Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pirtûka “Civaka eşayirî ya Kurdên Xelxalê” çap û belav bû

15:53 - 8 Çirriya paşîn 2015

Kurdistanmedia: Pirtûkek taybet bi Kurdên dûrxistî bo Xelxalê, ji aliyê dezgeha ragehandin a “Noxbêgan” ve hate çap û belavkirin.

Ligorî rapora gehiştî bi “Kurdistanmedia”yê, pirtûka “Civaka eşayirî ya Kurdên Xelxalê” (Kurmanc) ku ji aliyê Hesen Semedzade ve hatiye nivîsandin, çap û belav bû.

Kitêba navbirî derheq bi dûrxistina Kurdên herêma Urmiye, Xoy û Selmasê hatiye nivîsandin û nivîskarê vê dibêje ku pirtûka navbirî weke yekemîn berhema xweser e ku derheq bi mijarên têkilîdar bi dîroka civaka Kurdên Xelxalê hatiye belavkirin û tê de çawaniya jiyana madî û me’newiya eşîretên Kurd dixe ber bas.

Navbirî dibêje ku di vê pirtûkê de taybetmendiyên netewî, civakî, çandî û aborî ya wan di du qonaxên derbazbûyî û niha de dixe ber lêkolînê, û di dirêjahiya lêkolînê de jî, hewil hatiye dan ku derheq bi careke din zindîkirina çand û zimanê Kurmancî di vê herêmê de, pêngavek hatibe avêtin.