PDKÎ, pirtûka han bi boneya 70 saliya avabûna Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê berhev kiriye

Berhema han bas ji dîroka 70 sal xebat û tekoşîna Hizba Demokrat dike û destpêka pirtûkê bi dîroka avabûna Hizba Demokrat hatiye terxankirin.

Pirtûka “70 Rawestgehên Dîrokî” ji 341 rûpel û 70 beşan pêk hatiye.

Li pirtûkê de bas ji her sê cudabûnên nav refên Hizba Demokrat û herweha çûna vê dawiyê ya pêşmergeyan jib o Kêleşînê jî hatiye kirin.